BERLÎN – Li Berlînê bi pêşengiya komuna Ş. Kawa Çekdar ya Tevgera Ciwanên Şoreşger amadekariyên Meşa Kolnê ya 8’ê Mijdarê bi daliqandina posterên didomin. Calakvanan tax bi tax, kolan bi kolan geriyan ji bo balkişandin ser meşê tekez bikin.
Daliqandina posteran li Alexanderplatzê dest pê kir û li Kottbusser Tor, Hermannplatz û Hermannstraßeyê berdewam kir. Ciwanan hemû Kurdan vexwendin Meşa Mezin ya Kolnê û peyama “Rêberê azad, Kurdistana azad'” dan.
Derbare amadekariyên Meşa Kolnê endamên TCŞê di daxuyaniyekê de ev tişt anîn ziman:
“Em îro wekî ciwanên Rêber APO li vir kom bûne. Em ê posterên meşa Kolnê daliqînin. Em hêvî dikin ku hemû gelê Kurd û ciwanên di 7ê Mijdarê de bi hev re kombibin ku em bi hev re li Kolnê bimeşin. Wekî ciwanên ne tenê yên Berlînê, lê yên hemû Ewropayê, em hêvî dikin ku hûn di 8’ê Mijdarê de beşdarî meşa li Kolnê bibin.”


