Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PKK’ê li dijî êrîşkariya faşîst a AKP û MHP’ê banga geşkirina berxwedanê kir

Edîtor: Nucan Serdoz
01/08/2023 - 14:30
di nav Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
PKK’ê li dijî êrîşkariya faşîst a AKP û MHP’ê banga geşkirina berxwedanê kir
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN – Di daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê de ji xeynî banga berxwedanê hate diyarkirin ku êrîşên AKP û MHP’ê xwe dispêrin aliyên sîxur û hevkaran û hate gotin “Jin û ciwan di serî de divê hemû gel û dostên me gelekî bihistyar bin û divê tu carî firsendê nedin sîxur û hevkaran. Ji bo her welatparêz û demokratan tiştekî girîng û pêwîst e ku vê têkoşînê bi bandor bidomînin û bizanibin ku têkoşîna li dijî êrîşên faşîst û qirker ji têkoşîna li dijî xiyaneta sîxur û hevkaran nayê cihêkirin.”

Daxuyaniya PKK’ê wiha ye:

ÊRÎŞ BERIYA HER TIŞTÎ RÊBER APO DIKE HEDEF

Tayyîp Erdogan û dîktatoriya faşîst û qirker a Tifaqa Cûmhûr ku piştî hilbijartinên ne rewa xwe ji nû ve ava kir, weke ku dihate çaverêkirin, di serî de Îmrali û Herêmên Parastinê yên Medyayê di serî de bi piştgiriya NATO û PDK’ê de re êrîşî parçeyên Bakur, Başûr û Rojava, civaka Tirkiyeyê û gelê me yê li derveyî welat dike, di heman demê de zext û terora xwe ya faşîst jî zêdetir kiriye. Armacan van êrîşên faşîst û qirker diyar e: Rêber Apo di tecrîda Îmraliyê de bifetisînin, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bipelçiqînin, PKK’ê tasfiye bikin, gelê me yê welatparêz û dostên me yên demokratîk biçewisînin, li Bakurê Kurdistanê qirkirina çandî temam bike û parçeyên Başûr û Rojava dagir bike.

Bêguman ev êrîşên faşîst û qirker di serî de Rêber Apo dike hedef. Ji Rêber Abdullah Ocalan ê ku 25 sal in li Îmraliyê dîl tê girtin, 29 meh in tu agahî nayê stendin. Serlêdanên malbat û parêzeran ên hevdîtinê her tim tên redkirin. Ji aliyekî ve ev hevdîtin bi cezayên dîsîplînê yên beredayî tên astengkirin, li aliyê din jî tê xwestin ku Rêber Apo di çarçoveya hiqûqa Ewropayê de azadiya xwe ya fîzîkî bi dest nexe. Zext û êşkenceyên fizîkî û psîkolojîk ên di dîrokê de nehatine dîtin li Îmraliyê gihiştiye lûtkeyê. Ji ber vê yekê divê her kesê ku ji xwe re dibêje ez welatparêz û demokrat im, li hemberî vê rewşê bihistyar be û li dijî vê pergala qirkirinê têbikoşe. Pîvana sereke ya demokratiya yekgirtî û welatparêziyê ev e.

Rêber Abdullah Ocalan 25 sal in li dijî pergala êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê berxwedana herî mezin û bi wate ya azadiyê ya dîrokê dimeşîne. Ji ber vê yekê divê ev berxwedan rast were fêhmkirin û rast xwedî lê wer derketin. Li hemberî êrîşa tinekirinê ya ku her kêlî pêş dikeve ev berxwedan bilindkirina dilpakiya mirovahiyê ye. Li ser vê bingehê Kurdayetiya azad û mirovahiya ku tê xwestin bê xeniqandin, zindî tê hiştin. Li ser esasê ev tişt rast were têgihiştin, şert e ku têkoşîna azadî û demokrasiyê divê girêdayî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were geşkirin. Di vê çarçoveyê de di sedsaliya peymana qirkirinê de em helwesta gelê xwe yê ku li Lozanê xwedî li Rêber Apo derket û di 26’ê Tîrmehê de dostên me yên li Brukselê tevî 40 sendîka, ronakbîr û şaredarên li Ewropayê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin, silav dikin. Bi heman awayî em bang dikin ku çalakiyên li dijî êşkence û tecrîda li Îmraliyê û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo zêdetir bibin.

