Enter your email Address

Perşembe, Aralık 18, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 3 şehîdên Zap’ê ragihand

"Hevrêyên me Zîlan, Mizgîn û Rojgirav ên ku pêşengiya berxwedana Zapê kirin, di kêlî û cihên ne li bendê de li dijmin xistin û bûn sedema matmayineke mezin a dijmin, erkek dîrokî bi cih anîn."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
23/04/2022 - 13:52
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 12 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 3 şehîdên Zap’ê ragihand
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên 17’ê Nîsanê destpê kir û vir ve berxwedaneke bi heybet a dîrokî ya Gerîlayên azadiyê didome. Tevî hemû teknîka artêşa Tirk a dagirker gerîla bi berxwedanê li ber rabûye, derbên xurt li dagirkeriyê dane. Hema bêje li her devera Zapê li dijî êrîşan di serî de gerîlayên YJA Starê, hêzên têkoşîneke fedayî dike, ji bo şikandina dijmin ji hemû berdêlên bê dayîn gav bi şûn ve navêje. Biryardariya berxwedanê ya hevrêyên me Zîlan, Mizgîn û Rojgirav bi cesareta xwe ya mezin derbên giran li dijmin dan, li ber êrîşan bi lehengî rabûn û şehîd bûn.

Nasnameya Hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

 

Nasnav: Zîlan Rustem
Nav û Paşnav: Gulistan Habeş
Cihê Jidayikbûnê: Serêkaniyê
Navê Dayikê-Bav: Rabîa – Mûstafa
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Zap/ 18’ê Nîsana 2022’an

 

Nasnav: Mizgîn Botan
Nav û Paşnav: Fatma Tetîk
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayikê-Bav: Ayşe – Salih
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Zap/ 18’ê Nîsana 2022’an

 

Nasnav: Rojgirav Laşer
Nav û Paşnav: Ekber Abdullah Omer
Cihê Jidayikbûnê: Salmas
Navê Dayikê-Bav: Hizret – Abdullah
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Zap/ 18’ê Nîsana 2022’an

 

ZÎLAN RÛSTEM

Erdnîgariya qedîm a Kurdistanê ji aliyê dewletên mêtinger ve hatiye parçekirin, gelê me yê ku bi hezarê salan bi xaka xwe re bûye yek, gelek nirxên civakî avak iriye bi qirkirinê re rû bû rû hatiye hiştin. Tevî armancên dewleta Tirk a qirker, ên asîmlasyon, îmha û înkarê xiyanet li koka xwe nekirine, gelê me têkoşîna hebûnê kriye. Bi avakbûna partiya me PKK’ê re, bi hezaran ewladên xwe yên leheng tevlî nava refên têkoşînê kiriye. Hevra me Zîlan a ji Serêkaniyê ku ciheke her tim kevneşopiya têkoşînê lê zindî û bi Şoreşa Azadiyê ya Rojava re pêşengtî kir, di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Li Rojava şahidî ji meşa azadiyê re kir, tevlî bû. Hevrêya me ya giha wê yekê ku heta ku ciwanên Kurd û Kurdistanî têkoşîneke bê eman û domdar nemeşîne serketinê bidest naxe, garantiya azadiyê têkoşîna gerîla ye, sala 2012’an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me weke jineke ciwan a berxwedêr, a felsefeya Rêber Apo esas girt, bi lez tevlî jiyanê bû, bû milîtaneke mînak a xeta PKK’ê û PAJK’ê. Hevrêya me ya bi coş û kelecanî tevlî jiyanê bû, giha asta gerîlayeke pispor, di serî de li Garê, Metîna û qendîlê li gelek qadan kar kir. Li ber êrîşên qirker ên li ser civaka me ya Êzidî, di şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û dîsa serketinê de bû xwedî rol, erka xwe di asta seketinê de pêk anî û piştre derbasî Zapê bû. Hevrêya me a weke gerîlayeke YJA Star a pispor a li ser Xeta Azadiya Jinê pêş xist, weke fermandareke ciwan a ruhê demê li xwe girtî, di jiyan û şer de bû pêşenga hevrêyên xwe. Hevrêya me navê xwe ji Zîlan (Zeyneb Kinaci) girtî, têkoşîn û ruhê fedayî ya ji hevrêya xwe girtî, li ser xeta partiyê bê dudilî, bê berjewendî bûye hevrêyek ji aliyê hemû hevalên xwe ve bê heskirin, rêz ji bo wê bê nîşandan. Li dijî êrîşa dagirkeriyê ya artêşa Tirk a 17’ê Nîsana 2022’an bi pêşengtiya hevêrya me Zîlan de guleya yekem hate teqandin û derbên xurt li dagirkeriyê hatin dayîn, bi fedayî şer kirin, ji bo her kesê da nîşandan ku milîtan û şervaneke jina Kurd a azad ku li ser xeta Rêber Apo dimeşe. Hevrêya me Zîlan bi ruhê fedayî yê Apoyî li ber dagirkeriya Tirk şer kiriye û derbên mezin li wan daye. Hevrêya me tevî birîndar e heta guleya xwe ya dawî şer dike, ji bo nekeve destê dijmin bombeya li ser xwe diteqîne, wisa şehîd dibe. Hevrêya me Zîlan a weke hevrêyê fedayiyan, fedayî şer kirin, gihişte asta şehîdbûnê, careke din ruhê me yê şer û xeta fedaîtiyê piştrast kiriye. Hevrêya me ya fedayî ya nemir, wê her demê rêya gerîlayên me yên ber bi serketinê dimeşin ronî bike.

