Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çand, Hûner û Spor

Ciwanekî Reqayê ji zarokatiya xwe ve tiştên folklorî berhev kirin

Ciwanekî ji Reqayê mala xwe kir muzexaneyeke biçûk ku tê de gelek tiştên folklorî yên bajarê Reqayê bi cih bûne. Hin ji wan tiştên kevnar temenê xwe digihînin 100 salî. Ew hewl dide bi rêya berhevkirin û komkirina van tiştên kevnar çanda gelêrî biparêze.

Edîtor: Nucan Serdoz
06/03/2024 - 10:28
di nav Çand, Hûner û Spor, Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
Ciwanekî Reqayê ji zarokatiya xwe ve tiştên folklorî berhev kirin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Mueyed El Icêlî ji malbata ku ji sedsala borî ve girîngiyê dide çandê. Ji vê malbatê bi dehan rewşenbîr, bijîşk, mamoste û rojnamevan derketin. Di serî de Ebdulselam Icêlî. Heta niha jî navê vê malbatê di nav zarokên wê û şêniyên Reqayê de zindî ye.

Mueyed El Icêlî mala xwe ya li bajarokê Sehil ê başûrê Reqayê veguhast muzexaneyeke gelêrî ku bi vî awayî kultûra şêniyên Reqayê diparêze. Mueyed tiştên kevnar berhev dike û li mala xwe bi cih dike.

Mueyed (40) ji Reqayê ye, li dibistanên bajêr jî mamostetiyê dike. Her wiha karê berhevkirina tiştên antîk û kultûrî jî dike.

Mueyed got “Ez girîngiyê didim her tiştên girêdayî kultûra madî û nemadî, wek stran, adet, çalakî û tiştên kultûrî û antîk. Ew hezkirin û dilxwaziya min e.”

El Icêlî wiha domand: “Ez li maleke wiha mezin bûm ku girîngiyê didin çandê, min gelek tiştên ku dê li malan nedihatin bikaranîn, berhev dikirin û diparastin.”

El Icêlî diyar kir ji zarokatiya xwe ve ew van tiştên dîrokî û kevnar diparêze û bi kesên kesên girîngiyê didin vî yekê jî di nava têkiliyê de ye û got: “Dema ku ez bibînim tiştên wiha kultûrî tê telif kirin an jî pîşeyeke kultûrî winda dibe ez xemgîn dibim.”

Der barê muzexaneya xwe ya biçûk de El Icêlî got: “Gelek tiştên kevnar hene, ji wan ên girêdayî rês, alav û ta, alavên çêkirina qehweya erebî. Her wiha bi sedan kevnareyên baqir hene û hin ji wan heta niha tên bikaranîn wek hawan, qehwedank û destara destan a qehweyê, tasên baqir, alava hevîrtirşikê ya textî.”

El Icêlî wiha li gotina zêde kir: “Li gel min qumaşên ku bi destan li ser hatiye neqşkirin jî hene. Radyo, saetên kevnar, tizbî, kildank, agirpeşk, mizmar, def û neqşên ji zêdetirî 50 salan de hene.”

El Icêlî diyar kir ku hin tişt hene temenê wan digihîje zêdetirî 100 salan, wek qumaşan. Li gel wî bi sedan parçeyên qumaş ên ku bi destan hatine rêsandin hene.

El Icêlî da zanîn ku ew ji bo parastina dîrok û reseniya herêmê van tiştên kevnar berhev dike.

Di dawiya axaftina xwe de El Icêlî bi devoka Reqayê bang li şêniyên Reqayê kir ku van tiştên kevnar biparêzin, ji ber ku yên kevnarên wan tune be, niha û pêşeroja wan jî tune ye û got: “Ev tiştên kevnar nasnameya me ya Reqayê ne.”

 

1 Ji 14
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

9.

10.

11.

12.

13.

14.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Karasû: Dem hatiye ku êdî deriyên Îmraliyê bêne parçekirin

Nivîsa Pêş

Dîmenê gerîla ya çalakiya sekvaniyê li Zapê hat weşandin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Dîmenê gerîla ya çalakiya sekvaniyê li Zapê hat weşandin

Dîmenê gerîla ya çalakiya sekvaniyê li Zapê hat weşandin

Li Minbic bi pêşengtiya ciwanên meşekî ji bo 8’ê adarê pêk hat

Li Minbic bi pêşengtiya ciwanên meşekî ji bo 8'ê adarê pêk hat

Manşet

  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.