Enter your email Address

Perşembe, Aralık 18, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Ewropa

Konferansa PE: Mînaka tecrîda li Îmraliyê li tu devera cîhanê nîne

Li Parlamenta Ewropayê li ser rewşa girtiyên siyasî yên di bin tecrîd, êşkence û muameleya xerab de konferansek hat lidarxistin. Di konferansê de bi taybetî bal hat kişandin ser tecrîda li Îmraliyê û bêdengiya li hemberî vê mijarê hate rexnekirin.

Edîtor: Nucan Serdoz
11/04/2024 - 19:21
di nav Ewropa, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Rêber APO
Reading Time: 5 mins read
A A
Konferansa PE: Mînaka tecrîda li Îmraliyê li tu devera cîhanê nîne
ParvekeTweet

 BRÛKSEL- Konferansa ku ji aliyê Endamê Parlamentoya Ewropayê Massîmîlîano Smerîglîo ve hat organîzekirin ji aliyê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Mafên Mirovan a Cîhanê ya Ewropayê (ELDH), Parêzerên Demokratîk ên Ewropayê (AED) û Komeleya Demokrasî û Hiqûqa Navneteweyî (MAF-DAD) ve hat organîzekirin.

Di konferansa bi navê “Girtiyên siyasî: Tecrîd, kiryarên xerab û êşkence” de gelek rûniştin hatin lidarxistin.

LI ÎMRALIYÊ HIQÛQA GERDÛNÎ HAT TALOQKIRIN

Pisporê hiqûqa ceza û hiqûqa mafên mirovan û endama Akademîsyenên ji bo Aştiyê Dr. Gulşah Kurt jî di nav axaftvanên vekirinê de bû. Gulşah Kurt rewşa girtiyên siyasî yên li girtîgehên dewleta Tirk û bi taybet rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand. Gulşah Kurt diyar kir ku di 20 salên dawî de li girtîgehên tîpa F’yê zêde bûne û diyar kir ku şert û mercên li Îmraliyê ji girtîgehên tîpa F wêdetir in. Gulşah Kurt diyar kir ku mafê hêviyê ji bo Abdullah Ocalan nayê sepandin, her wiha bal kişand ser cezayên dîsîplînê yên keyfî û astengiyên li pêşiya hevdîtina malbat û parêzeran. Gulşah Kurt rexne li dewletan kir ku çavê xwe ji van binpêkirinan re girtine û got: “Em behsa rewşeke ku prensîbên gerdûnî tên rawestandin û rûmeta mirovahiyê tê binpêkirin dikin.”

Gulşah Kurt anî ziman ku heke pîvanên herî kêm ên girtiyan neyên bicihanîn jî tu wateya naskirina van pîvanan tune ye.

REWŞA ILARIA SALIS

Piştî axaftinên vekirinê di panela yekemîn de li ser mînakên ji Ewropayê rawestiyan. Di panela bi moderatoriya Seroka Sendîkaya Hiqûqnasan a ji bo Demokrasiyê Helene Debaty de, Hevseroka Yekîtiya Hiqûqnasên Demokratîk a Îtalyayê (GD) Aurora D’agostîno li ser “Doza Ilarîa Salîs û şert û mercên Girtîgeha Macarîstanê” axivî. Aurora D’agostino got, “Ilarîa Salî hemwelatiya Îtalyayê ye. Li Macarîstanê hat girtin. Ev 11 meh in di girtîgehê de ye.”

LI SPANYAYÊ 80 GIRTIYÊN SIYASÎ YÊN BASKÎ HENE

Nûnerê ‘Sare herrîtarra’ yê herêma Baskê Bego Atxa, rewşa girtiyên siyasî yên Baskê nirxand. Bego Atxa anî ziman ku mafên mirovan ji bo her kesî ne û got: “Tevî ku ETA’yê dest ji têkoşîna çekdarî berda jî, hêj 23 jê jin derdora 80 girtiyên siyasî hene. 7 ji wan di girtîgehên ku bi hezaran km dûrî malbatên xwe de ne.”

