Enter your email Address

Salı, Şubat 3, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK ji bo salvegera şahadeta Xelîl Dax daxuyaniyek weşand

"Heval Xelîl ji çiyayan hez kir, çiya û her kesê li çiya jî jê hez kirin. Li zinarên asê, dolên kûr, lûtkeyên li ezmanan, li kap û kazên çiyayan geriya; li hemu çîrokên veşartî û nîvco mayî geriya. Kêliyên wendakirinê, yên dilgiranî û xemgîniyê bi awayekî xwerû dîtin, jiyan kir û dîmenên wan girt."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
01/04/2022 - 11:20
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê peyamek weşand û derhêner Halîl Ûysal (Xelîl Dax) di salvegera şehadeta wî de bi bîr anî.

Daxuyaniya TEV-ÇAND’ê wiha ye:

“Qehremanê pêşeng, hunermendê mezin û hevalê dilvîn Xelîl Dax, 1’ê Nîsanê di sala 2008’an de di kemîneke artêşa Tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest da.

Lê wî jiyana xwe tev li paş xwe wek mîrateyeke giranbuha hişt. Bi enerjiyeke û hezkirineke bêdawî, li bilindahiya çiyayan 13 salan kedeke bêhempa da. Ew bû Xelîlê nivîskar, wênekêş, sînemager, Xelîlê şoreşger, gerîla; Xelîlê Çiya; Dostê çiyayan. Ji xwe Xelîl di zimanê Erebî de wateya xwe dostê herî nêz e. Ew jî dostê herî nêz, hevalê herî durust û dilvîn ê çiyayan bû.

Heval Xelîl, jiyaneke layiqî navê xwe derbas kir. Digot, ‘Kamereke me heye û hevaltiyeke me heye.’ Ew jî têra wî dikirin ku hemu çîrokên dilê xwe bîne ziman. Bê hedan germahiya jiyanê, gurbûna şer, xatirxwestinên bêwext, ken û coşa gerîlan û bîrhatinên wan nivîsand. Di kêliyên herî germ ên şer de amade bû; dîmen û nûçeyên nayên jibîrkirin ragihand; eniyeke nû ya şer vekir. Wêneyên gerîlayan bi dilê xwe kişand; awirên çiyayî, bîranînên wan, hestên, bawerî û sozên wan ji me re hiştin. Bi filmên xwe çîrokên ku lê çûbûn zindî kir. Helbest nivîsandin; bi hestên xwe yên nazik estetîka jiyana gerîla kir wêje.

Heval Xelîl ji çiyayan hez kir, çiya û her kesê li çiya jî jê hez kirin. Li zinarên asê, dolên kûr, lûtkeyên li ezmanan, li kap û kazên çiyayan geriya; li hemu çîrokên veşartî û nîvco mayî geriya. Kêliyên wendakirinê, yên dilgiranî û xemgîniyê bi awayekî xwerû dîtin, jiyan kir û dîmenên wan girt. Di kêliyên şer, çalakî, serkeftinê jî amade bû; li rêwîtiyî, şevbuhêrk, dîlan û stranên gerîlayan de amade bû. Bi av, ax û agirê çiyayan re jiyan kir û ji xwezayan wan hez kir. Bi her awayî bû Xelîlê Çiyayî; wisa dikarîbû sînemayeke çiyayî çê bike. Tevî hemu rewşên giran û ‘bê derfet’ dikarîbû karên dîrokî biafirîne.

Heval Xelîl di jiyana xwe de mînaka hevaltiyê bû. Di nivîs û filmên xwe de her dem cihekî cuda dida jina Kurd a Azad û Tevgera Azadiya Jinê. Lê ji cihdayînê wêdatir bû nêrîna wî, digot; “Divê jina kurd bi fikra xwe karibe têkeve sînemayê û bi çavên xwe li vê cîhanê binêre. Ew çavên wê yên mezin, xweşik û awirên wê yên ku ji objeyekê wêdetir, awayê têgihiştina wê ya mirov û cihanê dikare ji sînemaya Kurdan re pêşengiyê bike”.

Heval Xelîl hezkerê jiyanê bû; jiyana azad. Hezkerê gerîla, çiya û Rêber Apo bû. Her tim hewl dida ku layiqî soza xwe ya bi Rêber Apo re be. Di nivîsên xwe behsa kelecaniya xwe ya wan kêliyên ku bi Rêber Apo re derbas kirine dike. Bi sekneke Apoyî têkoşîn û meşa xwe bi salan li çiyayên azad dewam kir.

Ew qasî jî ji rêwîtiyê û Bakur jî hez kir. ‘Rêwiyên Çiyayê Araratê’ navê projeya wî ya dawî bû. Bi gerîlayan re derbasî Bakurê Welat bû û ber bi bilindahiyan ve çû. Ew wisa her bilind û bilind wê biçe.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Xebatên Ciwanên Şengalê ên perwerdê didomin

Nivîsa Pêş

Dayîka Emîne û lawê wê ev 389 roje li ber deriyê dadgehê li benda edaletê ne

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Dayika Emîne Şenyaşar: Bes e êdî bila kurê min berdin

Dayîka Emîne û lawê wê ev 389 roje li ber deriyê dadgehê li benda edaletê ne

Li Tirbespiyê wesayîtekî de teqîn

Manşet

  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên li Dirbêsiyê Şoreşa Rojava Diparêzin: “Çeteyên Faşîst Dê Werin Têkbirin!”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Şengalê Turnuvaya Futbolê ya Şehîd Hogir Nûhat Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mûrat Karayilan: Berdêla Xwe Çi Dibe Bila Bibe, Em ê Rojava Bi Tenê Nehêlin!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Heta Ku Destketiyên Me Werin Misogerkirin Divê Çalakî Berdewam Bikin’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.