MIZGÎN BOTAN

Rêhevala me Mizgîn di malbateke Koçer a ji eşîra Teyî ya welatparêz a herêma Botanê de hatiye dinê. Di malbateke xwedî şehîd a pir welatparêz û dilsozê Tevgera Azadiya Kurdistanê de mezin bû. Rêhevala me Mizgîn ji ber ku malbata wê bi koçeriyê re debara xwe dikir, li zozanan di nava xwezaya Kurdistanê de mezin bû. Ji ber ku koçer bû, zêde tevlî pergala modernîteya kapîtalîst nebibû, bi xwezayê re di nava têkiliyan de, bi xwe re di nava aşitiyê de û bi eşqa welatê xwe mezin bû. Lewma jî bûye xwediyê karaktereke pak, sade, dilpak û evîndar. Di heman demê de taybetmendiyên kedkar, çalak, jêhatî, civaknas û xwedî otorîtebûyîn weke aliyên diyar ên karakterê wê derketine pêş. Ji ber ku di malbateke şehîdan de mezin bû, ji zarokatiya xwe ve Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas kir, sempatiyek mezin ji gerîla re hebû û bi efsaneyên şehîdan re mezin bibû. Ji ber ku kesayeta dijminê qirker ê mêtinger nas dikir û dizanî, weke her ciwanê Kurd ê welatparêz hewl da ku berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bîne. Li ser vê bingehê di sala 2014’an de li zozanên Feraşînê tevlî nav refên gerîla bû. Derbasê Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, perwerdeya gerîlayî dît û li qada Garê dest bi pratîka xwe ya yekemîn kir. Rêhevala me Mizgîn ku zû pêş ket û ezmûn girt, xwe li ser bingehê îdeolojiya Apoyî perwerde kir û di kesayeta xwe de pîvanên PAJK’ê ava kir, bû milîtanek jêhatî. Ji bo ku bingeha xwe ya bîrdozî û ezmûna xwe ya jiyanî bi xeta leşkerî ya serdema nû re bike yek, li akademiya leşkerî perwerde dît. Rêhevala me Mizgîn a ku perwerdeya xwe ya gerîlaya profesyonel bi dawî kir, di sala 2019’an de derbasî herêma Zapê bû. Rêhevala me Mizgîn a ku weke mîlîtana pêşeng a YJA Starê ku li Zapê xeta gerîla ya serdema nû pêk anî û rol lîst, bi ezmûn û tevlîbûna xwe di demeke kin de bû fermandar. Bi hezkirin û xwestekeke mezin her cure xebatên jiyanê meşand, bi cesareta xwe ya bilind cihê xwe di nava şer de girt û tevlî gelek çalakiyan bû. Yek ji jinên Kurd ên leheng bû ku li dijî operasyona dagirkeriyê ya berfireh a li dijî herêma Zapê hate destpêkirin, yekem car dest danî ser çeka xwe û derb li dagirkeran xist. Hevala Mizgîn yek ji rêhevalên me ku herî zêde ji şêwaza şerê gerîlla yê bitevger bawer kir û li Zapê xist pratîkê, di pevçûnên dijwar de bi lehengî şer kir û gihîşt şehadetê. Rêhevala me Mizgîn bi tevlîbûn, helwest, pratîka şer û şehadeta xwe asta vîna pêşeng a milîtaniya YJA Star û jinên Kurd ên azad weke rastiyeke ku nayê înkarkirin temsîl kiriye.

