Enter your email Address

Pazar, Aralık 21, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KJK: Roj roja şikandina tecrîdê û bidestxistina serketinê ye

Koordînasyona KJK'ê bi daxuyaniyeke bal kişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO û, got: “Roj roja şikandina tecrîdê û bidestxistina serketinê ye. Dem dema azadiyê ye” û ji bo mîtînga mezin a li Kolnê bang kir.

Edîtor: Nucan Serdoz
02/02/2024 - 14:04
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
KJK: Roj roja şikandina tecrîdê û bidestxistina serketinê ye
ParvekeTweet

Navenda Nûçeyan – Koordînasyona KJK’ê (Komalên Jinên Kurdistanê) bi daxuyaniyekê bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, nobedên edaletê, çalakiyên li çar aliyên Kurdistanê û Ewropayê. KJK di daxuyaniya xwe de got: “Roj roja şikandina tecrîdê û bidestxistina serketinê ye. Dem dema azadiyê ye.”

Daxuyaniya KJK’ê bi vî rengî ye:

“Di çarçoveya pêngava ‘Azadî ji Rêber APO re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’, ji Şengalê heta Mexmûrê, ji Rojava heta bi Başûrê Kurdistanê, ji Bakur heta bi bajarên Tirkiyeyê û çar aliyên cîhanê li her derê çalakiyên xwendina pirtûkên Rêber Apo, şandina qertan ji bo Rêber Apo, li zindanan greva birçîbûnê û nobedên edaletê yên dayikên me, her wiha li Ewropayê meşa dirêj a gelê me bi coş û îdîayeke mezin dewam dikin. Her çalakî xwedî girîngî û wateyekê ye kuk me hinekî din nêzî azadiya Rêber APO dike. Ber bi 15’ê Sibatê roja qirkirina Kurdan, her çalakiyek divê hîn bêhtir xurt bibe, pêl bi pêl belav bibe û bandoreke mezin bike. Ev yek wê li dijî dewleta Tirk a faşîst, li dijî hêzên komploger û qirker bibe bersiva herî mezin.

‘Hevrêyên me yên li zindanan her roj berxwedanê xurt dikin’

Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan di roja 68’an de ne. Girtîgeh ew dever in ku dewleta Tirk a faşîst ji bo şikandina demokrat û şoreşgeran, ji bo teslîmgirtina wan û di şexsê wan de şikandina hêviya civakê weke qadên qirkirinê têne bikaranîn. Lê belê ev cihên qirkirinê bi têkoşîna Sara, Kemal, Mazlûm, Sema, Garîbe Gezer, Ayten Behçetan veguherîn cihê berxwedanê û derbê li faşîzmê dixe. Grevên birçîbûnê ku di roja 68’an de dewam dikin, nîşan didin ku hevrêyên me yên li zindanan ne tenê vê kevneşopiya berxwedanê weke mîrate wergirtine, di heman demê de her roj berxwedanê xurt dikin û vê mîrateyê mezin dikin.

‘Têkoşîna dayikên me mizgîniya serketinê ye’

Di serî de dayikên me yên tevlî çalakiya nobedê bûne, ku ji bo piştgiriya bi greva birçîbûnê ya li girtîgehan hate destpêkirin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam dike, çalakiyên xizmên girtiyan xeleka berxwedanê mezin dikin, hîn bêhtir xurt dikin. Hevrêyên me yên li zindanan û dayikên me yên li nobedên edaletê li ber xwe didin, em berxwedana wan silav dikin û bang li her kesî dikin ku li dora vê berxwedanê bicivin û têkoşînê mezin bikin. Dayikên me ji aliyekî ve ewladên xwe yên ji canê xwe hêjatir ji bo jiyaneke bi rûmet û azad mezin dikin, li aliyê din jî bêyî ku teredût bikin canê xwe ji bo jiyaneke azad dikin çeper. Têkoşîna dayikên me mizgîniya serketinê ye.

