Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Gerîlayên HPG û YJA STAR: Emê van çiyayan ji dijmin re bikin jehr

Gerîlayê HPG’ê Rizgar Çetîn û gerîlaya YJA Star’ê Lamiya Welat îddîiayên xwe ji bo şerê ku wê bi zaferê bê tacîdarkirin danîn holê.

Edîtor: Nucan Serdoz
21/05/2022 - 11:13
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Gerîlayên HPG û YJA STAR: Emê van çiyayan ji dijmin re bikin jehr
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Gerîlaya YJA Star’ê Lamiya Welat di destpêka nirxandina xwe de bal kişand ser armanca dagirkeriyê û wiha anî ziman: “Bi giştî êrîşên ku tên meşandin ne tenê li ser gerîla ye an jî ne bi tenê li ser Zap, Avaşîn û Kurajehro ye. Heman demê li ser her çar parçeyê Kurdistanê û li ser tevahî gelê Kurd e. Di gelek hêlan de zehmetî û dijwariyên vê pêvajoyê hene. Ji bo vî jî dikarim bibêjim ku em pêvajoyekî giran re derbas dibin. Ev şer jî bi tevahî li ser nirxên mirovahiyê û nirxên ku şehîdên me dane avakirin tê meşandin. Li kêleka vê yekê her çiqasî em bixwe jî ne di nava çaperên pêş ên şer de bin jî, lê berxwedaniya hevalên me didin meşandin û îradeya ku tê de didin nîşandan, ji bo me dibe cihê hêz û moralê.”

BERXWEDANIYA GERÎLA NÎŞANEYA SERFIRAZIYÊ YE

Her wekî din gerîlaya YJA Star’ê Lamiya Welat di berdewamiya nirxandina xwe de ji bo fedakariya ku di çeperên şer de tê dayîn, hest û îddîayên xwe wiha anî ziman: “Em ez gerîlayeke YJA Starê ji vê berxwedaniyê û îradeya ku tê meşandin hêz û moral digirin. Ez bi xwe di vê baweriyê de me ku ew ê serkeftin a me û tevahî gelên bindest be. Ev kêlî û rojên ku em li ser vê xaka pîroz jiyan dikin, rojên bi pîroz û nirxên xwe ji bo me gelek in. Ew ê ev dijminê dagirker ti carî nikaribe rihet li ser vê xakê êrîşên xwe pêk bîne. Her çiqasî em li ser vê xakê berdelên giranbiha bidin jî, lê wê her serkeftin û serfirazî di destê me de be. Ji bo vê yekê îddîayên me yên serkeftinê gelekî xurt in. Ez carekî din silav û bêrîkirinên xwe ji bo hevalên ku niha di çeperên şer dane re dişînim.”

Gerîlaya YJA Star’ê Welat di dawiya nirxandina xwe de bang li tevahî gelê Kurd û bi taybetî ciwanan kir ku xwedî li nirxên mirovahiyê derbikevin û wiha got: “Ez bang li tevahî gelê me û bi taybetî li ciwanan dikim ku xwedî li berxwedana ku gerîla dide meşandin derbikevin. Ji ber ku ev şer ne tenê li hemberî gerîla tê kirin, li hemberî giştî nirxên mirovahiyê tê kirin. Ji bo vê jî divê tevahî gelê me di ferqa vê yekê de be. Pêwîstiya hîskirina vî şerî heye û divê xwedî derketina wê jî çêbibe. Ger wusa be ew ê teqez serkeftin ya me, ya gelê me ,ya ciwanan û dayîkan be.”