ÊRÎŞ XWE DISPÊRIN ALÎKARIYA JI NATO, ASTANA Û PDKÊ TÊ STENDIN

Eşkere ye ku êrîşên faşîst û qirker, tevî Rêber Apo re li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê jî zêde bûye. Ji 19’ê Tîrmehê û vir ve li Zap, Avaşîn û Metîna êrîşên nû yên dagirkeriyê hatin pêşxistin û di van êrîşan de her cure çekên qedexe, çekên nukleerî yên taktîkî jî tê bikaranîn. Faşîzma AKP-MHP’ê ji bo dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê ku ji Tebaxa 2016’an û vir ve tevî êrîşan jî nikare dagir bike, hemû hêz û rêbazên Tirkiyeyê seferber dike. Pir eşkere ye ku dema êrîşên dagirkeriyê yên qirker dikin, xwe dispêrin alîkariya ku ji NATO, Astana û PDK’ê stendine.

Gerîlaya Azadiya Kurdistanê, weke 7 salên borî bi qehremanî li dijî van êrîşên dagirkeriyê yên dawî li ber xwe dide û rê nade êrîşên dagirkeriyê yên faşîst û qirker. Weke ku her roj di çapemeniyê de jî tê dîtin, hêzên me yên gerîla bi çalakiyên xwe her roj derbên giran li komên dagirker ên faşîst dixin. Weke berxwedana Îmraliyê, divê wate û girîngiya dîrokî ya berxwedana gerîla ya îro di warê azadiya Kurd û mirovahiya demokratîk de jî baş were fêmkirin. Di vê çarçoveyê de em hemû hêzên xwe yên gerîla, fermandar û pêkhateyên şervan ên HPG û YJA-Starê yên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi taybet li Zap, Avaşîn û Metînayê li seranserê Kurdistanê li dijî dijminê faşîst û qirker di xeta xweparastinê de li ber xwe didin silav dikin û pîroz dikin. Em di wê baweriyê de ne ku çalakiyên gerîla wê hîn berfirehtir bibin û derbên giran li dijminê faşîst û qirker were xistin.

DIVÊ BERXWEDAN WERE GEŞKIRIN

Pir eşkere ye ku êrîşên faşîst ên ku dîktatoriya faşîst a Tayyîp Erdogan û Tifaqa Cûmhûr hewl didin di serdema nû de pêş bixin jî, hevgirtî ne. Ev êrîş xwedî aliyên îdeolojîk, siyasî û leşkerî ne û armanc dikin ku hemû beşên civakê bi taybet ciwan û jinan bikin hedef. Çawa ku Kurdan dike hedef, gelên Tirkiyeyê û hemû mirovahiyê jî dike hedef. Hewl dide bi mêtingeriya ku ku pê şxistiye hemû xweza û nirxên mirovahiyê tine bike. Di vê çarçoveyê de weke têkoşîna li Akbelenê em têkoşîna li dijî tinekirina xwezayê û berxwedana rojnamevanên ku heqîqetê diqîrin, silav dikin. Em bang li hemû gelê xwe, gelên Tirkiyeyê û mirovahiya demokratîk dikin ku li dijî êrîşên faşîzma AKP-MHP’ê li her qadê, berxwedaniya azadî û demokrasiyê ya tevahî xurtir pêş bixin.

