Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK’ê bi wesîleya rojiya Muherremê û Roja Aşûrayê peyamek weşand

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê bi wesîleya rojiya Muharremê û Roja Aşûrayê peyamek weşand.

Edîtor: Nucan Serdoz
11/08/2022 - 11:36
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Komîteya Baweriyan û Gelan a KCK’ê: Îbadeta herî mezin berxwedana li dijî zilmê ye
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê bi wesîleya rojiya Muherremê û Roja Aşûrayê peyamek weşand û got: “Em hêvî dikin şîn û rojiya ku gelê me yê Misliman ên Şîe girtî, rojiya ku Elewiyan girtî û Aşûra ku bi hevre par kirine, ji aliyê heq ve bê qebûlkirin û em destnîşan dikin ku kesên ku berxwedana Kerbelayê ya Îmam Huseyîn bi îbadetê bi bîr tînin, nirxekî pir girîng ê mirovatiyê divejînin.”

Di daxuyaniya nivîskî ya Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê de hat gotin, “Misilmanên Şîî û Elewî bi rojiyên xwe û bi pariyên Aşûra yên hevpar berxwedana Kerbelayê bi bîr anîn. Em dua dikin ku şîn û rojiya ku wan girtî û nalînên Aşûrayê yên hevpar di lênûsa heq de bên nivîsandin. Em hêvî dikin şîn û rojiya ku gelê me yê Misliman ên Şîe girtî, rojiya ku Elewiyan girtî û Aşûra ku bi hevre par kirine, ji aliyê heq ve bê qebûlkirin û em destnîşan dikin ku kesên ku berxwedana Kerbelayê ya Îmam Huseyîn bi îbadetê bi bîr tînin, nirxekî pir girîng ê mirovatiyê divejînin.”

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin;

“Berxwedana Îmam Huseyîn û rêhevalên wî yên li Kerbelayê, nûnertiya helwesta heq û heqîqetê ya li hemberî çewsandin, zilm û êşkenceya li gelên Rojhilata Navîn e. Ev helwest di dîrokê de bûye îfadeya şênber a ruh, bawerî û hişmendiya bêdawî ya azadiyê ya li xaka Rojhilata Navîn. Xeta berxwedanê ya Îmam Huseyîn bûye nirxeke civakî ya ewqas mezin ku bi îbadetan tê pîrozkirin. Berxwedana wan a li dijî Yezîd ku rûmet û wijdanê mirovî bin pê kir, Îmam Huseyn û hevalên wî kirin nirxên civakê. Di vê wateyê de sekinandina li hemberî Yezîdên îroyîn, ku bi êrîşkirin, bi derew û xapandina civakê, bawerî, ziman û çanda wan înkar dike û qirkirinê li ser gelan birêve dibe, bi zindîkirina Îmam Huseyîn û hevalên wî re hemwate ye. Weke ku em her roj dijîn, helwesta li dijî rejîma faşîst a ku bi şer, wêrankirin, talankirina xwezayê, komkujî, derew, xapandin û sûcê hebûna xwe xurt dike, helwesta li dijî Yezîd e. Mînaka berxwedana hemdem a Huseyînên îroyî Gerîlayên Tevgera Azadiya Kurd in. Zarokên Kurd ên ku bi îrade li dijî her cure çekên kîmyewî li berxwe didin, nûnertiya Huseyînên hemdem ên serdema me dikin. Di vê wateyê de gelê Kurd ê ku azadî, demokrasî, welatîbûna wekhev, maf û edaletê dixwaze, bi qasî komkujiya li Kerbelayê bi zilmê re rû bi rû ye. Ya girîng ew e ku em yezîdên hemdem û zilma wan bibînin û li hember wan rawestin.

