NAVENDA NÛÇEYAN – Endamên “Ewlehiya Giştî” ya hikumeta veguhêz li bajarê Helebê 2 ciwanên efrînî revandin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane, endamên “Ewlehiya Giştî” yên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê 5’ê Tebaxê li Helebê 2 ciwanên efrînî revandin.
Çavkaniyan diyar kir ku ciwanên hatine revandin Basil Salih Kedro ê ji gundê Omer Simo yê bajarê Şera û Elî Cinêdan Ehmed Mihemed ê ji bajarê Efrînê ne.
Xizmên her du ciwanan diyar kir ku ciwan dema di erebeya xwe de bûn, hatin revandin û sewqî beşa ewlehiyê ya Ezîziyê ya bajarê Helebê hatine kirin.
Sedemên revandina her du ciwanan û aqûbeta wan nehatin zanîn.



