DIRBESIYÊ – Li Dirbesiyê semînerek bi navê “Bi Hevaltiya Komînalist bi Rêber APO re Bijîn” di çarçoveya Kampanyaya KOM BÎBE de, bi pêşengiya endamên Yekîtiya Jinên Ciwan û Kongra Star hate lidarxistin.
Çalakî bi kêliyek bêdengiyê dest pê kir. Piştre beşdaran fîlmek kurt li ser têkoşîna azadiya jinan temaşe kirin û nîqaş kirin.
Di semînerê de, jin û ciwanan tekez kirin ku azadî tenê bi çandina “5 Prensîbên Azadiya Jinan” di cîhana hundirîn a her takekesî de mimkun e. Beşdaran tekez kirin ku têgihîştina azadiyê ne tenê berpirsiyariyek takekesî ye, lê di heman demê de berpirsiyariyek civakî ye jî.
Di axaftinan de her wiha girîngiya pêşxistin û xurtkirina rêxistinên jinan ji hêla jinan ve hate destnîşankirin, û bal kişandin ser rola pêşeng a jinên ciwan di têkoşîna civakî de.


