Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

AKP’ê li Qilebanê çawişê pispor şand qadê: Mal bi mal digere û bi gefan deng dixwaze

Edîtor: Nucan Serdoz
15/03/2024 - 16:20
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
AKP’ê li Qilebanê çawişê pispor şand qadê: Mal bi mal digere û bi gefan deng dixwaze
ParvekeTweet
ŞIRNEX – Çawişê Pispor Tamer Işik, li navçeya Qilebanê bi ser navê AKP’ê li qadê xebatên hilbijartinê dimeşîne û bi gefan ji cerdevan û karmendan ji AKP’ê re deng dixwaze. Rêxistina DEM Partiyê ya navçeyê jî giliyê çawişê pispor kir û xwest bê cezakirin.
Hikûmeta AKP’ê di hilbijartina 31’ê adara 2019’an ên li navçeya Qileban a Şirnexê de bi wesayîtên zirxî “hilbijêrên” leşker biribû ser sindoqan. Di vê hilbijartinê de jî serî li heman rêbazê da. Hejmara hilbijêrên navçeyê 8 hezar û 500 kes e û AKP’ê 3 hezar û 200 leşker û polîs weke “hilbijêr” li navçeyê veguhestiye.
AKP’ê, Gurgîn Ûrek weke namzetê xwe nîşan da. Ûrek, di hilbijartinên 1994 û 2004’an de du caran weke şaredar hate hilbijartin. Ûrek, di 10 salên şaredartiyê de şaredarî veguherand şîrketeke malbatî û di bin deynan de hişt. Ûrek ê ku dixwaze dîsa were hilbijartin, bi tevlibûna parlamenterê AKP’ê Arslan Tatar, qeymeqamê navçeyê û çawişên pispor xebatên hilbijartinê dimeşîne.
AKP, li navçeyê tenê bi vê yekê bisînor namîne. Hat zanîn ku çawişê pispor Tamer Işik ê girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Qilebanê jî tev li xebatên hilbijartinê kiriye. Işik ê ku yek bi yek li hemû cerdevan û memûrên dewletê digere, bi darê zorê û gefan ji AKP’ê re deng ji wan dixwaze. Hat zanîn ku Işik di serdana malên cerdevanan de ji cerdevanan re ev hef xwariye: “Heke hûn dengê xwe nedin me, êdî ji tiştên diqewimin em berpirsyar nînin.” Her wiha Işik, di bûroya AKP’ê de jî bi awayekî çalak cih digire.  Li aliyê din hat hînbûn ku Işik zext li şêniyên navçeyê kiriye ku biçin buroya hilbijartinê ya AKP’ê û li wir rûnin.
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Qilebanê li Serdozgeriya Komarê ya Qilebanê giliyê Işik kir.
JI BO KU DENGÊ XWE BIDIN AKP’Ê GEFAN LI HILBIJÊRAN DIXWE
Di daxwaznameya serlêdanê de DEM Partiyê yek bi yek hemû kiriyarên Işik vegot. Hat gotin ku çawişê pispor bi awayekî derhiqûqî tev li xebatên hilbijartinê bûye û sûc dike. Bi domdarî wiha hate gotin: “Kesê bi navê Tamer ku li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Qilebanê çawiştiya pispor dike, weke ku di wêneyê zêdek de jî diyar e, ji erka xwe derketiye û weke endamê partiyê tevdigere. Diçe buroya hilbijartinê ya AKP’ê û li Qilabanê xebatên hilbijartinê dimeşîne. Ev kes diçe Taxa Bulakbaşiyê hema bêje her êvarê zextê li welatiyan û cerdevanan dike ku di hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an de dengên xwe bidin AKP’ê. AKP’e di vî warî de fermanên derqanûnî dide wan, her wiha ev kes zextê li cerdevanan dike ku biçin buroya hilbijartinê ya AKP’ê. Her wiha gefan li cerdevanan dixwe ku heke dengê xwe nedin AKP’ê dê der barê wan de rapor bê amadekirin. Vî kesî di 28’ê sibatê roja çarşemê piştî nîvro de hemû cerdevanên li Taxa Bulakbaşiyê li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Qilabanê kom kir û gef li wan xwar ku di hilbijartinê de dengê xwe bidin AKP’ê. Der barê mijarê de qeydên kamerayê ji Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Qilabanê hatin xwestin û bi van dîmenan ev yek tê piştrastkirin. Ev kes bandora xwe ya li ser cerdevanan bi kar tîne.”
‘BI AWAYEKE DERQANÛNÎ TEVDIGERE’
Bi domdarî di daxwaznameyê de hat destnîşankirin ku çawişê pispor wek endamê partiyeke siyasî tev li xebatan bûye û wiha hat gotin: “Ev divê wezîfeya xwe ya cerdevaniyê li cihê xwe pêk bîne. Ev kes weke nûnerê partiyê tevdigere û ji bo armancên siyasî û îdeolojîk tev li daxuyanî û çalakiyan dibe. Ev kes mecbûr e ku weke karmendekî helwesteke bêalî nîşan bide û dilsozê dewletê be. Ev kes ne weke karmendekî dewletê weke nûnerê partiyê tevdigere, weke ku haya wî ji cudahiya dewlet û partiyê nîne. Gumanbar erka xwe bi awayekî aktîf ji bo berjewendiya partiya siyasî bi, kar tîne, xebatên siyasî û îdeolojîk dike û li dijî erka xwe tevdigere.”
DAXWAZA CEZAKIRINÊ
Partiyê di daxwaznameyê de xwest ku ev kes bê cezakirin û wiha bi dawî kir: “Kesê gumanbar erk û wezîfeya xwe derbas kiriye û di pêvajoya hilbijartinê de bi awayekî eşkere wezîfeya xwe weke rêveberê partiya siyasî îstismar dike. Diviya bêalî tevbigeriya lê wî alî girtiye. Di encamê de ev kiryar sûcê îstîsmarkirina  xala 257’an a Qanûna Cezayê dike. Em dixwazin ku ev kesê ku peywira xwe binpê kiriye demildest bê cezakirin.”
Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Mazlûm Dogan li ser gora xwe hate bîranîn

Nivîsa Pêş

Peyama Rêber APO hat xwendin: Newroz azadî ye

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Peyama Rêber APO hat xwendin: Newroz azadî ye

Peyama Rêber APO hat xwendin: Newroz azadî ye

Zekiye Alkan li ser gora xwe hat bibîranîn

Zekiye Alkan li ser gora xwe hat bibîranîn

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.