Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê endamê Fermandariya Botanê Şervan Êrkendî bi bîranî

HPG'ê endamê Fermandariya Botanê Şervan Êrkendî (Cebraîl Gultekîn) yê şehîd bû bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Em wê sozê didin ku teqez bibin gerîlayên serketinê yên Apoyî û vê xeta lehengiyê bi serketinê tacîdar bikin."

Edîtor: Nucan Serdoz
15/06/2022 - 10:08
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
HPG’ê endamê Fermandariya Botanê Şervan Êrkendî bi bîranî
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“26’ê Îlona 2021’ê li herêma Besta ya Şirnexê li qada Çeqçeqo, di şerê dijî dagirkerên dewleta Tirk a mêtinger de endamê Fermandariya Botanê hevrêyê me Şervan Êrkendî (Cebraîl Gultekîn) şehîd bû. Em sersaxiyê ji malbata hêja ya hevrêyê xwe, ji xelkê Êrkendî yê welatparêz û tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê re dixwazin. Soza ku me dane şehîdên xwe, soza serketinê di şexê hevrêyê xwe Şervan ê leheng de dubare dikin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Şervan wiha ne:

 

Nasnav: Şervan Êrkendî
Nav paşnav: Cebraîl Gultekîn
Cihê jidayikbûnê: Edene
Dayik-Bav: Xezal-Mehmet Şîrîn
Dem û cihê şehadetê: 26’ê Îlona 2021 / Botan

 

Hevrêyê me Şervan, ji nava xelkê Êrkendî yê welatparêz weke ewladekî esîl li Edeneyê ji dayik bû. Xelkê Êrkendî ye ji gundiyên Botanê ye ku piştî tevgera Apoyî xwe gihand herêmê yek ji gundên destpêkê ye ku bû welatparêz. Êrkendiyan dil dan tevgera Apoyî, ewladên xwe yên herî hêja û bijarte tevlî têkoşîna azadiyê kirin, tevî gelek şehîdên xwe yên leheng bûn xwedî payeyeke mezin a rûmetê û bi vî rengî hatin naskirin. Ji ber vê yekê dewleta Tirk a qirker mêtinger ji xelkê Êrkendî gelekî aciz bû, bi siyaseta dijminane bi rengekî bêsînor zilm û zext li wan kir. Xelkê Êrkendî jî ti carî serî li ber dijmin netewand, berdêla xwe sirgûnkirina ji Kurdistanê jî be ji dilsoziya bi doza azadiyê û nirxan venegeriya. Li her devera ku çûyê bi nirxên Kurdistanî jiya, ti carî ji welat û têkoşînê qut nebû.

Hevrêyê me Şervan li nava malbateke wiha mezin bû, Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê zû nas kir, pîvanên welatparêziyê jî ji xwe re kir nasnameya bingehîn. Hevrêyê me Şervan ku dilê wî bi coşeke mezin lê dida, yekî dînamîk û xwedî karakterekî lêgerîner bû. Li dibistanan 13 salan bi rengekî serketî xwend. Di heman demê de bala wî li ser muzîkê bû, di hunera muzîkê de jî xwe bi pêş ve bir, weke baterîstekî profesyonel tevlî gelek konseran bû. Cihê xwe di nava karên çand, huner û ciwanan de girt, bi wezîfeya berpirsyariya şoreşgerî rabû. Hevrêyê me Şervan her tiştên ku mirovek dixwaze li nava civakê bibe xwedî, bi dest xist. Lê ev hemû red kir û sala 2012’an ku serdema herî girîng a Şerê Gel ê Şoreşgerî bû, tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Şervan vê carê xwest strana azadiyê bi çeka xwe bibêje, di demeke herî dijwar a têkoşîna me de derfetên jiyana şexsî hemû danî aliyekî û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me Şervan li Garê, Xakurkê û Zapê gerîlatî kir, zû bi pêş ket û bû milîtanekî Apoyî yê li pêş çavan. Dema ku El Nûsra, DAÎŞ û gelek çeteyên mîna wan bi destê dewleta Tirk êriş birin ser Şoreşa Azadiyê ya Rojava, hevrêyê me Şervan derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Pênc salan li Rojavayê Kurdistanê û gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî çalakiyan bû, weke fermandarê baskê êrişê pêşengî ji dehan çalakiyan re kir û koordîne kir. Bi wêrekiya xwe ya mezin û ruhê bilind ê êrişê xwe tevlî pratîka şer kir. Di dem û cihên cuda de 3 caran birîndar bû, her carê jî birîna xwe pêçand, ders jê derxist û zû li wezîfeya xwe vegeriya.

Bi sekn û pratîka xwe ya serketî ya li Rojavayê Kurdistanê bû mînak ji hevrêyên xwe hemûyan re. Ji gelek ciwanên Kurd û Ereb re bû çavkaniya sûdwergirtinê û bi saya vê yekê gelek ciwanan berê xwe dan nava refên şoreşê. Tecrûbeya xwe ya mezin a leşkerî gihîşt çiyayên Kurdistanê, li Akademiya Mahsûm Korkmaz li ser gerîlatiya serdema nû kûr bû, ji aliyê rê û rêbaz ve xwe nû kir. Piştî akademiyê jî du salan karên rêxistinî yên ku bawerî, fedakarî û hesasiyeteke mezin jê re divê, bi rengekî serketî meşand û giranî da ser gerîlatiya li Bakurê Kurdistanê. Hevrêyê me Şervan gelekî dixwest li warê xwe, li xaka Botanê gerîlatiyê bike. Ti carî dest ji vê armanca xwe berneda û dawiya dawî weke Endamê Fermandariya Botanê derbasî Botanê bû. Li gel wêrekiya xwe ya bilind û ruhê fedaî, bi jêhatîbûn, kesayetiya xwe ya bi huner, hişmendiya şoreşgerî û pêşdîtina xwe ya xurt, taktîkên gerîla bi rengekî aqilane bi cih anî. Di dîroka me ya têkoşînê de bû yek ji mînakên bijarte yên zû bi pêş ket û bû fermandar. Bi performansa xwe ya di têkoşînê de, bi dilsoziya bi gel û hevrêyan re, durustî, jidilbûn, wêrekî û fedakariyê, bi sekna fedaî ya li ser xeta lehengiyê, ji bo me tê wateya asteke rasteqîn ku em hemû divê ji xwe re bikin esas.

Di serî de malbat wî, xelkê Êrkendî û Botanê ku ji navendên welatparêziyê yên herî girîng ên Kurdistanê ye û xelkê Kurdistanê, ji ber ku lehengekî bi vî rengî û fermandarekî leheng ji nava xwe derxistiye çiqasî pê serbilind bin, hêja ye. Em ê teqez bibin hevrêyên wan, li ser rêya van hevrêyan, li ser xet û helwesta wan bibin gerîlayên serketinê yên Apoyî yên rasteqîn û vê xeta lehengiyê bi serketinê tacîdar bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gerîla TV dîmena çalakiya Girê Hekarî parve kir

Nivîsa Pêş

Gerîla derbên giran li dagirkeran da – 10 dagirker hatin cezakirin, 4 çeper hatin îmhakirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
LEZGÎN: Gerîla li Zapê 10 dagirker ceza kir

Gerîla derbên giran li dagirkeran da - 10 dagirker hatin cezakirin, 4 çeper hatin îmhakirin

Li Silêmanî şênî daketin qadan

Li Silêmanî şênî daketin qadan

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.