Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

KCK’ê şehîdên Komkujiya Geliyê Zîlan bi bîr anî

KCK'ê got, "Di vê demê de ku em Komkujiya Geliyê Zîlan bi bîr tînin, êrişên qirkirinê yên li Kurdistanê û xiyaneta hevkariya êrişan şermezar dikin, bang li gelê xwe dikin ku li dijî xiyanet û dagirkeriyê rab berxwedana topyekûn."

Edîtor: Axin Mahir Dicle
12/07/2024 - 12:14
di nav Analîz, Daxuyanî, Dîrok û Berxwedan, Êrîşên Dagirkeiyê, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
KCK’ê şehîdên Komkujiya Geliyê Zîlan bi bîr anî
ParvekeTweet

BEHDÎNAN- Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:

“Em di salvegera Komkujiya Geliyê Zîlan de ne ku şopeke giran li hiş û bîra gelê Kurdistanê hiştiye. Dewleta Tirk a mêtinger qirker bi sedan gund, bajarok şewitand, zarok û extiyar jî di nav de bi deh hezaran Kurd qetil kir. Em vê komkujiya hovane ya dewleta Tirk careke din bi tundî şermezar dikin. Mirovên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr tînin. Di şexsê wan de şehîdên demokrasiyê û şoreşê hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînin, li pêşberî bîranîna wan a hêja bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û soza ku me dane şehîdan dubare dikin.

Komkujiya Geliyê Zîlan yek ji komkujiyên herî xedar û hovane yên dîroka mirovahiyê ye. Qirkirineke mezin e ku îmhaya topyekûn a gelê Kurdistanê ji xwe re kir armanc. Li her devera herêma Serhedê ku komkujî lê hate kirin operasyonên qirkirinê hatin kirin, bêyî cudahî bê kirin komkujî li ser temamiya gelê Kurd hate ferzkirin. Gelî û newalên Kurdistanê bi Kurdan hate tijîkirin ku ji aliyê artêşa komkujer a xwînxwar hatin qetilkirin. Ji xwe ji ber vê yekê ev komkujî bi Geliyê Zîlan tê bîranîn. Ji ber ku Geliyê Zîlan bi mirovên hatin qetilkirin tijî bû. Komkujiyeke ewçend hovane tenê bi dijminatiyeke mezin dikare bê kirin, ku Komkujiya Geliyê Zîlan kûraniya mejiyê dijminatiya li Kurdan a dewleta Tirk raxist pêş çavan. Dijminatiya dewleta Tirk a li gelê Kurd, mîna ku di Komkujiya Dersimê de hate dîtin, di Komkujiya Geliyê Zîlanê de jî bi şênberî eşkere bû.

Mîna hemû komkujiyên ku li gelê Kurd hatin kirin, Komkujiya Geliyê Zîlan jî li pêş çavên tevahiya cîhanê hate kirin, lê belê kesî li hemberî vê komkujiyê û sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk dengê xwe nekir. Îro jî cîhan li hemberî komkujî û êrişên li ser gelê Kurd bêdeng dimîne. Dewlet ne tenê li hemberî komkujiyên li ser gelê Kurd bêdeng dimînin, her wiha bi dewleta Tirk re ji her alî ve têkiliyê datînin, piştgiriyê dikin û bi vî rengî dibin hevparê komkujiyan. Em vê helwesta dewletan careke din şermezar dikin û hişyariyê didin her kesî ku hîn bêhtir piştgiriyê nedin polîtîkayên dewleta Tirk ên li ser qirkirina Kurdan.

Bêguman zext, êriş û komkujiyan nekarîn gelê Kurd ji sekna wê ya azadiyê vegerîne. Li Agirî, Dersim, Mahabad, Qamişlo, Helebceyê berxwedana gelê Kurd qet neqediya. Rêber Apo di sala 1977’an de çû qada ku Komkujiya Geliyê Zîlan lê hate kirin, bi şoreşgerên Kurdistanê re yekem civînên berfireh lidar xist û yek ji gavên destpêkê yên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê avêt. Em îro gihîştine rastiya gelekî welê ku li hemberî êrişan têk naçe, bi berxwedanê her cûre êrişên qirkirinê dişikîne û gav bi gav ber bi azadiyê ve dimeşe. Gelê Kurdistanê bi sekna xwe ya serbilind û bi têkoşîna xwe ya bênavber bersiva herî rast da komkujiyan.

Polîtîkayên qirkirinê û komkujiyê yên li ser gelê Kurd niha ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst ve têne meşandin. Ev desthilatdariya faşîst ji roja ku ava bûye û vir ve ji bo Kurdan qir bike bênavber êrişan dike. Êrişên dagirkeriyê yên nû ku li ser Başûrê Kurdistanê hatine destpêkirin, dewama van êrişên qirker û komkujiyê yên dîrokî ye. PDK jî li pêşberî êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê ketiye rewşa herî xerab a hevkariyê, bûye parçeyek ji polîtîkayên qirkirina Kurdan û van polîtîkayan bi cih tîne. Di rojeke bi vî rengî de ku em Komkujiya Geliyê Zîlan bi bîr tînin, em êrişên qirkirinê yên li Kurdistanê û xiyaneta ku hevkariyê pê re dike şermezar dikin, ji heft heta heftê salî bang li gelê xwe dikin ku li dijî dagirkerî û xiyanetê rabe berxwedana topyekûn.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Dîmenê çalakiya li Amediyê

Nivîsa Pêş

Dewleta Tirk li Gabar’ê bi dînamîtan daristanan talan dike

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
Dewleta Tirk li Gabar’ê bi dînamîtan daristanan talan dike

Dewleta Tirk li Gabar'ê bi dînamîtan daristanan talan dike

Dagirkeran êrişî gundekî kantona Efrîn-Şehbayê kir

Manşet

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî
  • Kovara ‘Ozgur Halk’ Dest Bi Weşana Dijîtal Kir
  • Ji Bo Bîranîna Şehîd Karker û Şehîd Brûsk
  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne
  • Ciwanan Li Ber Navenda Partiya CDU Ya Li Munsterê Performansek Şanoyî Pêşkêş Kirin
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.