Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê Cejna Vejînê pîroz kir, 2 fermandarên leheng bi bîr anî

Edîtor: Nucan Serdoz
11/08/2025 - 10:35
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
HPG’ê Cejna Vejînê pîroz kir, 2 fermandarên leheng bi bîr anî
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- HPG’ê salvegera 41’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir û ragihand ku Fermandarê Akademiyên Apollo Koçero Ûrfa û pêşengê Şoreşa Azadiyê ya Rojava Nûreddîn Sofî şehîd bûne. HPG’ê got, “Di sala 42’emîn a têkoşînê de em ê meşa Egîdbûnê bêteredût dewam bikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê fermandar Koçero Ûrfa û Nûreddîn Sofî weke ‘hevrêyên herî dilsoz ên Rêber Apo û şervanên leheng ên Fermandar Egîd’ pênase kir û xwest, şehadeta wan bi rengekî li wan bê; bi wêrekî, bi coş, moral û helwesta xwedîderketina li şehîdan bê bîranîn.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Cejna Vejînê ya Neteweyî û salvegera 41’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê ya mezin, ku fermana mirinê ya Kurdan çirand, şerê hebûn û azadiyê da destpêkirin û vejîna gelê Kurd pêk anî li Rêber Apo, malbatên hêja yên şehîdên me, gelê me yê Kurd ê welatparêz, dostên me yên ku li çar aliyên cîhanê piştevaniya têkoşîna me dikin û li hevrêyan hemûyan pîroz be.

Pêngava 15’ê Tebaxê ya Mezin di nava wan şert û mercan de pêk hat ku ziman, nasname û hebûna Kurdan dihate înkarkirin, hemû nirxên wê pêşkêşî talankariyê hatibû kirin û Kurdistan bi temamî di bin dagirkerî û tarîtiyê de bû. Pêngava dîrokî ya Rêber Apo, avabûna PKK’ê, pêxistina agirê berxwedanê bi sê derbikên niftikê ji aliyê hevrê Mazlûm Dogan, gurbûna vê berxwedanê di şexsê Çaran û Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê de, bû bingeha Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an. Bi ‘Fîşeka Destpêkê’ re ku ji bo parçekirina mêtingeriya giran a li ser gelê Kurd bi pêşengiya Fermandar Egîd di 15’ê Tebaxê de hate teqandin, şerê me yê hebûn û azadiyê destpê kir, ev yek ji bo Kurd û Kurdistanê bû mîladek. Di demekê de ku kesî xeyal nedikir ku fîşekekê berde mêtingerî, dagirkerî û cûntaya faşîst a 12’ê Îlonê destpêkirina çalakiyeke bi vî rengî ya lehengî û têkoşîna gerîla, bû sedem ku gelê Kurd ji her alî ve bi ser xwe ve bê û rabe ser piyan. Gelê me ku bi îradeya Apoyî xwe ji xweliyên xwe jinûve afirand, bi têkoşîna xwe ya mafdar û rewa zincîrên koletiyê şikand, paşverûtî ji holê rakir û dest bi meşeke lehengiyê kir ku bê navber dewam kir.

SALA 42’AN PÊVAJOYEKE ŞOREŞGERÎ AFIRAND

Pêngava 15’ê Tebaxê li gel aliyên xwe yên leşkerî yên gelekî serketî û encamgir, di nava gelê Kurd de jî vejîna civakî û neteweyî pêk anî, hêvî û baweriya bi azadiyê afirand. Têkoşîna dîrokî ku li ser bingeha vê bawerî û hêviyê hate meşandin, 41 sal li pey xwe hişt û kete sala 42’an, li Kurdistanê rê li ber şoreşa civakî, zîhnî, çandî û azadiya jinê vekir. Şoreşa Vejînê li her devera ku Kurd lê ne ji aliyê fikrî, civakî û demokratîk ve pêvajoyeke şoreşgerî bi xwe re anî. Jinên Kurd ên Azad ku bi Şoreşa Vejînê re rabûn ser piyan îro bûne îlham ji jinên cîhanê re û veguherîne pêşengên jiyana azad ku her kes meraq dike û qîma xwe pêk tîne. Ev pêşketinên ku ji aliyê Rêber Apo ve weke ‘şoreşa di nava şoreşê de’ hate pênasekirin, Kurdîtiyeke nupî nû ya ku her kes êdî bi serbilindî xwedî lê derdikeve, mirovê Kurd ê azad, nirxên bilind, hişmendî û ruhê azad ê Kurd afirand. Eger îro qala Kurd, Kurdîtî, Kurdistan û nirxên Kurdistanî tê kirin, qala bilindahiya van nirxan tê kirin, bêguman Pêngava 15’ê Tebaxê û rola têkoşîna çekdarî diyarker e ku bi hezaran gerîla di oxira wê de şehîd bûn. Di şexsê Fermandar Egîd de em hemû şehîdên xwe yên ezîz bi hurmet û minet bi bîr tînin ku rabirdûya me bi wate kirin, roja me ya îro afirandin û bingeha siberojên me yên azad danîn.