ÎMRALI LABARATUVAREK E

Panela duyemîn jî bi sernavê “Tirkiye û Girtîgeha Îmraliyê” hat lidarxistin. Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Sosyalîst Haldane Deepa Drîver ku moderatoriyê dikir, diyar kir ku li Tirkiyeyê hejmara girtiyan 5 qat zêde bûye û di vê mijarê de piştî Rûsyayê di nava endamên OSCE’yê de di rêza duyemîn de ye. Şofêr got, “Divê em Îmraliyê weke laboratuvarekê binirxînin.”

TU MÎNAKA TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ TUNE

Nûnera Şandeya Îmraliyê Parêzer Lena Charlotta Lagnander bal kişand ser zextên piralî yên li ser gelê Kurd û got: “Mînaka tecrîda li Îmraliyê li tu devera cîhanê nîne.”

DIVÊ TECRÎD JI HOLÊ RABE

Lena Charlotta Lagnander diyar kir ku hevdîtinên bi parêzer û malbatê re hatine astengkirin û diyar kir ku tecrîda li girtîgehan her ku diçe berfirehtir bûye û axaftina bi Kurdî jî “qedexe ye”. Lena Charlotta Lagnander diyar kir ku ji kesên tên berdan jî li girtîgehê heqê erzaqê tê dayîn û got ku şert û mercên tenduristiyê ne însanî ne. Lena Charlotta Lagnander destnîşan kir ku tecrîd ji bo her kesî êşkence ye û got: “Demokrasî di bin tehdîdê de ye. Saziyên weke CPT pir lewaz in. Divê welatên Ewropayê jî zextê li Tirkiyeyê bikin. Bi bêdengiya xwe kiryarên Tirkiyê dipejirînin. Divê tecrîd bi dawî bibe. Gelê Kurd bi rûmet û berxwedana xwe ji bo me mînak e.”

Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Mazlûm Dînç li ser mijara “Rewşa Girtîgeha Îmraliyê û Mafê Hêviyê” axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê girtîgeh û êşkence wekî zext û zordariyê tên bikaranîn. Mazlûm Dînç, êşkenceya li girtiyan û zextên li ser malbatên wan tê kirin rave kir û diyar kir ku li hemberî vê yekê bi grevên birçîbûnê û çalakiyên fedaî berxwedaneke mezin tê meşandin.”

Mazlûm Dînç anî ziman ku girtî bi hincetên keyfî nayên berdan û got: “Tecrîda li Îmraliyê belavî hemû girtîgehan bûye. Di sala 1999’an de li Îmraliyê pergala tecrîd û êşkenceyê ya qedexe hatiye avakirin. Pergaleke ku tu rêgezên hiqûqa navneteweyî lê nayên bicihanîn e. Pergala êşkenceyê hat avakirin.”

Dînç bi bîr xist ku hevdîtinên parêzer û malbatan tên astengkirin û wiha dom kir: “Tevî ku di hiqûqa navxweyî de tu hêviyên me tunebûn jî, me serlêdan kir. Me serlêdana navneteweyî jî kir. DMME’yê beriya niha qebûl kiribû ku darizandineke adîl nîne. Biryar hat dayîn ku cezayê muebetê li dijî mafên mirovan e. Mafê Hêviyê nayê pêkanîn. Di vê di vî alî de zext li Tirkiyeyê bê kirin.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Cezayê pere li Amedsporê birîn

Nivîsa Pêş

1’emîn Mîhrîcana Fîlman a Kurd a Dusseldorfê di 25’ê nîsanê de dest pê dike

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
1’emîn Mîhrîcana Fîlman a Kurd a Dusseldorfê di 25’ê nîsanê de dest pê dike

1’emîn Mîhrîcana Fîlman a Kurd a Dusseldorfê di 25’ê nîsanê de dest pê dike

Cezayê pere li Amedsporê birîn

Cezayê pere li Amedsporê birîn

Manşet

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan
  • Nivîsgeha Çalakiyên Ciwanan ji bo Niştecihên Kampa El-Meqs li El-Kasratê Înîsiyatîfeke Porê Mêran Dest pê Dike
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Nivîsgeha Çalakiyên Ciwanan ji bo Niştecihên Kampa El-Meqs li El-Kasratê Înîsiyatîfeke Porê Mêran Dest pê Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.