Enter your email Address

Cuma, Şubat 6, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ji Pênûsa Gerîla – Navê wê Ronahî, Ronahî Axîn

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
18/03/2022 - 0:03
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Ji Pênûsa Gerîla – Navê wê Ronahî, Ronahî Axîn
ParvekeTweet

Kod Adı: Ronahî Axîn
Adı Soyadı: Ayşe Atagören
Doğum Yeri: Amed
Anne – Baba Adı: Halise – Mehmet
Şehadet Tarihi ve Yeri: 25 Nisan 2021 / Avaşîn

Ew çavên xwe di malbatekî welatparêz de, li dil û paytexta Kurdistanê ango li Amedê vekir. Zarokatiya wê bi şanaziyek û kedekî mezin li gundên Amedê derbasbû. Carna bi destên qelişî carnan jî pêxwas… Lê belê dijwariyên vê welatî her çiqasî wek kela germa tava havînê bi şewat û bê eman jî bibin ti carî bi rûkeniya wê nedikari… ew bi ked û xwêdana xwe ya ku morîk morîk ji eniya wê diherikî û diket ser axê dilşadbû…

Ew dibistan nexwendibû, lê zanistiya xwe ji çanda dê û bavên xwe girtibû. Ezmun û danehevên civaka gund û çanda dayikê ew kiribû kesayetek kamil û têgihîştî… Ji sûr û bedenên Amedê dîrok û kevneşopî êş û xemên gelê xwe heta şaneyên xwe hizirîbû. Mezin dibû Ronahî, bi mezinbûna xwe zanebûna wê jî zêde bû. Di nav ewqas xweşbinî û civakbûnê de ew çi bêbextî bû li ser vê gelê kevnar? Di nav bexçeyên bihuştî de ew çi hêlma dojehê bû? Li Liceyê gund dihatin şewitandin, agir berdidan kedên bi sedan salan… Rêyên koçberî dirêj dibû ber bi cihên xerîb û mirovên nenas ve… Kesên ji malên xwe derdiketin cardin nedivegeriyan. Di şevên benda mayînê de çav li rê diqerimî… Çarenûsa Kurdan ji bo her ferdekî vê civakî tercîhekî jiyanê ferz dikir. Koletî an azadî, jiyan an jî mirin. Wê li ser şopa bedenên Amedê li pêy heqîqetê jiyanê ketiba… Ewê li ser rêka pîroz bûba qerîna kujerên nediyar yên bajarên xwe, wê bûba hêviya çavên zarokên welatê xwe û xewn û xeyalên wan bixemilanda…

Navê wê Ronahî, Ronahî Axîn…

Ew di sala 2013’an de ji Lîceyê tevlî tevgera azadiye Kurdistanê bû. Ew di nav malbatê de tevlîbûna yekem nîn bû. Xwişka wê rêheval Axîn jî tevlî têkoşinê bibû û di sala 2017’an de li Muşê gihîştibû şehadetê. Ronahî û Axîn du xwişkên dilpak û şoreşger bûn ku malbata atagören wê bi wan herduyan jî heya dawî serbilind bana… Ew ne çûyinek jirêze an jî revek hestiyar bû. Gavên xwe bawer, lihevhatinek bizanebûn bû. Dema gihîştina çiya êdî dema Ronahî bû. Ji Qendîl heya Avaşîne li gelek qadên parastina Medyayê de gerîlatî kir, têkoşiya… Tenê daxwaziyek wê hebû, li ser xaka pîroz bibe milîtanekî bi xîret, xwedî rûmet û şervanek gelê xwe yê bixêr… Gelo çi astengî dikare li hember dilê bawer ku xwe raxistiye ser rêka serkeftina dozê bisekîne? Ma qey serkeftin ne ji dilê bawer diwelide?

Ronahî wek navê xwe wê bûba Ronahî û ji kesên rêya xwe wenda kirî, ji kesên lêgerînvan re rê nîşandaba. Carna mîna dayikekî birehm carna mîna zarokekî şermoke… carnan jî bi ciwantiya xwe çi bizane bisekîne? Ew bi ked û xwêdana xwe tijî kir rojên xwe yên şoreşgertiyê. Piştî pratîkek dirêj rêheval Ronahî di sala 2019’an de berê xwe da akademiya Ş. Berîtan. Di rojên akademiyê de weke gerilayên YJA-Star li ser pêşxistina gerîlatiya moderniteya demokratîk bi mehan nîqaş kirin, perwerde dîtin. Di encama rojên tijî lêhûrbûn û dahurandinan de zanebûnek girîng dest xistibû heval Ronahî. Şerê wan ne tenê ji bo netewek an jî welatek bû. Di heman demê de ji bo parastina nasnameya jin şer bikirana û wek arteşa jin pêşengtiya şoreşa jin a serdemê jî kiribana. Bi bilindbûna zanêbûnê berpirsyariyên wan jî giran dibû. Her fêrbûn barekî dîtir dida ser milên wan. Heval Ronahî, bê ku dûdilî jiyan bike erk dabû ser milên xwe û berê xwe dabû Zagrosan. Ew li Avaşînê fermandara yekîneya xweser bû. Berpirsyariye gerîlayên jin ên vê qadê ragirtibû. Ew berî her tiştî jiyana li Zagrosan de fermandar bû. An li seferên dirêj a erzakan de, an di amadekariya mewziyan de an ji li ser rêya tepêyên di bin berpirsyariya xwe de bû. Yanî di her kêliyê jiyanê de heval û hogirê şervanên xwe bû. Jiyanê de li gel wan, şer de jî li pêşiyê wan bû Ronahî. Hêj dema jiyan dikir, herkes ji bo wê digot: ‘ ew rastî jî fermandar e!’