FERMANDARÊ AKADEMIYÊN APOLLO KOÇERO ÛRFA DI ASTA HERÎ BILIND DE XETA FEDAÎTIYÊ TEMSÎL KIR

Ev pêşketinên dîrokî bi saya têkoşîna bi hezaran şehîdên me hatin afirandin ku kedeke mezin dan û di oxira wê de bêdudilî canê xwe feda kirin. Ji ber vê yekê Pêngava 15’ê Tebaxê ya Mezin navê meşa fedaîtiyê ya li ser vê xetê û dilsoziya bi xeta şehîdan e. Yek ji xeleka şehadetê ya girîng ku xeta fedaîtiyê di asta herî bilind de temsî kir û her kêliya jiyana xwe da paşeroja azad a gelê me şehadeta hevrê Koçero Ûrfa ye. Endamê Komîteya Navendî ya partiya me PKK’ê û Fermandarê Akademiyên Apollo hevrê Koçero Ûrfa-Metîn arslan di 4’ê Mijdara 2019’an de di êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de ku bi rêbaza sûîqestê kir, şehîd bû.

EM ŞOPDARÊ FERMANDAR EGÎD, NÛREDDÎN SOFÎ BI HESRETEKE BÊ DAWÎ BI BÎR TÎNIN

Ewladê leheng ê gelê Kurd, şoreşgerê profesyonel, şopdarê Fermandar Egîd, pêşengê Şoreşa Azadiyê ya Rojava û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevrê Nûreddîn Sofî ku ji bo dîtina hevalên xwe yên berê berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku 24 salên xwe lê derbas kiribû, di dema serdana li Fermandariya me ya Biryargeha Navenda Parastina Gel de 6’ê Nîsana 2021’ê di êrîşeke dijmin de şehîd bû.

Em hevrê Koçero Ûrfa û Nûreddîn Sofî bi hurmet, hezkirin, hesreteke bê dawî û hestên hevrêtiyê yên herî kûr bi bîr tînin. Em hevrêyên herî dilsoz ên Rêber Apo, şervanên leheng ên Fermandar Egîd, rêberên derwêşane yên têkoşîna me ku xwedî ruhê 15’ê Tebaxê bûn bi rêzdarî bi bîr tînin û soza dilsoziya bi wan re dubare dikin.

ŞEHADETA WAN DIVÊ BI RENGEKÎ KU HÊJAYÎ WAN BE BÊ PÊŞWAZÎKIRIN

Di nava Tevgera Apoyî de ‘Rastiya Şehîdan û Şehadetê’ ne ew rastî ye ku li ber dikeve û piştî wan şîn tê girêdan. Ji bersiva bi wate ya Rêber Apo ya li şehadeta hevrê Hakî Karer ku şehîdê me yê destpêkê yê partiyê bû, heta bi xeleka bi hezaran şehîdan a vê serdemê, wateya rastiya şehîdan ew e ku têkoşîna wan bê mezinkirin û bi vî rengî bêne bêmirinkirin. Hemû hevrêyên me yên ku sûd ji hevrê Koçero Ûrfa û Nûreddîn Sofî wergirtin, di dilê xwe de cih da wan, ew nas kirin, ji dil bi wan re girêdayî bûn, gelê me yê welatparêz divê şehadeta van pêşengên doza me bi rengekî ku hêjayî wan be pêşwazî bikin. Divê bi ruh, wêrekÎ, coş, moralê 15’ê Tebaxê şehîd timî bêne bîranîn.

Weke Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku hevrêyên Koçero Ûrfa û Nûreddîn Sofî ne, em soz didin ku helwesteke hêjayî şehîdan nîşan bidin, em ê xwedî rêbaz û tempoya têkoşîna wan bin û her tim xwedî li bîranîna wan derkevin. Em diyar dikin ku di sala 42’an a têkoşînê de li ser xeta şehîdan em ê meşa Egîdbûnê bêteredût bimeşînin.

Em Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê ku navê hêvî, bawerî û serketinê ye, li ser bingeha dilsoziya bi şehîdên xwe re careke din pîroz dikin. Ji hevrêyên xwe hemûyan re yên ku dilê wan bi Rêber Apo re lê dide, bê fikar li ser xeta Apoyî dimeşin, ji gelê me yê welatparêz û dostên gelê xwe re di têkoşînê de serketinê dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Partiya Demokratîk (DEM) li Edeneyê Festîvala “Aştî û Civaka Demokratîk” Lidarxist

Nivîsa Pêş

HPG’ê fermandarê gerîla yê pêşeng Koçero Ûrfa bi bîr anî

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HPG’ê fermandarê gerîla yê pêşeng Koçero Ûrfa bi bîr anî

HPG'ê fermandarê gerîla yê pêşeng Koçero Ûrfa bi bîr anî

HPG: Em pêşengê neteweya Kurd Nûreddîn Sofî û hevrê Bahtiyar Gabar bi hurmet bi bîr tînin

HPG: Em pêşengê neteweya Kurd Nûreddîn Sofî û hevrê Bahtiyar Gabar bi hurmet bi bîr tînin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.