ROJGIRAV LASER

Rêhevalê me Rojgirav di malbateke welatparêz de li bajarê Salmas a Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Bi hişmendiya welatparêziyê ya ku ji malbata xwe wergirt, her tim eleqe nîşanî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê daye û têkoşînkirin weke erkeke welatparêzî ya ku divê her Kurdek bi cih bîne, dinirxîne. Ji ber vê sedemê di dema zextên dijwar ên dagirkeran de jî xwe ji lêgerîna xwe ya têkoşînê paşde negirt. Rêheval Rojgirav ku bi dilsozî nêzî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû, tenê xwe bi têkoşîna li Rojhilatê Kurdistanê re sînordar nekir, têkoşîna li qadên din ên Kurdistanê jî ji nêz ve şopand. Rêheval Rojgirav ku di Şoreşa Azadiyê ya Rojava de partiya me PKK’ê nas kir, bi taybetî ji şerê gerîla yê li dijî dagirkeran bandor bû. Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî gelê me yê Rojava û Şengalê kirin, wî fêm kir ku divê hîn bêhtir tevlî têkoşînê bibe û di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, ji ber şerê dijwar ê wê demê giranî da perwerdeya leşkerî û di demeke kin de rêgezên bingehîn ên gerîlatiyê fêr bû. Piştî demekê li Garê û Metîna yên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê pratîk kir, di çarçoveya pêngava paqijkirina Şengalê ji çeteyan de derbasî herêma Şengalê bû. Rêheval Rojgirav ku li herêma Şengalê tevlî gelek çalakiyên li dijî çeteyên bû, di rizgarkirina Şengalê de xwedî kedek girîng bû. Di şer de her çiqasî birîndar bibû jî, ji xwesteka têkoşînê, biryardarî û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin gav paşde neavêt, berovajî wê hîn bêhtir bilind kir û giranî da têkoşînê. Hevrêyê me Rojgirav ku piştî Şengalê ji bo li dijî çeteyan şer bike derbasî herêma Rojava bû, bi hêzeke bêrawestan û tevlîbûneke fedayî hemû erkên xwe bi serketî bi cih anî. Rêhevalê me Rojgirav ku îspat kir ku weke şoreşgerekî Kurdistanê di nava şert û mercên herî dijwar de, li malê û li her cihî dikare şer bike, ti carî hesreta wî ya ji bo çiyayên Kurdistanê xilas nebû. Her tim ji bo hatina çiya israr dikir û di encama van israran de berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Rêhevalê me Rojgirav ku ji ber kîn û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin yekser çû qada pratîkê, di sala 2021’an de berê xwe da qada Zapê ya ku êrîşên dijmin lê zêde bûn. Di şerê sala 2021’an de bi ezmûna xwe ya leşkerî tevlî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû û di bidestxistina serkeftinên girîng de rola wî diyarker bû. Wî di pêkanîna gelek taktîkên şer ên serdema nû de, bi taybetî şerê tîmê bitevger, pêşengî kir. Rêhevalê me Rojgirav ku bi amadekariyeke baş derbasî sala 2022’an bibû, ji bo ku bikaribe bi awayekî herî baş rola xwe şerekê ku derbikeve de bilîze, ketibû nava lêhûrbûneke kûr. Bi cesareteke mezin bersiv da êrîşên dagirkeriyê yên di 17’ê Nîsanê de destpê kiribûn û bi hevalên xwe re nehiştin ku dijmin bi rehetî têkeve qada Zapê. Hevrêyê me Rojgirav ku ne tenê li dijî leşkerên dijmin, li dijî teknîka dijmin jî şer kir, di êrîşên li ser Girê Şehîd Ciwan ê qada Karkerê de ku gelek dagirker hatin cezakirin, şehîd bû. Rêhevalê me Rojgirav ku bi Sadebûn, kesayeta xwe ya kedkar û dilsoziya xwe ya kûr a ji bo Rêbertî ji hemû rêhevalên xwe re bûye mînak, bi ser ketiye û bûye yek ji milîtanên pêşeng ên berxwedana Zapê.

Hevrêyên me Zîlan, Mizgîn û Rojgirav ên ku pêşengiya berxwedana Zapê kirin, di kêlî û cihên ne li bendê de li dijmin xistin û bûn sedema matmayineke mezin a dijmin, erkek dîrokî bi cih anîn. Malbatên bi nirx ên van rêhevalên ku wan tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê kirine, çiqasê bi keç û kurê xwe yên leheng serbilind bin di cih de ye. Em jî wek hevrêyên wan xwe bi şans dibînin ku di rêya wan fedayiyan de têdikoşin û spasiya van lehengan dikin û sersaxiyê di serî de ji malbatên wan ên bi nirx, ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Kurtedîroka xiyaneta mala Barazanî 3

Nivîsa Pêş

Ciwanên Şoreşger li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk biryara seferberiyê ragihand: Emê bi ruhê seferberiyê di parastina tevahiya Kurdistanê de erkên xwe pêkbînin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Ciwanên Şoreşger li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk biryara seferberiyê ragihand: Emê bi ruhê seferberiyê di parastina tevahiya Kurdistanê de erkên xwe pêkbînin

Ciwanên Şoreşger li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk biryara seferberiyê ragihand: Emê bi ruhê seferberiyê di parastina tevahiya Kurdistanê de erkên xwe pêkbînin

LEZGÎN – HRE dîmena çalakiya Marê parvekir: 10 POH hatin kuştin

LEZGÎN - HRE dîmena çalakiya Marê parvekir: 10 POH hatin kuştin

Manşet

  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.