Wê baş dizanibû ku hevaltî li hember hemû zehmetiyan fedakarî ye. Carnan jî di oxira hevdu de pêwîst bike li ser rêkên bi sıtirî pêxwaz meşandin e. Ma ne fermandarî dil û mêjî fetih kirine? Ew jî di bin baskên xwe de rêhevalên xwe ji ba û bahozên dîn û har parastibû. Bi ken û morala xwe hevalên xwe bextewar kiribû.

Belê Ronahî, ew ronahiyê ku li ser her rêkê em lê rast dihatin. Ew ronahiyê ku bûbû hesreta dilên hevalen xwe ku wê dinasin. Hîn jî dengê kenên wê bilind dibe li ser axa Zagrosan heta asîmana welat. Li Dola Konferansê, li Mervanos, girên Ş. Serdar û Ş. Dilgeş bilind dibe tirêjên Ronahî…

Di şeva 23’ê Nîsanê 2021’an de dema ku neyar berê xwe dide axa Avaşînê ew û şervanên xwe çûn mewziyên herî pêş. Wê kî can bide, kî birîndar bibe di xema kî de ye? Avaşîn wê neketiba… Rêheval Ronahî, Ekîn, Asya, Marya, Berfîn û Nesrîn vê şevê zanebûn û erka parastina xakê heya şaneyên xwe hîs kirin. Yê ku yekser ketin ferqa xeteriyê, hişyariyek mezin nişandan û beyî ku xwe mijul bikin çekên xwe ragirtin û çûn ser dijmin ew jinên yekîneya xweser a Avaşînê bûn. Ji ber ku dizanibûn, ger niha ji dagirkeriyê ra negotibana ‘na’ piştra dibe ku wê pir dereng bûya. Fermandara wan jinan rêheval Ronahî bû. Di şeva 23 û 24’ê Nîsanê de şerê ku li girê Ş. Dilgeş a girêdayî Mervanosê hat jiyan kirin ne şerekî ji rêzê bû. Di meydana cengê de jinên dest bi çek a Apoyî, li hember wan hişmendiya dagirker û tecawizkar hebû. Qey şerê di navbera xwedavenden azadixwaz û zilamên serwer de cardin dubare dibû, qey cardin dîrok xwe dubarê dikir li lutkeyan Mervanos de. Ji tarîya şevê heya ronahiya rojê dengê tilîlî û tifingan kêliyek jî nesekînî. Heval Ronahî bi wêrektiyekî mezin çûbû ser neyar û bi serfiraziyekî mezin serê xwe danîbû ser xaka pîroz û gihîştibû şehadetê. Leşkerên Tirk bi çekan li wan nedikarî, bi dehan balafir û helikopter ser serê wan firandin. Ew bêçaretî û binkeftina wan bû li hember îradeya jinan… Qey di her lêdanê de îtiraf dikirin lawaziya xwe, di her lêdanê de li xwe mikur dihatin.

Fermandara delal, me dit, me dît ku tu jî gihîşt stêrkên ezmanên mezopotamya. Tu jî bûyî stêrkek ya herî diberiqî. Di şevên tarî de şewqa te rêya me ronî dike, wêrektiya te hemû jinan bihîstin. Tu bûyî sonda tolhildana me, em hîn jî destê te ye ji kedê terikî di nav destên xwe de dihizirin. Em bi te serbilind in fermandara zagrosê. Lê belê Rêberê Rêberan dibêje jibîrkirin xiyanete. Ma emê roja ku te ji van deran koçkir çawa jibîr bikin. Kîjan dil ew kenê te dikare jibîr bike? Sonda me ye, rêça te rêça me, sonda te sonda me ye. Emê ala rengîn bigihînin arşê, ewê hemû welat bi rengê ciwantiya te bixemile fermandar û hevala me Ronahî…

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 18’Ê ADARA 2022’YAN

Nivîsa Pêş

Newroz agir û zarok e

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Newroz agir û zarok e

Newroz agir û zarok e

Şehîdên Newrozê ên ku heqîqeta agir geş kirine – Sema Yuce

Şehîdên Newrozê ên ku heqîqeta agir geş kirine – Sema Yuce

Manşet

  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De
  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin
  • Meşa Ciwanên Kurd Li Ludwigsburgê Ji Bo Rojava
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê konsera berxwedanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • NIRXANDIN – Mem û Zîn

    17 Parve kirin
    Parve Bikin 17 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Sorxwîn û Azadî ji bo me xwedawendên pîroz in’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.