Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YRK’ê nasnameya 3 gerîlayên li Asosê şehîd bûn, eşkere kir

Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyaniyekê nasnameyên 3 gerîlayên li Asosê şehîd bûn, eşkere kir.

Edîtor: Nucan Serdoz
15/01/2023 - 12:36
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
YRK’ê nasnameya 3 gerîlayên li Asosê şehîd bûn, eşkere kir
ParvekeTweet

Asos – Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyaniyekê ragihand ku di 29’ê Cotmeha 2022’yan de li çiyayê Asosê 3 gerîlayên wan şehîd bûne.

Daxuyaniya Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) wiha ye:

“Di demekê de ku herêm aloz bûye, serhildan û şoreş li Rojihilatê Kurdistan û Îranê gur bûne, mafên gelê Kurd bûne rojeva hemû cîhanê û tevgera me hêviyekê dide hemû serhildêr û şoreşgeran, êrişên li ser hêzên me jî zêdetir bûne. Her çend dawiya dagirkeriyê xuya dike, ewqas êrişkartir dibin. Ji destpêka şoreşa jin, jiyan, azadî şûnde êrişên li ser hêzên me zêdetir bûne û ew êriş piranî bi destê dewleta Tirk û bi rêya hêzên hewayî pêk tê. Amadekarî û fedakariya hêzên me bû sedem ku dijmin negihîşte armancên xwe. Fedakarî û berdêlên mezin yên ku me dan, bûne sedem ku dijmin weke hemû eniyan di wê eniyê de jî ser nekewe. Bêguman wê têkoşîna me heya şikandina tekûz ya dijmin berdewam be û em ê serketin û rizgariya ji gelê xwe re pêşkêş bikin. Di wan êrişên dijmin de dîroka 29’ê Cotmeha 2022’yan li çiyayê Asosê de hêvalên me Dilovan û Bager û herwiha h. Hogir Delîl bûn hedef û şehîd bûn. Me berê navê du hevalan ragihandibû û niha em nasnameya her sê hevalên xwe yên şehîd ji raya giştî re radigihînin.

Em ji bo şehadeta wan hevalan ji malbatên wan yên rêzdar, gelê xwe û hemû hervrêyên wan yên têkoşer re sersaxiyê dixwazin û dizanin ku emê bihevre bi xwedî derketin ji rêbaz û hedefa wan, bigihîjin serketina ku ew jê re têdikoşiyan.

Hevalê Hogir bi hesteke paqij û girêdaneke mînak tevlî refên şoreşê bû, xwe perwerde kir. Çi karê kete pêşiya wî kir û di ciyên pir hestiyar û hesas de bi girêdan û aqileke şoreşgerî û pir temîz û deqîq karê xwe kir û hertim bi hesteke ciwan û dînamîk xwest ku zêdetir pêşde biçe. Wî rihê Arbaba û Baneya şoreşger bi zanabûna şoreşgerî re kire yek û di demekê de ku xwe amade dikir da ku karên mezintir di wê serdema hestiyar de pêk bîne, bû şehîdê rêya baweriya xwe û dîrok û mîraseke birûmet ji malabata xwe û gelê xwe re bi cîh anî. Bêguman rihê wî dê bibe havênê şoreşeke mezin li bilindiya Arbaba û çiyayên Kurdistanê de.

Hevalê Dilovan bi zanabûn û dilovaniya xwe ya bêhempa çendîn salan kedeke mezin di nav gel de da û piştre jî heman ked bi rihê çiyayan re kire yek û bû nimûneya hevaltiyê ji hevalên xwe yên têkoşer re û bû zarokê fedakar yê gelê xwe. Girêdana zanistî û hestiyariya ku bi rêberê xwe û gelê xwe re di xwe de çandibû, hêzek di wî de çê kiribû ku ew pêşde dibir û her dera ku çuyê keda wî xûya kir, dawiyê de jî bû beşek ji dîroka serfiraz ya gelê xwe.

Hevalê Bager jî rihê serhildêr yê Bismilê bi evîna çiyayan re anî û bi Rojhilatê Kurdistanê ve peywend da. Ew nimûneyeke ji yekpareya Kurdistanê û sinûrnenasiya ciwanên Kurd ji bo tekoşîna netewî. Di hemû ciyên tkoşînê de bi hez kirin kar kir. Wî çawa ji Bismilê hez kir, ji hemû Kurdistanê jî hez kir û dawiyê de bû beşek ji çîroka evîn û serbilindiyad welatê xwe. Rihê wî dê şopînerê wê hezkirinê li welat be heya ku bi serkeftina doza xwe şa be.

Em ji malbata wan hevalên xwe yê şehîd û hemû gelê Kurdistanê û mirovahiyê re serxiyê dixwazin. Ew têkoşerên rêya mirovahiyê û azadîxwaziyê bûn. Bi hebûna wan tekoşerên fedakar û mezine ku şoreş pêş dikeve û em bibiryartir dibin ji bo ku azadiyê ji hemû mirovahiyê re pêşkêş bikin. Di kêlek xemgîniya xwe ya kûr ji şehadeta wan, hêza ku em ji wan digirin, dê bihilê ku em bi îradeyeke mezintir têkoşînê bikin û di rêbaza rêber xwe û azadiya gelê de berdewam bin. Soza me ji wan re dê gihîştina serkeftinê be. Em hemû gelê xwe jî dixwazin ku bi serdana malbatên wan hevalan merasimên hêjayî wan li dar bixin û bîranîna wan biheybet lidar bixin.

Şehîd hertim bi hêş û hestên me de saxin û qet namirin. Bijî têkoşîna azadîxwaza gelan li Kurdistanê û herêmê de.

Nasnameya hersê şehîdan wiha ye:

Nav: Hadî Rehmanî
Nasnav: Hogir Delîl
Navê dayik û bav: Nazdar – Mihemed
Cihê jê dayikbûnê: Gundê Sebetlu
Dîroka tevlîbûnê: 2017
Cih û dema şahadetê: 29’ê Cotmeha 2022’yan- Çiyayê Asos

Nav: Mihemed Akababa
Nasnav: Dilovan Cîlo
Navê dayik û bav: Xanim- MihemedCihê jê dayikbûnê: Meletiya
Dîroka tevlîbûnê: 2015
Cih û dema şahadetê: 29’ê Cotmeha 2022’yan- Çiyayê Asos

Nav: Bênyamîn Akso
Nasnav: Bager Bismil
Navê dayik û bav: Redîfe- Ehmed
Cihê jê dayikbûnê: Bismîl
Dîroka tevlîbûnê: 2013
Cih û dema şahadetê: 29’ê Cotmeha 2022’yan- Çiyayê Asos”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Êrîşên leşkerên Tirk ên Dagîrker li dijî koçberan zêde dibin

Nivîsa Pêş

KCK’ê Jibo Veysî Taş Daxuyanî Da

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
KCK’ê Jibo Veysî Taş Daxuyanî Da

KCK'ê Jibo Veysî Taş Daxuyanî Da

Ciwanên Welatparêz û jinên ciwan ên têkoşer Jibo rewşa a dawî ya Rêber Apo bangawazî kirin

Ciwanên Welatparêz û jinên ciwan ên têkoşer Jibo rewşa a dawî ya Rêber Apo bangawazî kirin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.