Enter your email Address

Pazar, Aralık 21, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Malbatê girtiyan: Heta dilopek xwîn di canê me de hebê em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin

Malbatên girtiyên nexweş û girtiyen ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan li Amed, Wan, Îzmîr û Stenbolê bi daxwaza ku edalet pêk bê û zarokên wan bên berdan nobeta edaletê digirin.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
15/04/2022 - 9:30
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Malbatê girtiyan: Heta dilopek xwîn di canê me de hebê em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
ParvekeTweet

AMED – Xizmên girtiyan ku li Amedê nobeta edaletê digirin, destnîşan kirin ku heta edalet pêk neyê wê dev ji daxwaza xwe edaletê bernedin û ev tişt gotin “Heta dilopek xwîn di canê me de hebê em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.”

Malbatên girtiyên nexweş û girtiyen ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan li Amed, Wan, Îzmîr û Stenbolê bi daxwaza ku edalet pêk bê û zarokên wan bên berdan nobeta edaletê digirin. Nobeta Edaletê ya li Amedê 5 meh li pey xwe hişt. Xizmên girtiyan her hefte li ber derê Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Amedê, Edliyeya Amedê û Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Amedê nobet digirin û daxwazên xwe dubare tînin ziman.

Reşahat Ada ku birayê we Hamdûsena Ada û Încî Guler ku birayê wê Abdulselam Guler ku di Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî ne û 5 meh in nobeta edaletê digirin, derbarê nobetê û daxwazên xwe de axivîn.

 

Reşahat Ada, diyar kir ku heta edalet pêk neyê dê dev ji daxwaza xwe edaletê bernedin û wiha axivî: “Heta dilopek xwîn di canê me de hebê em ê dû rêça zarokên xwe bin. Em deyndarê wan in. Xwezî me 10 sal berê serê xwe bilind kiribûna. Lê em ê ji niha şûn ve dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em zilm û zexta wan qebûl nakin. Em diçin ber girtîgehan bang dikin û dibêjin, ‘bila înfaza zarokên me neyê şewitandin û zilm û zext li wan nebe’. Piştî 30 sal cezayê xwe diqedînin ji wan re dibêjin ‘hûn poşman in an na’. Ev nayê qebûlkirin. Em diçin ber ATK’ê dibêjin, ‘bila girtiyên nexweş bên berdan’. Em tenê ne ji bo zarokên xwe ji bo hemû dinyayê edalet, aşitî û wekheviyê dixwazin.”

 

Di berdewamê de Ada, bi bîr xist ku li Enqerê û Amedê serdana sazî û partiyên siyasî kirine û sozê piştgiriyê dane wan lê sozên xwe pêk neanîne û ev tişt got: “Em hem li Enqerê hem jî li Amedê li sazî û partiyên siyasî geriyan. Soz dan me lê sozên xwe pêk neanîn. Heta niha partiyên siyasî tû gav neavetinê. Ji me re gotin, ‘Em ê li cem we bisekinin û deng derxin’. Lê mixabin heta niha qet nehatine cem me û piştgirî jî nedane me. Banga me ji nûnerên partiyên siyasî re jî heye; wê edalet rojekê ji dayikên wan re jî lazim be. Heta Wezîrê Edaletê û Serokkomarê Tirkiyeyê çareseriyek nebînin em ê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin.”

 

Încî Guler jî bal kişand ser girtiyên ku înfaza wan hatiyê şewitandin û nayên berdan û derbarê mijarê de ev tişt anîn ziman: “Weke xizmên girtiyan ji bo ku dengê girtiyan bê bihîstin me li Baroya Amedê dest bi nobeta edaletê kir. Girtiyên ku 30 sal in li girtîgehan girtî ne û cezayê xwe qedandine bêyî sedem nayên berdan. Tu qanûnekî tûneye ku girtî piştî 30 salan neyên berdan. Tevî raporên xwe yên “nikare li girtîgehê bimîne” jî girtî nayen berdan. Ji ber vê me dest bi nobeta edaletê kir. Daxwaza me ew e ku girtiyên cezayê wan qediyane û girtiyên nexweş bên berdan. Qanûna wan çî ye bila pêk bînin. Bila edalet bi cih bê.”

 

Guler, destnîşan kir ku heke partiyên siyasî piştgirî bidina wan dê dengê wan bêtir bihatina bihîstin û ji bo piştgiriyê ev bang li partiyên siyasî kir: “Divê partiyên siyasî li cem me bûna û li dijî bêedaletiyê wan jî deng derxistina. 5 mehên me qediyan ku em di nobeta edaletê de ne. Heke parlamenterên partiyên siyasî jî bi me re bûna, ji bo pêkanîna edaletê wê bêhtir deng derketina.”

Çavkanî: MA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Malbata dizan – Gel birçî ew jî di nav sefayê de ne!

Nivîsa Pêş

Girtiyê nexweşê giran Abdulbaki Harmanci nikare sexbêra xwe bike

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Girtiyê nexweşê giran Abdulbaki Harmanci nikare sexbêra xwe bike

Girtiyê nexweşê giran Abdulbaki Harmanci nikare sexbêra xwe bike

Greva birçîbûnê ya 4 girtiyan di roja 10’êmîn de ye

Greva birçîbûnê ya 4 girtiyan di roja 10'êmîn de ye

Manşet

  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.