‘Her gavek ji bo azadiya Rêber APO tê avêtin, gaveke dîrokî ya ber bi azadiyê ve ye’

Her wiha ji bo balê bikişînin ser sala 25’an a komploya navneteweyî 25 hevrêyên me yên welatparêz ji Parîsê ber bi Strasboûrgê ve dest bi meşa dirêj a 25 rojan kirine, ku ev yek gelekî bi wate û girîng e. Li gel vê yekê meşa azadiyê ya ku 1’ê Sibatê li Bakurê Kurdistanê destpê kir, dîrokî ye. Em hemû meşvanên tevlî van çalakiyan bûne, yên tevkariyê li van çalakiyan dikin silav dikin. Ev çalakî wê armanca misogerikrina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin û derbasî nava dîroka berxwedanê bibin. Her çalakger bi vê têgihişt, coş, bawerî û dilxwaziyê tevlî dibin û ji aliyê gelê me ve bi coşeke mezin têne pêşwazîkirin. Her gavek ji bo azadiya Rêber Apo tê avêtin, her meş, her gotinek gaveke dîrokî ya ber bi azadiyê ve ye, gotineke dîrokî ye, berxwedaneke dîrokî ye.

‘Her meşa ji bo azadiya Rêber APO meşa azadiyê ya gel, jin û gelan e’

Ev çalakî hemû li Kurdistanê li dijî komplogerî û qirkeriyê dîroka azadiyê jinûve dinivîsînin. Îradeya Kurdan, jinan û bindestan li dora azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dicive, welatê azad, mirovê azad, jin a azad û mêr ê azad diafirîne. Her meşa ji bo azadiya Rêber Apo meşa azadiyê ya gel, jin û gelan e.

Rêber Apo rêberek e ku di dilê xwe de bi milyonan hildigire û divê em nîşan bidin ku Rêber Apo di her meşê de, di her çalakiyê de, di her gotinekê de di dilê milyonan de ye û bersiva xwe bi awayekî herî bi heybet bidin hêzên komploger. Em bi îdîa ne. Em bi biryar in ku îsal bikin salek ku ji aliyê fîzîkî ve xwe bigihînin Rêber Apo û derbasî nava dîrokê bikin. Ji bo vê jî divê em bi enerjiyeke bêdawî û rêxistinî, bi zanabûna ku ‘azadiya Rêber Apo azadiya me ye’ di nav çalakiyeke domdar de bin. Di pêşengtiya ciwan û jinên ku tiye azadiyê ne û dostên me yên li dijî pergala kapîtalîst têdikoşin, maf û erka me ye ku em ber bi azadiyê ve bimeşin û bi ser bikevin.

‘Roj roja şikandina tecrîdê û roja serketinê ye’

Roj roja şikandina tecrîdê û pêkanîna serketinê ye; Dem dema azadiyê ye. Li ser vê bingehê em bang li jin, ciwan, şoreşger, demokrat û dostên enternasyonal dikin ku meşa dirêj a li Ewropayê hîn bêhtir xurt bikin û mîtînga 17’ê Sibatê veguherînin rojeke dîrokî, çalakiyên edaletê yên li dora grevên birçîbûnê yên li zindanan û meşa azadiyê hîn bêhtir mezin bikin. Em her kesî vedixwînin pêvajoya ku bi ruhê hevrêyên me yên qehreman ku bi îrade, cesaret û biryardariyeke mezin di nava şart û mercên herî zehmet de bi operasyonên şoreşgerî yên ku li Zap, Metîna û Xakurkê pêk tînin û li pey hev derbên giran li artêşa Tirk a faşîst dixin, dikin ku her tim di nava çalakî û meşê de bin da ku tecrîda faşîzma qirker û tinekirinê bişkînin.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Di nava meha borî de 76 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin

Nivîsa Pêş

4 endamên Hêzên Ewlekariyê di êrişa dewleta Tirk de şehîd bûn

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
4 endamên Hêzên Ewlekariyê di êrişa dewleta Tirk de şehîd bûn

4 endamên Hêzên Ewlekariyê di êrişa dewleta Tirk de şehîd bûn

HRE’yê nasnameyên 5 şehîdên Basilê eşkere kirin

HRE’yê nasnameyên 5 şehîdên Basilê eşkere kirin

Manşet

  • 📌Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Civîna Xwe ya Salane li Hesekê Lidar xist
  • Rêber Apo: Bîranîna Rast Pêşxistina Têkoşînê Ye
  • ‘Em Ji Bo Geşkirina Jiyanê Tovên Hêviyê Diçînin’
  • Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin
  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

Herî zêde hatine xwendin

  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

    Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Civîna Xwe ya Salane li Hesekê Lidar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Bîranîna Rast Pêşxistina Têkoşînê Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 📌Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.