MEXMÛR – Salvegera 12’emîn a Şoreşa Rojava li Kampa Şehîd Rûstem Cûdî bi çalakiyên ku ji aliyê Tevgera Ciwanan ve hatin lidarxistin, hate pîrozkirin. Çalakiya ku li navenda ciwanan hate lidarxistin, gelek şêniyên kampê, bi taybetî ciwan, beşdar bûn.
Çalakî bi deqeyek bêdengiyê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştre, li ser navê Tevgera Ciwanan, Pınar Bayar axivî û behsa girîngiya 19’ê Tîrmehê kir û girîngiya Şoreşa Rojava ji bo gel û ciwanan anî ser ziman. Pınar di axaftina xwe de şehîdên şoreşa 19’ê Tîrmehê jî bîbir xist.
Piştî axaftinê, şêniyên kampê bi govendên çalakiyan xwe bi dawî kirin.


