Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK’ê Jibo Veysî Taş Daxuyanî Da

KCK'ê ji bo Veysî Taş daxuyaniyek weşand ku bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd bedena xwe da ber agir û got, "Ew tevlî karwanê şehîdan bû û êdî şehîdekî Kurdistanê ye."

Edîtor: Nucan Serdoz
15/01/2023 - 12:45
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
KCK’ê Jibo Veysî Taş Daxuyanî Da
ParvekeTweet

Navenda Nûçeyan – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî Veysî Taş daxuyaniyek weşand, ku Taş roja Înê li Mêrdînê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir. Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“Hevalê Veysî Taş ê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêber Apo bedena xwe da ber agir, şehîd bû. Me çalakiya heval Veysî Taş û gotinên wî yên di dema çalakiyê de anîn ziman, ji çapemeniyê bihîst. Hevalê Veysî Taş li dijî tecrîda li ser Rêber Apo, çalakiyek siyasî kir û gihişt şehadetê. Em di şexsê heval Veysî Taş de, car din hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza serketinê ya ku me dane şehîdan, dubare dikin.

Weke ku ji peyama hevalê Veysî Taş hate fêmkirin, welatparêzekî pir bi hêja bû ku temenê xwe daye têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê. Di dema darbeya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê de li girtîgeha Amedê maye û êşkenceya giran dîtiye. Di demên piştre de jî hatiye girtin û li girtîgehê maye. Rûyê qirker, êşkencekar û dijminahiya li Kurdan ê dewleta Tirk a qirker û mêtinger, baş dîtiye û nas kiriye. Heta dawiya jiyana li dijî dijminê qirker û mêtinger têkoşiya ye. Lewma tê dîtin ku di asta herî dawî de kesekî zane û xwedî hesteke kûr a welatparêziyê ye. Bi gihiştina asta şehadetê re, ew êdî tevlî karwanên şehîdan bûye û bûye şehîdekî Kurdistanê.

Hevalê Veysî Taş bi vê çalakiya xwe bi awayekî pir zelal dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re û nirxê Rêber Apo yê ji bo gelê Kurdistanê çiqas mezine, danî holê. Çalakiya ku pêk aniye nîşan daye ku ew bi evîn û hezkirinek kûr dilsozê Rêber Apo û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ye. Dilsoziya wî ya bi Rêber Apo û doza Kurdistanê re, gelekî mezin û bi wate ye. Çalakiya wî jî mînaka cesaret û dilsoziyeke mezin e. Rêzdarî û hezkirinek mezin heq dike. Peyamên ku ji me re hiştî jî di asta herî jor de pir bi wate û girîng in. Behskirina Apê Mûsa û bîranîna Çaran û Ferhat Kûrtay, pir bi wate ye. Bangên ku li gelê Kurd kir û peyamên ku daye hunermendên Kurd, divê bi baldarî bê pêkanîn. Divê hemû xwestek û bangên welatiyê Kurdistanê welatparêz Veysî Taş beriya ku şehîd bibe daye diyarkirin, watedar bê dîtin û bên bicihanîn. Em weke tevgera azadiya Kurd, bang û daxwazên hevalê Veysî Taş, ji xwe re ferman dibînin û em ê wisan nêz bibin.

Hevalê Veysî Taş çalakiyek mezin kiriye, bang li gelê me, dostên me û hêzên demokrasiyê kiriye ku heta misogerkirina şert û mercên tenduristî, ewlehî û azadiyê yên Rêber Apo têkoşîn bê mezinkirin û ber bi serketinê ve bê birin. Di heman demê de weke tevger, ji me xwestiye ku em têkoşînê li dijî dijminê qirker û mêtinger bi rêbazek dewlemend û çalakiyên bi encam, mezin bikin. Lewma divê çalakiya welatparêzê me yê hêja Veysî Taş rast bê fêhmkirin, mirov nekeve nava dubarebûnekê, têkoşîn bê mezinkirin û bersiva herî bi wate bê dayîn.

Peyam û banga esas a ku hevalê Veysî Taş ji bo me kir; nerazîbûna li dijî tecrîda li ser Rêber Apo bê mezinkirin û pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê bê şikandin. Ji bo xwedîderketina li bîranîna hevalê Veysî Taş, destpêkê divê li ser esasê vê bangê bê tevgerkirin. Em ji bo şikandina pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê û ji bo misogerkirina azadiya Rêber Apo ku banga esasî ya heval Veysî Taş û hemû şehîdên me ye, bang li gelê xwe, dostên xwe û jinan dikin ku nerazîbûneke hîn xurttir raber bikin û têkoşînê bilind bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

YRK’ê nasnameya 3 gerîlayên li Asosê şehîd bûn, eşkere kir

Nivîsa Pêş

Ciwanên Welatparêz û jinên ciwan ên têkoşer Jibo rewşa a dawî ya Rêber Apo bangawazî kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ciwanên Welatparêz û jinên ciwan ên têkoşer Jibo rewşa a dawî ya Rêber Apo bangawazî kirin

Ciwanên Welatparêz û jinên ciwan ên têkoşer Jibo rewşa a dawî ya Rêber Apo bangawazî kirin

HPG’ê 6 gerîlayên sala 2017’an şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê 6 gerîlayên sala 2017'an şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr anî

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.