EM Ê TEQEZ VÎ ŞERÎ BI SER BIXIN

Gerîlayê HPG’ê Rizgar Çetîn jî di serî de tecrîda girankirî ku li ser Rêber Apo tê meşandin nirxand: “Ev demekî dirêje li ser Rêber Apo tecrîdeke giran tê meşandin. Bi vê ve girêdayî bi giştî li ser her çar parçeyên Kurdistanê êrîşekî topyekun ya qirkirin û dagirkeriyê tê kirin heye. Bi taybetî di vê pêvajoyê de li ser qadên Heremên Parastinê yên Medyayê êrîşeke dijwar tê meşandin heye. Lê rûxmî hemû hewildanên dijmin ew bixwe jî di vê ferqê de ye ku nikare bi rihetî xaka me dagir bike. Jiber mirov bi awayekî eşkere dibîne ku dijmin nikare bi hêsanî pêş de were. Di her gavavêtinekê xwe ya li ser xaka me de windahiyên gelekî mezin dide. Di vê watê de mirov dikare bêje ku ji her aliyan ve hevalên me yên tîmên bi tevger û yên di tunelan de cihê xwe digirin bersivên xurt didin dijmin û êrîşên wan têk dibin. Bî vî awayî hevalên me nahêlin dijminê dagirker pêşve biçe.”

Gerîlayê HPG’ê Rizgar Çetîn di berdewamiya nirxandina xwe de bang li tevahî gelê Kurd kir ku li hember êrîşan xwedî helwest bin û wiha got: “Divê tevahî gelê me û bi taybetî jî gelê me yê Başûrê Kurdistanê bikeve vê ferqê û bizanibe ku ev êrîş ne bi tenê li serê van çîyan dijî tevgera me tê meşandin. Ev êrîş li ser tevahî xaka Başurê Kurdistanê tê meşandin. Divê gelê me di vî millê de hişyar be û xwedî li Kurdbûna xwe û Tevgera Azadiyê derbikeve. Îro êrîş li ser heremên ku gerîla lêye tê kirin lê ger ku li hemberê van êrîşan gelê me ne xwedî helwest be ew ê sibê ev êrîş li ser deverên din yê Kurdistanê jî pêş bixin. Jiber ku di rastiyê de ev yek heye; dema ku mijar dibe Kurd hemu dewletên dagirker dibin yek û hema bi tevahî cureyên êrîşên xwe yê tinekirinê dixin merîyetê. Ji bo vê jî divê bi taybetî jî gelê yê Başûrê Kurdistanê di ferqa vî şerî de be. Pêwîst e ku ciwanên Başûr hevkariya PDK’ê ya bi devleta Tirk re qebûl nekin û li hemberî vê xwedî helwest bin. Divê gelê me bi taybetî ciwan li beramberê hevkariya PDK’ê rabin li ser piyan. Ji ber ku gelê Kurd di dîrokê de li hember dewleta Tirk heta niha vê rewşê bi avayekî trajîk gelek caran jiyan kiriye û heya roja îro jî êşa vê dikşîne. Ji bo vê divê di aliyê ciwanan de bi taybetî jî di aliyê ciwanên Başurê Kurdistanê de helwestekî pir xurt li beramberê hevkariya PDK’ê ya bi Tirkan re bê diyarkirin.”

Gerîlayê HPG’ê Rizgar Çetîn di dawiya nirxandina xwe de îdiya û bîryarbûna xwe ji bo zaferê da diyarkirin û got: “Bi rastî jî moralê me û bi taybetî moralê hevalên me yên di çeperên şer de gelekî bilind e. Bi çalakiyên hevalên me re ev yek bi awayekî şênber tê diyarkirin ku çawa tevahî teknîk û êrîşên dijmin têne vala derxistin û pûçkirin. Di dîmenên çalakiyan de jî ev tê dîtin ku çiqas windahiyên dijmin çêdibin. Asta moralê hevalên me di çalakiyên ku li tên darxistin de diyar dibe û em ê van çiyayan ji dijmin re bikin jehr. Em di vê bîr û baweriyê de ne ku em ê vî şerî teqez bi ser bixin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

FLAŞ: Komeke din ji ciwanên Ereb bersiva banga seferberiyê dan û tevlî nava refên PKK’ê bûn

Nivîsa Pêş

Ji bo hevdîtina bi Rêber Apo serî li NY hate xistin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ji bo hevdîtina bi Rêber Apo serî li NY hate xistin

Ji bo hevdîtina bi Rêber Apo serî li NY hate xistin

Polîsan destûr neda ku cenazeyê Mehmethan Yildiz were veşartin

Polîsan destûr neda ku cenazeyê Mehmethan Yildiz were veşartin

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ ê nasnameya şehîdekî parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.