Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Em gel û tevger di pêvajoyeke girîng û krîtîk de ne

KCK'ê gerîla pîroz kir û got, "Em hevrêyên xwe hemûyan ji dil û can pîroz dikin ku tevlî vê pêvajoya serketî bûne."

Edîtor: Nucan Serdoz
24/06/2022 - 10:45
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK: Divê em li dijî kemînên PDK’ê hişyar bin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji fermandar û şervanên HPG û YJA Starê re peyameke pîrozbahiyê şand. KCK’ê got, “Beriya her tiştî em şehîdên xwe yên leheng ên Pêngavên Şoreşgerî yên Bazên Zagrosê û Şehîd Savaş a Cenga Xabûrê bi rêzdarî bi bîr tînin. Em soz didin ku ala wan a berxwedanê bi ser bixînin û xwedî li bîranîna wan derkevin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di peyamê de wiha got;

“Hevrêyên hêja

Em gel û tevger di pêvajoyeke girîng û krîtîk de ne. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ji 14’ê Nîsanê û vir ve bi piştgiriya ji hêzên hegemonîk û hevkarên xwe yên herêmî wergirtî, dest bi pêleke nû ya êrîşê kiriye. Bi vê pêla êrîşê re ku weke hewldaneke dawî jî dikare bê pênasekirin, dijminê mêtinger heta jê tê êrîş dike, dixwaze serketineke biçûk a li dijî gerîla ji xwe re bike çavkaniya jiyanê. Tevî ku zêdeyî du meh di ser re derbas bûne jî dijmin bi ti awayî negihîştiye armanca xwe, di serî de Zap, Avaşîn û Metînayê li berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê rast hat. Lewma serketina berxwedana we hevrêyên hêja, ku di Pêngavên Şoreşgerî yên Bazên Zagrosê û Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de nîşan dan, hesabên dijmin hemû têk bir, dijmin anî ber hilweşînê. Di heman demê de dilê gelê me û dostên me xweş kir, bû moraleke mezin.

Hevrêyên hêja

Hûn, ku nûnerên nifşê fedaî ne ku bi felsefeya jiyan û têkoşînê ya Rêber Apo û bi ala berxwedana gerîla ya Pêngava 15’ê Tebaxê ya hevrê Egîd bûne mîna pola, di cihê diyarker ê şer de ne ku li ser gelê me tê ferzkirin. Beriya we fermandarên me yên fedaî Delal Amed, Reşît Serdar, Alî Piling, Rojîn Gewda, Savaş Maraş û gelek fermandarên ku em nikarin navê hemûyan bilêv bikin, heman al bi rûmetdarî bilind kirin. Hûn weke şopdarên van fermandarên me yên fedaî, di asta ‘lûtkeyê’ de li navenda vî şerî ne. Hûn zanin ku ya li vê xakê diparêzin, ne tenê herêmeke, hûn paşeroja azad a gelê me, tevahiya xaka welat diparêzin. Em ji xwe zanin ku haya we ji vê berpirsyariya wezîfeya girîng heye û bi cih tînin. Berxwedana ku par li Garê destpê kir û li Mamreşo, Girê Sor û Werxelê dijmin hejand, îsal jî li Werxelê, Kurojahro, Şikefta Birîndara, Şehîd Şahîn, Girê Cûdî, Girê FM û Girê Hakkarî rê nade dijmin û derbên herî giran ên dîrokê lê didin. Ev pêvajoya şer ku bi Mizgîn û Rohatan destpê kir, bi Mahîr, Siyabend û Ekînan geş bû û bi Nalîn û Ozguran gihîşt asta herî bilind, bi fermandarên me yên pêşeng ên Tunela Şer a Şehîd Berxwedan Bager, Avzem, Arîn û Şerzanan bûye mizgîniya herî mezin a serketinê. Di Meha Fedaiyan de, bi ruhê hevrê Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) û serhildêriya Zagrosan, van şehîdên me yên leheng mîna Çaran a di dîroka me de helwesta şoreşgerî bi biryardarî nîşan dan û bûn pirek di navbera kevneşopî û paşerojê de. Nîşan dan ku fedakarî, wêrekî, bawerî û hevrêtî divê li ser bingeha kîjan ruhî be.

Pêvajoya şerê du meh û nîvan a derbasbûyî, bi rengekî eşkere nîşan daye ku Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî ku stratejiya azadiyê ya serdemê ye, dema bi rengekî rast bi cih were anîn, hingî tiştek namîne ku gelê me û hêzên me yên azadiyê nikaribin bi ser bixînin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku xwe bi ruhê fedaî yê Apoyî û baweriya bi serketinê xurt kirine, eger kêmasiyên şer ên dema derbasbûyî çareser bike, wê serketinên hîn mezintir bi dest bixin. Em zanin ku fermandarî û sewk-îdareyên me şer gav bi gav plan dikin, analîz û perspektîfên pêwîst destnîşan dikin. Eger dersên hatine wergirtin û peyamên ku şehîdên me ji me re hiştine bi rengekî rast bêne şîrovekirin, serketin wê teqez be.

Li ser vê bingehê em careke din di şexsê şehîdên me yên vê pêvajoyê de şehîdên me yên leheng hemûyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em hevrêyên xwe hemûyan ji dil û can pîroz dikin ku tevlî vê pêvajoya serketî bûne. Ji bo wezîfeyên xwe yên vê pêvajoya dîrokî di dema xwe de û bi rengekî serketî bi cih bînin em serketinê ji hevrêyan hemûyan re dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Zarokên Agir: Dem dema hesab pirsîna ji dagirkerî û hilweşîna faşîzmê ye

Nivîsa Pêş

Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 473’an de dewam dike

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Malbata Şenyaşar: Dayikek dilê wê şewitî ye 231 roj in têdikoşe

Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 473'an de dewam dike

Parêzerên Rêber Apo ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.