Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

16 binçavkirin û 12 doz hatin vekirin, îcar jî lêpirsîna ‘defê’ lê zêde kirin

Edîtor: Nucan Serdoz
10/01/2024 - 11:57
di nav Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
16 binçavkirin û 12 doz hatin vekirin, îcar jî lêpirsîna ‘defê’ lê zêde kirin
ParvekeTweet
ÊLIH – Ciwanê bi navê Vedat Ozer di 9 salan de 16 caran hate binçavkirin û derheqê wî de 12 doz hatin vekirin. Herî dawî jî bi hinceta ku di kongreya DBP’ê de ji bo stranekê li defê xistiye derheqê wî de lêpirsîn hate destpêkirin.
Ciwanê bi navê Vedat Ozer ê 26 salî li Êlihê dijî û ji 17 saliya xwe heta niha bi hincetên cuda gelek caran hate binçavkirin û derheqê wî de lêpirsîn hatin vekirin. Îcar jî bi hinceta ku di stranekê de li defê xistiye derheqê wî de lêpirsîn hate destpêkirin.
Ozer, di 9’ê kanûna sala 2015’an di 17 saliya xwe de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate binçavkirin û girtin. Bi heman sûcdariyê 6 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Di 29’ê cotmeha 2020’an de jî cezayê xwe temam kir û tehliye bû.
12 DOZ HATIN VEKIRIN 
Heta niha Ozer 7 caran li Êlihê, 4 caran li Amedê, 3 caran li Stenbolê û 2 caran jî li Enqereyê bi giştî 16 caran hatiye binçavkirin. Derheqê Ozer de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 2 doz, bi îdiaya “heqaret li serokkomar kiriye” 2 doz, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” 6, bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” dozek û bi îdiaya “gel ji bo kîn û dijminatiyê sor kiriye” jî dozek hatiye vekirin. Gelemperiya dozên derheqê Ozer de li Êlih, Amed, Stenbol û Enqereyê berdewam dikin.
Herî dawî jî bi hinceta “te di stranê de li defê xist” derheqê Ozer de lêpirsîn hate vekirin. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji bo lêpirsînê jî îdiaya “propagandaya rêxistinê” kir.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di 27’ê sibata 2022’yan de li Navenda Çand û Kongreyan a Nazim Hîkmet a Enqereyê 6’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Di kongreyê re strana “Gerîla û partîzan” hate gotin û lêxistina defê ya di vê stranê de jî weke sûc hate nîşandan. Ozer, di çarçoveya lêpirsînê de di 3’yê çileyê de li Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê îfade da.
OZER: EZ BÊHNÊ JÎ BISTÎNIM DÊ DOSYAYÊ VEKIN 
Ozer, da zanîn ku hêj gelek dozên derheqê wî de didomin û wiha got: “Em ji Êlihê çûn Enqereyê. Li wir strana ‘Gerîla û Partîzan’ hate gotin. Min li vir tenê li defê xist. Lê ev stran kirin hincet û derheqê min de dosyaya ‘propagandaya rêxistinê’ vekirin. Tevî ku min tenê li defê xistiye jî derheqê min de dosya vekirin. Êdî ez bêhnê jî bistînim derheqê min de dosyayan vedikin. Bi rastî jî ez fêm nakim bê ka ev edaleteke çawa ye.”
PARÊZER AZAD: ÊDÎ LÛTKEYA BÊHIQÛQTIYÊ YE 
Parêzer Serfiraz Azad jî diyar kir ku miwekî wî tenê di kongreyê de li defê xistiye û ev tişt anî ziman: “Strana di kongreyê de hatiye gotin û defa ku miwekîlê min lê xistiye ji bo lîstina dawetê ye. Dema li defê dixist jî stran negotiye. Tevî vê yekê jî li ser dirûşmên ku berz kiriye sekinîne û ji propagandayê lêpirsîn dane destpêkirin. Ev yek êdî lûtkeya bêhiqûqtiyê ye.”
Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Şagirta şehîd Sakîne Cansiz qala wê kir

Nivîsa Pêş

Şehîd Sara “Tenê sê rojan li mala me mabû, lê belê mîna sê salan bû.”

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Şehîd Sara “Tenê sê rojan li mala me mabû, lê belê mîna sê salan bû.”

Şehîd Sara "Tenê sê rojan li mala me mabû, lê belê mîna sê salan bû."

‘Azadiya Rêber Ocalan wê bibe çareseriya qeyranan’

‘Azadiya Rêber Ocalan wê bibe çareseriya qeyranan'

Manşet

  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.