Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

PDK û çekên kîmyewî

Edîtor: Nucan Serdoz
18/05/2022 - 0:03
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
PDK û çekên kîmyewî
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –

Aslan Aslan Nivîsandî ye…..

Di vê dema dawî de PDK bi siyaset û çapemeniya xwe yekser xizmeta dagirkeriyê dike. Nûçeyên ku çêdikin û daxuyaniyên didin bi zimanê Kurdî ne, lê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine amadekirin. Tenê bi Kurdî ye. Dewleta Tirk jî heman tiştî ji bo Kurdan û tevgerên Kurdî tîne ziman.

PDK jî wergera wan dike û xizmeta wan dike. Ev rêbaza ku PDK û çapemeniya wê bi kar tîne, ev 40 sal in dewleta Tirk diceribîne.

Mesela nûçe û daxuyaniya li ser girtina çek û cebilxaneyên PKK’ê hebû. PDK dibêje, sîlehên ku PKK wê li dijî dewleta Tirk kar anîba, girtine. Ne tenê sîleh, maskeyên ku gerîla xwe ji çekên kîmyewî jî biparêzin girtine. Bi vê yekê, PDK eşkere dike ku li dijî gerîla çekên kîmyewî tên bikaranîn. Heger ne wilo bûya, ma PDK’ê wê gotiba çi karê van maskeyan li Başûr heye? Ji ber ku çekên kîmyewî tên bikaranîn, dixwaze rojevê biguherîne.

Lê çawa dibe ku rê li ber komkujiyeke wiha veke. Ma ne li ser axa Başûr Sedam Huseyin çekên kîmyewî bi kar anîn û rê li ber Enfal û Helebce vekir. Wê demê mirov difikire, gelo di Helebce û Enfalê de jî heman tişt kirin ? Siyaset û çapemeniyeke ewqasî qirêj bi rê ve dibin. Bi awayekî eşkere dijminatiyê li vî gelî dike û rê li ber komkujiyan vedike.

Li herêma Kanîmasî di kuştina tûrîstên Danîmarkî de jî me ev yek dît. PDK bi zanebûn tûrîstan dişîne qadên qedexe û bi vî rengî kuştina wan dixe stûyê PKK’ê. Ma gelo PKK wan tûrîstan bikuje wê çi fêde bike? Bi vî rengî ne zerarê dide PDK’ê û ne jî dewleta Tirk. Berevajî wê, heger PDK wan bikuje û têxe stûyê PKK’ê, wê karibe siyaseteke qirêj bimeşîne. Bi vî rengî kir, û têra xwe jî bi kar anî.

Ji împaratoriya Osmaniyan, heta bi dewleta Tirk, wan dehê caran komkujî bi serê Kurdan de anîne. Em li dîroka sed salên dawî jî binihêrin, ev yek heye. Yanî ji avakirina komara Tirkan heta niha ji bo tinekirina Kurdan rê û rêbazek nemaye bi kar neanîne. Yek ji wan riyan jî Kurdan dikin şirîkê van komkujiyan. Yanî bi xayînên Kurdan re vê yekê dikin. Her carê partiyek, komek, eşîrek yan jî tevgerek dîtine û li dijî serhildanan bi kar anîne. Dewletên dagirker û mêtinger dema ku nekarîne li hemberî serhildanan tiştekî bikin, xiyaneta navxweyî pêk anîne. Yek ji sedemên esasî yên ku serhildan bi ser neketiye, xiyaneta navxweyî ye. Êrişên li Zapê jî bi êrişa xiyanetê re tê kirin.

PDK piştgiriyê dide êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê; ew ji sala 2019’an û vir ve bi hêzên xwe yên taybet dorê li herêmên gerîla digire. Di çarçoveya vê konseptê de dewleta Tirk, PDK û hikûmeta Kazimî dixwazin Şengal, Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê dorpêç bikin. Ev siyaseta ku PDK dimeşînel, tenê bi kêra dagirkeriyê tê. Bi destê xwe rê li ber dagirkeriyê vedike. Rê vedike ku Artêşa Tirk ji bo dagirkeriyê bi dehan qereqol û baregehan çêke. Ew bi xwe jî qereqolan çêdike, lê ji bo çi û ji bo kê?

Em niha pirs bikin, PDKê çiqasî axa Kurdistanê parastiye û rê li ber dagirkeriyê girtiye? Nexêr… Ji serî heta binî bûye şirîkê dagirkeriyê û Kurdistan firotiye. PDK qadên gerîla dorpêç dike û dixwaze gerîlayan bi vê mijûl bike, li aliyê din jî ji dewleta Tirk re dibêje, bi rehetî tevbigere.

Hevkariya PDK’ê bi îstîxbarata dewleta Tirk re jî mijareke sereke ye. MÎT û îstîxbarata PDK’ê Parastin, bi hev re tevdigerin. Yek ji karên ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê giraniyê dide ser, karê îstîxbaratê ye. Li dehan deveran navendên îstîxbaratê yên dewleta Tirk hene.

Navendên îstîxbaratê yên dewleta Tirk bi giranî li bajarên Hewlêr, Duhok û Zaxoyê ne. Di çapemeniya PDK’ê de jî endamên MÎT’ê hene û li ser fermanên wan tevdigerin. Îstîxbarata Tirk di bin navê ‘şirketên taybet’ de li Silêmanî, Helebce, Germiyanê jî hin sazî ava kirine. Çekeke din a dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê jî, fîrmayên Tirk in. Zêdeyî 1350 fîrmayên Tirk li Başûrê Kurdistanê dixebitin û pirraniya van di sektora înşaetê de ne. Hin ji van fîrmayan paravan in û yekser ji MÎT’ê re dixebitin. Yê ku bingehê wê çêdike jî PDK ye û çapemaniya wê jî reklama wan dike. Çawa ku dewleta Tirk bûye cendermeyê NATO’yê, PDK jî bûye cerdevanê dewleta Tirk.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 18’Ê GULANA 2022’YAN

Nivîsa Pêş

Ez ji bo însaniyetê kar dikim

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ez ji bo însaniyetê kar dikim

Ez ji bo însaniyetê kar dikim

Ji Pênûsa Gerîla – Xwedewenda Şerê Azadiyê

Ji Pênûsa Gerîla – Xwedewenda Şerê Azadiyê

Manşet

  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Em di bin siya darên welatê xwe ya xweşîk de dibin hevalê hevdû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.