DIVÊ JI FEALIYETÊN SÎXURAN RE DERFET NEYÊ DAYÎN

Eşkere ye ku tevî faşîzma AKP-MHP’ê êrîşên navborî pêş dixe, ji xeynî rê û rêbazên teknîkî hewl dide zêdetir xwe bispêre xayinên sîxur-hevkar, bi kar bîne û encam bigire. Li ser vê bingehê ji tirsandinê heta pêşkêşkirina îmkanên herî biçûk, her rê û rêbazê diceribîne. Bi taybetî jî hewl dide êrîşî aliyên welatparêz û demokrat bike û gotin di cih de be dixwaze di hundir de zirarê bide. Di vê çarçoveyê de divê hemû gel û dostên me bi taybet ciwan û jin gelekî hişyar bin û ti carî destûrê nedin fealiyetên bi vî rengî yên sîxuriyê. Bi hişmendiya têkoşîna li dijî êrîşên faşîst-qirker ji têkoşîna li dijî xiyaneta sîxur-hevkar nayê veqetandin, girîng û pêwîst e ku her welatparêz û demokrat li ku dibe bila bibe vê têkoşînê bi bandor bidomîne.

ZEKÎ ŞENGALÎ Û ŞEHÎDÊN TEBAXÊ HATIN BÎRANÎN

Weke tevger û gel em dikevin Tebaxeke nû. Tebax ne tenê meha pêngava şoreşê ye, di heman demê de meha komkujî û berxwedana li dijî komkujiyan e. Bi rastî em sala nehemîn a Komkujiya Şengalê ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de ji aliyê çeteyên faşîst ên DAÎŞ’ê ve hatibû destpêkirin û berxwedana mezin a li dijî wê diqedînin û dikevin sala dehemîn. Di serî de em van êrîşên qirkirinê ya bi navborî şermezar dikin û careke din berxwedana mezin a gelê me yê Kurd ê Êzidî ya li dijî êrîşa qirkirinê silav dikin û pîroz dikin. Di şexsê Mam Zekî Şengalî de em hemû şehîdên leheng ên vê berxwedana mezin bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em bawer dikin ku ev berxwedan wê di sala xwe ya 10’emîn de xurtir bibe û jiyana xweseriya demokratîk zêdetir pêş bikeve.

Em weke PKK’ê ji kêliya destpêkê ve li hemberî êrîşên qirker ên DAÎŞ’ê li kêleka gelê xwe yê Kurd ê Êzidî rawestiyan û bi dehan şehîdên me di nava şerê azadiyê yê Şengalê de dan. Piştre dema hate gotin ku “PKK’ê li pêşiya jiyana siyasî ya sivîl asteng e” me hêzên xwe yên gerîla ji herêmê vekişandin. Lê tevî ku ev 5 sal in jî hêzên ku vê yekê dibêjin û di nava mijarê de cih digirin, ti çareseriyeke cidî ya demokratîk pêşnexistine. Her wiha weke ku di peymana 9’ê Cotmehê de jî hate dîtin, li ser gelê me yê Kurd ê Êzidî sîstemeke nû ya zext û serweriyê ava kirin. Bi vê minasebetê em van hêzan hişyar dikin û bang li wan dikin ku dev ji van hewldanên xwe yên bêyom berdin, soza xwe bi cih bînin û piştgiriyê bidin pêşketina jiyana xweseriya demokratîk a gelê me yê Êzidî. Em diyar dikin ku em vê rewşê dişopînin da ku gelê me yê Kurd ê Êzidî bi êrîşeke nû ya qirkirinê re rû bi rû nemîne.

Di şexsê hevrê Huseyîn Mahîr, Sarî Îbrahîm, Egît Garzan û Atakan Mahîr de em hemû şehîdên meha Tebaxê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe ya ji bo bidestxistina armancên wan û zindî kirina bîranînên wan dubare dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG’ê bîlançoya meha Tîrmehê eşkere kir: 72 dagirker hatin cezakirin

Nivîsa Pêş

Hêlîn Umît: Divê her kes tevlî têkoşîna ekolojiyê bibe

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Hêlîn Umît: Divê her kes tevlî têkoşîna ekolojiyê bibe

Hêlîn Umît: Divê her kes tevlî têkoşîna ekolojiyê bibe

Kampa Jineolojiyê ya li Baskê bi coş bi dawî bû

Kampa Jineolojiyê ya li Baskê bi coş bi dawî bû

Manşet

  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.