REQQA – İro Tevgera Ciwanên Şoreşger li Reqqayê, 23’ê Kanûnê, civîna xwe ya salane ya 2025’an bi dirûşmeya “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xeta me ya sor e” lidar xist. Endamên tevgerên ciwanan ên li Reqqayê beşdar bûn.
Civîn bi pêşwaziya beşdaran dest pê kir, piştre deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan hate lidarxistin. Piştre hevseroka Desteya Ciwanan û Werzîşê Suha Ehmed perspektîfên Reber Apo xwend. Civîn li ser peyamên Rêber Apo sekinî, ku tê de wî girîngiya yekîtî û hevgirtinê di navbera gelan de, bi taybetî xurtkirina biratî û hevpeymaniya di navbera gelên Ereb û Kurd de li ser bingeha pergala Neteweya Demokratîk, tekez kir. Wî her wiha tekez kir ku piştgiriya Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê stûnek bingehîn ji bo aramiyê û avakirina Sûriyeyek demokratîk û ewle ye. Rêber Apo her wiha tekez kir ku dilsoziya rastîn a bi şehîdan re di avakirina civatek demokratîk û mirovî de ye ku li ser bingeha aştî, edalet û wekheviyê ye, û bîranîna rastîn di pêşvebirina têkoşînê ber bi çareseriyek demokratîk û pêşîgirtina li qurbaniyên din de ye.
Rezan İbrahîm ji Encumena Leşkerî ravekirinek li ser rewşa siyasî ya heyî pêşkêş kir.
Piştre rapora salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an ji aliyê Letîfe El-Hesen, Hevseroka Rêveberiya Tevgerên Ciwanan a Reqqayê ve hate xwendin. Di civînê de her wiha pêşkêşkirinek sînevîzyonek ku çalakî û xebatên herî berbiçav ên Tevgera Ciwanên Şoreşger di sala 2025’an de nîşan dida, û her wiha nîqaşek li ser rewşa rêxistinî ya ciwanan û rêbazên pêşxistina xebatên ciwanan di qonaxa pêş de hate kirin.
Civîn bi komek encam û planên çalakiyê yên ku armanc dikin pêşxistina ciwanan û xurtkirina rola wan di avakirina civakek azad û demokratîk de ku wekhevî û edaleta civakî û çandî pêk tîne, bi dawî bû.
Daxuyaniya Dawî:
Di vê qonaxê de, tevî hemû êrîşên li ser herêmên me, tevî şerê medyayî yê ku ji hêla Tirkiye û dewletên din ên kapîtalîst ên modern ve tê meşandin, me civîna salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger li Reqayê di 23’ê Kanûna Pêşîn a 2025’an de li dar xist. Perspektîfên Rêber Apo hatin xwendin, û mijarên rêxistinî, pirsgirêkên ciwanan, û bandora modernîteya kapîtalîst û şerê taybet ê li ser ciwanan bi giştî hatin nîqaşkirin. Her wiha me nîqaş kir ka em çawa çareseriyan ji van pirsgirêkan re bibînin da ku em karibin hemû gel û hemû destkeftiyên şoreşê biparêzin, komploya li dijî Rêber Apo têk bibin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dest bixin, û ciwanan li gorî bîrdoziya Neteweya Demokratîk birêxistin bikin. Biryarên jêrîn hatin girtin:
1- Ji ber ku ciwan hêza dînamîk a civakê ne û di şoreşê de rolek pêşeng û dîrokî hene, em ê ji bo entegrekirina ciwanan di bîrdoziya Rêber Apo de bixebitin, û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dê bingeha hemû çalakiyên me be.
2- Ji bo hişyarkirina ciwanan û perwerdekirina hemû beşên civakê li ser bîrdoziya Rêber Apo, em ê civînên giştî li dar bixin û semînerên diyalogê organîze bikin.
3. Ji bo xurtkirina têgeha neteweyek demokratîk li ser bingeha prensîbên ekolojî, azadiya jinan û avakirina civatek exlaqî û siyasî, çalakkirina komîteyên ciwanan di komunan de.
4. Çalakkirina ofîsên ciwanan di hemî encumenên parêzgehan de.
5. Yekkirin û rêxistinkirina tevahiya civakê li ser têgeha şerê gelê şoreşger, xurtkirina komîteyên parastinê di komun û encumenan de.
6. Li ser rola ciwanan di avakirina civatek demokratîk de foruman organîze bikin.
7. Ji bo vejandina çanda civakê û parastina mîrateya dîrokî, xurtkirina qursên çandî ji bo ciwanan.
Bernameyên bihêzkirina aborî bi fînansekirina projeyên hevkar ên piçûk, baştirkirina kalîteya perwerdehiya pîşeyî û tevlêkirina ciwanan di diyalogên siyasî û înîsiyatîfên herêmî de xurt bikin.


