AMED – Bi pêşengiya Ciwanên Welatparêz ên li Amed ê ji bo protestokirina êrîşên HTŞ’ê û çeteyên bi piştgiriya dewleta Tirk li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê daketin kolanan. Girseya ku ji avahiya navçeya Partiya DEMê ber bi Qada Bajarê Bismilê ve meşiya, meşale pêxistin û daxuyaniyek dan.
Her wiha, ciwanan li Amed Yenîşehirê bi grafît, slogan û fîşekên hewayî xwepêşandanek li dar xistin.