Canên Elewî yên Birêz:

Rojiya Muharremê îsal di bin şert û mercên pir dijwar û di bin êrîşên giran de ji bo Canên Elewiyan derbas bû. Elewiyên li Tirkiye û Kurdistanê dijîn di bin zext û çewisandineke mezin a rejîma faşîst a Erdogan-Bahçelî de ne. Êrîşên qirkirinê, zext û êşkenceyên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îfadeyên herî berbiçav ên vê rastiyê ne. Erdnîgariya ku Elewî lê dijîn tê talankirin, daristan tên şewitandin, dar tên birîn û vedihuerînin amûra bazirganiyê, çete ber bi dergahên Elewiyan ve tên arastekirin û peyamên komkujiyê ji Elewiyan re tên dayîn. Em careke din tînin bîra Elewiyan ku rêya ku Elewî layiqî Îmam Huseyîn bin, ji ber van hemû sedeman û gelek sedemên ku ne hewce ye em li vir bînin ziman, ji têkoşîna bi hev re ya li dijî yezîdiyatiya ku di vê serdemê de heye re derbas dibe. Muharrem di vê wateyê de ferman dide Elewiyan ku bi hêzên demokrasiyê re li dijî faşîzma Erdogan-Bahçelî têbikoşin. Em di wê baweriyê de ne ku têkoşîna li dijî Yezîdiyatiyê ya ji aliyê Erdogan ve hatiye nûkirin erka her kesê xwedî li Huseyîn derdikeve ye. Bi boneya Rojiya Muharremê di serî de Elewî em bang li her kesên azadî û edaletê dixwazin dikin ku têkoşîna demokrasiyê bilind bikin. Em bang li hemû baweriyan û bi taybetî jî misilmanên Şîe yên ku bawer dikin Îmam Huseyîn ji bo mirovahiyê têdikoşe û berxwedana wî mafdar û rewa dibînin, li dijî rejîma herî faşîst a Rojhilata Navîn ango rejîma senteza Tirk-Îslamê di eniya hevpar de têkoşîna demokrasiyê bilind bikin.

Bi wesîleya vê rojê em careke din bi bîr tînin ku Elewî bi daxwaza mafên xwe yên hemwelatîbûna azad û wekhev pêkhateya sereke ya bilindkirina têkoşîna demokrasiyê ne. Em Elewiyan vedixwînin ku vê rastiyê hîn kûrtir bibînin, derxînin zanabûnê û daxwazên xwe zêdetir bi cih bînin. Em dixwazin destnîşan bikin ku têkoşîna demokrasiyê ya ku ji aliyê Elewiyan ve tê meşandin, wê hawirdoreke wisa ava bike ku tê de înkara Elewiyan wê tunebe, îbadetên elewiyan bên qebûlkirin, dest li cihên pîroz û Jîyar neyên dayin û têgihîştina hemwelatîbûna wekhev bêyî ku tu zext û qedexe lê bê kirin baweriya xwe bijîn û xwe îfade bikin. Em bang li Elewiyan dikin ku li hemberî helwest û têgihiştinên ku hewl didin bi rojevên çêkirî yên ji derve tên ferzkirin rê li ber mezinkirina têkoşîna demokrasiyê bigirin, hestiyar bin û yekîtiya xwe xurt bikin.

Bi boneya rojiya Muherremê û roja Aşûrayê em careke din hêvî dikin ku kesên ku Îmam Huseyn di dilê xwe de hîs dikin rojî û xizmetên her duwanzdeh îmaman ên wan di lênûsa heq de bên nivîsandin. Em bang li hemû hezkiriyên Huseyîn dikin ku Hz. Huseyîn û canên ku şehîd bûne di têkoşîna li dijî zilmê de bidin jiyîn. Bi wesîleya vê rojê em diyar dikin ku têkoşîna azadiya Kurdistanê ku tevgera Huseynî ya hemdem de di têkoşîna xwe de bîranîna wan vedijîne û em her kesî vedixwînin ku tevlî nava refên têkoşîna demokrasî û azadiyê bibin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – HRE: 1 ji wan fermandar 6 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin – HATE NÛ KIRIN

Nivîsa Pêş

HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên ku li Cîlo şehîd bûne eşkere kir

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên ku li Cîlo şehîd bûne eşkere kir

HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên ku li Cîlo şehîd bûne eşkere kir

LEZGÎN: Gerîla TV dîmenê çalakiya sabotajê weşand

LEZGÎN: Gerîla TV dîmenê çalakiya sabotajê weşand

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.