Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Aqûbeta wan yek e

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
17/04/2022 - 0:05
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Aqûbeta wan yek e
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 

  • Di 23’ê Nîsana 2021’ê de Artêşa dewleta Tirk li Zê (Zap), Avaşîn û Metînayê dest bi tevgerên dagirkeriyê kiribû.

Di 23’ê Nîsana 2021’ê de Artêşa dewleta Tirk li Zê (Zap), Avaşîn û Metînayê dest bi tevgerên dagirkeriyê kiribû. PDK´ê jî bi awayekî aktîf piştgirî da vê tevgera dagirkeriyê. Lê çi kirin û nekirin, nekarîn berxwedana gerîlayên Kurdistanê têk bibin. Hem PDK bi kar anîn, hem jî çekên kîmyewî û ti encam bi dest nexistin. Hedefa wan ew bû ku PKK’ê têk bibin û pê re jî axa Kurdistanê bi temamî dagir bikin. Lê gerîlayên fedayî yên Kurdistanê ew pîlana dagirkeran û PDK’ê pûç kir. Lewma niha jî amadekariyê dikin dîsa tevgereke din a dagirkeriyê bidin destpêkirin. Ji bo vê yekê jî hevdîtinên di navbera PDK’ê û dewleta Tirk de zêde bûne. Sedema van hevdîtinan jî ew e ku vê carê PDK rasterast tevlî tevgera dagirkeriyê ya dewleta Tirk bibe.

Yê ku herî zêde bi dewleta Tirk re danûstandinên li ser dagirkeriyê dikin Mesrûr û Neçîrvan Barzanî ne. Ji aliyê eskerî û tîcarî ve bi dagirkeriya Tirk re di nav têkiliyan de ne. Ji bo ku eskerên dagirker tevî sîxûrên MÎT’a Tirk karibin bi dilê xwe li Başûr êrişan bikin, kincên pêşmergeyan li wan kirin û nuqteyên kontrolê ji bo wan danîn. Li Zînî Wertê, li Garê, Heftenîn, Metîna, Bradost û Behdînanê çekdarên xwe erkdar kirin, ji bo dor li gerîla bigirin.

Koordînata cihê gerîlayan dan dewleta Tirk û bûn sedema rijandina xwîna gerîlayên azadiya Kurdistanê. Bi belgeyan derket holê ku serkirdeyên PDK’ê bi dewleta Tirk a dagirker re odeyeke hevbeş ava kirine û bi wê, ew êrişên li dijî PKK’ê bi rê ve dibin. Ji van hevdîtin û tevgeran mirov careke din li salên bihurî difikire. Heman dewleta Tirk, bi heman PDK’ê re hevkarî kir û nekarî PKK’ê biqedîne. PDK bi hevkariya dewleta Tirk re heta sala 1999’an gelek êriş birin ser Tevgera Azadiya Kurdistanê.  Dewleta Tirk di encama vê hevkariyê de xwe li Başûrê Kurdistanê bi cih kir. Gelek baregehên leşkerî û îstixbarî ji xwe re çêkirin. Vê jî zerar li Kurd û Kurdistanê kir.

Dema ku em li hevkariya PDK’ê û dewleta Tirk dinihêrin feydeyeke ji bo Kurdan tê de nabînin. Di vê derê de yên ku zerar li wan dibe, Kurd in. Her ku hevkarî kirine, Kurd hatine kuştin. Yek hedefa sereke ya dewleta Tirk heye, ew jî tinekirina Kurdan e. Ji bo wan, Kurdê baş û yê xerab tineye. Kurd her Kurd e û divê koka wî were qelandin. Lê tevî vê yekê jî PDK’ê çend salan şerê PKK’ê kir. Ji ber vî şerî bi hezaran gerîla û pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da. Li gel ewqas malwêranî jî niha bi fermana dewleta Tirk, careke din tê xwestin ku Kurd berê çekên xwe bidin hev.

Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê re rê û rêbazek nema ku li dijî PKK’ê neceriband. Bi dehan operasyon kirin û li cihê xwe asê man. 23’ê Nîsana 2021’ê operasyona wan a dawî bû. Li dijî Metîna, Zê û Avaşînê her cûre çekên kîmyewî û qedexe bi kar anîn. Ev ne bes bû, PDK jî dan kêleka xwe. Gerîlayên PKK’ê ji bo ku şer neqewime, xwe ji êriş û provokasyonên PDK’ê dûr girtin. Tevî vê yekê jî PDK hem êriş kir, hem jî li kêleka dagirkeran cih girt. Lê aqûbeta vê tevgerê jî wekî yên beriya niha bi encam bû. Niha jî Dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê amadekariya êrişeke berfireh a ji bo dagirkirinê dike. Heman rê û rêbaz aqûbeta PDK’ê jî dikin wekî ya dewleta Tirk. PDK ku li ser şopa dewleta Tirk dimeşe, bûye wekî wê û wekî wê jî wê xwe têk bibe.

Li vê derê tişta ku tê meraqkirin, helwêsta Mesûd Barzanî ye. Ma ne, wî digot, me şerê birakujî li xwe heram kiriye. Gelo bi rastî jî wê vî şerî li xwe heram bike yan na? Heger têkevin nava şerekî bi PKK’ê re, wê careke din xwe biherimînin. Daxwaza Kurdan hê jî ew e ku PDK nede pey dewleta Tirk û nebe hevkarê şer. Heger riya şer hilbijêre, wê ne tenê dawiya xwe bîne, her wiha wê zerareke mezin bide Kurdan jî. Lewma divê Kurd vê yekê qebûl nekin û beriya ku şer biqewime helwêsteke cidî nîşan bidin. Bila ew zanibin ku bi derketina şerekî re Kurd wê li dijî wan bin.

Aslan Aslan

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Azadiya Min Girêdayî Azadiya Gelê Kurd e

Nivîsa Pêş

Ciwanên Welatparêz: Ji Kemalan heta Garibeyan silav ji zindanan re

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Ciwanên Welatparêz: Ji Kemalan heta Garibeyan silav ji zindanan re

Ciwanên Welatparêz: Ji Kemalan heta Garibeyan silav ji zindanan re

Yurtsever Gençlik bi şiyara “Rêber Apo Heqîqeta Azadî û Serfiraziya Mirovahiyê ye” ve derket

Yurtsever Gençlik bi şiyara "Rêber Apo Heqîqeta Azadî û Serfiraziya Mirovahiyê ye" ve derket

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.