Enter your email Address

Çarşamba, Şubat 4, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Gerîlayên HPG û YJA STAR: Emê careke din nehêlin ku gelê me bê qirkirin

Gerîlayên ku li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi rengê fedaî li ber xwe didin, diyar kir ku ew bi bawerî li ber her cûre êrişê radibin û gotin, "Gelê me û dostên Kurdan divê bi gerîla re bibin yek û şerê gel ê şoreşgerî bi ser bikeve."

Edîtor: Nucan Serdoz
10/06/2022 - 11:22
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Gerîlayên HPG û YJA STAR: Emê careke din nehêlin ku gelê me bê qirkirin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Gerîlayên HPG û YJA Starê berxwedana gerîla ya li Zapê ji ANF’ê re nirxandin.

Gerîlayê HPG’ê Welat Mîdyad diyar kir ku dewleta Tirk li her qadê êrişî gelê Kurd dike û bi taybetî êrişên li ser gerîla û girtiyan vê demê zêde kiriye.

Welat Mîdyad destnîşan kir ku gerîla jî bi rengekî mezin li dijî êrişan li ber xwe didin û got, “Em bi taktîkên gerîla yên nû û modern li ber êrişên dewleta Tirk radibin. Bi taktîkên tîmên bi tevger ên gerîla teknîka ku dewleta Tirk ji NATO’yê standiye tê têkbirin. Çawa ku dewleta Tirk par li Zap, Avaşîn û Metînayê têk çû îsal jî wê têk biçe. Dewleta Tirk ji destpêka êrişan ve gaza kîmyewî bi kar tîne, lê belê li pêşberî berxwedana bêhempa ya hevrêyên me xitimî ye. Em ê ti carî destûrê nedin ku dijmin li xaka me bimîne û gelê me qir bike. Em ê heta dawiyê gelê xwe biparêzin. Bi felsefeya Rêber Apo û piştgiriya gelê xwe em ê li hemberî dijmin bi ser bikevin. Divê gelê me jî piştgiriyê bide me û em bi hev re dijmin têk bibin.”

‘CIWANÊN KURD DIVÊ BERÊ XWE BIDIN QADA BERXWEDANÊ’

Gerîlaya YJA Starê Arjîn Gabar jî diyar kir ku di sedsala 21’ê de Şerê Cîhanê yê 3’emîn li Kurdistanê diqewime û got, “Li her devera Kurdistanê şerekî giran diqewime û zarokên Kurdistanê jî bi ruhekî welatparêz û fedaî li ber vî şerî radibin. Armanca vê konseptê ne tenê qirkirina fîzîkî ye, di heman demê de tunekirina çand, nasname û neteweyê ye.

Niha şerê herî giran ê li Kurdistanê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê diqewime. Hem ji hewayî hem jî ji bejahî ve êriş têne kirin. Çekên qedexekirî û kîmyewî têne bikaranîn. Di her şerî de exlaqê şer heye. Dema ku dewletek êrişî hêzekê dike li gorî exlaqê şer tevdigere, lê belê bi dewleta Tirk a dagirker re ev exlaq nîne. Hevrêyên me li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rengekî bêeman têdikoşin. Me soz dane ku gelê xwe û xaka xwe biparêzin. Her gerîlayên HPG û YJA Starê ji bo vê soza xwe pêk bînin, li dijî çekên kîmyewî, li dijî her cûre teknîkê li ber xwe didin.

Gerîlayên YJA Starê li her qada ku lê ne li dijî dijmin çalakiyên mezin dikin. Gerîlayên YJA Starê pêşengiyê vê têkoşîna zehmet re dikin. Li hemberî her cûre êrişan bi biryardarî û bawerî têdikoşin. Em soza xwe dubare dikin ku xaka xwe ti carî ji dijmin re nehêlin. Her ciwanên Kurd divê berê xwe bidin qadên berxwedanê û li dijî dijmin têbikoşin. Gelê me, dostên Kurdan divê bi gerîla re bibin yek û şerê gel ê şoreşgerî bi ser bixînin.”

‘EM Ê CAREKE DIN NEHÊLIN KU GELÊ ME BÊ QIRKIRIN’

Gerîlayê HPG’ê Kazim Sêrt jî anî ziman ku ew di pêvajoyeke dîrokî de ne û got, “Bi taybetî ji sala 2015’an û vir ve şerekî gelekî giran û mezin diqewime. Dijmin vî şerî ji bo xwe weke şerê man û nemanê dibîne, lewma derfetên xwe hemû ji bo vî şerî bi kar tîne. Li ku Kurdek mabe, li ku derê ji bo Kurdan têkoşînek hebe êrişî wê derê dike. Ji ber vê yekê di nava du salên dawî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şerekî gelekî mezin tê meşandin.

Dewleta Tirk a dagirker li pêşberî berxwedana hevrêyên me bêçare maye. Hevrêyên me li hemberî dijmin destanên dîrokî dinivîsînin. Armanca dewleta Tirk ji êrişên li ser Kurdistanê ew e ku Kurdan bêstatu bihêle û Kurdan bike kole. Lê belê em gerîla, em ê careke din nehêlin ku gelê me bê qirkirin.

Bi hêza gerîla em ê îradeya dijmin bişikînin û Kurdistanê azad bikin. Em bi çanda berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê dijîn. Ji ber vê yekê ti hêz nikare me têk bibe. Bila dijmin zanibe ku gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê wê ti carî dest jê bernede. Divê gelê me di vê pêvajoyê de ji hevkariya PDK’ê agahdar be. Di vê pêvajoya dîrokî de hem gerîla hem jî gel divê bi rol û mîsyona xwe rabin. Ciwan divê tevlî nava refên gerîla bibin û têbikoşin.”

 

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ber bi Çiyayê Cûdiyê ve esker hatin sewqkirin

Nivîsa Pêş

Enternasyonalîstan li dijî astengiyên PDK’ê daxuyanî dan

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Enternasyonalîstan li dijî astengiyên PDK’ê daxuyanî dan

Enternasyonalîstan li dijî astengiyên PDK'ê daxuyanî dan

PAJK: Çalakiyên hêzên me yên HPG û YJA STAR’ê her rojê dikin mîladeke nû

PAJK: Çalakiyên hêzên me yên HPG û YJA STAR'ê her rojê dikin mîladeke nû

Manşet

  • Di rewşa şer de xwendekarên Kobanê perwerdeyên alîkariya yekem lidardixin
  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin
  • DFG’ê: Di Meha Çileyê De 14 Rojnamevan Hatin Binçavkirin û Yek Hat Girtin
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

Herî zêde hatine xwendin

  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kolnê gel di pêşengiya Jinên Ciwan de li dijî tecrîdê daket qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Pênûsa Gerîla – Rastiya Jiyana me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi pêşengtiya Tevgera Xwendekarên Demokratîk li Qamişlo pêşengeha pirtûkan hat li darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan û Ciwanên Tebqa Şehîd Bişeng, Şehîd Sara û Şehîd Tolhildan bi bîr anîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji bo Piştgiriya Jinên Ciwan Perwerdeyê ya Dirûtinê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 2. Şerê Taybet li dijî Ciwanan: Sosyolojiya Berxwedana li dijî Dafika Madeyên Hişber, Fihûş û Sixurkirinê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.