Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Gerîlayên YJA Starê: Asta têkoşîna jinê, encama ked û têkoşîna hevalên me yên şehîd bûne

"Bi îdeolojî û felsefeya Rêber Apo em ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ne. Banga me li jinan ew e, bi taybetî jî li jin ên ciwan ew e ku tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bibin, berê xwe bidin çiyê."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
08/03/2022 - 10:19
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
Gerîlayên YJA Starê: Asta têkoşîna jinê, encama ked û têkoşîna hevalên me yên şehîd bûne
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Gerîlayên YJA Starê li çiyayên Kurdistanê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi kelecaneke mezin û bi coş pêşwazî kirin. Gerîlayên YJA Starê li ser têkoşîna jinê, berxwedana dema dawî û destketiyan axivîn.

Gerîla Elefterya Arîn got, “Em deyndarê Sara û Delalan e ku têkoşîn gihandine vê serdemê. Asta têkoşîna jinê, encama ked û têkoşîna hevalên me yên şehîd bûne. Bi vê wesîleyê careke din hevala Sara bi rêz û minet bi bîr tînim. Em ê armancên hevala Sara teqez pêk bînin. Li devereke din a cîhanê artêşeke jinê mîna artêşa me nîne.

Her wiha li devereke din a cîhanê têkoşîna jinê ya rêxistinbûyî negihîştiye vê astê. Ev hemû bi saya têkoşîn û keda Rêber Apo û şehîdan e. Em ê jî têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî heta dawiyê dewam bikin. Em ê tola hevalên xwe yên şehîd bûne hilînin û şerê li dijî dijmin bi ser bixînin. Ji vê derê bang li jinan dikim; bila qadên têkoşînê dagirin û xwedî li azadiya xwe derkevin.”

‘8’Ê ADARÊ JI BO ME SEMBOLA BERXWEDANÊ YE’

Gerîlaya YJA Starê Rosîda Dîcle Botan anî ziman ku 8’ê Adarê ji bo wan roja berxwedan û têkoşînê ye û wiha axivî: “Bi pêngava Rêbertî û destpêkirina têkoşîna jinê re em gihîştin wê astê ku karibin li dijî dijminê dagirker têbikoşin. Bi hezaran jin niha li ser xeta berxwedanê ya Sara, Delal û Azêyan têdikoşin. Em pêşengên şoreş û têkoşîna azadiyê ne. Ji bo xwedîderketina li keda heta niha hatiye dayin, divê em têkoşînê xurtir bikin. Divê em xwe hîn bêhtir ji şer re amade bikin.

Bi saya keda Rêber Apo em gihîştine vê astê. Yê ku ev rêya pîroz nîşanî me da Rêber Apo ye. Lewma bi zor û zehmet jî be divê em têkoşîna xwe mezintir bikin. Ev têkoşîn divê ne tenê li qadên gerîla bimîne, divê jin, şervanên azadiyê yên jin, jin ên ciwan heta serketina şoreşa jinê cihê xwe di nava berxwedanê de bigirin.”

‘JI BILÎ RÊBER APO KESÎ MAFÊ JINÊ NAS NEKIR’

Gerîlaya YJA Starê Rûken Xebat Azadî jî destnîşan kir ku meha Adarê meheke taybet e û li ser 8’ê Adarê wiha axivî: “Em şopdarên afirînerên Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê şoreşgerên enternasyonalîst Rosa Lusembûrg û Clara Zetkîn in. Weke YJA Starê dengê me li tevahiya cîhanê belav bû. Têkoşîna jinan bi rengekî xurt tê meşandin. Ji bilî Rêbertî kesî mafê jinê nas nekir. Bi îdeolojî û felsefeya Rêber Apo em ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ne. Banga me li jinan ew e, bi taybetî jî li jin ên ciwan ew e ku tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bibin, berê xwe bidin çiyê.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

YJA Star: Sedsala 21’ê wê bibe sedsala jinê

Nivîsa Pêş

Parêzvana mafên mirovan Margaret Owen: Divê #Ocalan azad bibe

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Parêzvana mafên mirovan Margaret Owen: Divê #Ocalan azad bibe

Parêzvana mafên mirovan Margaret Owen: Divê #Ocalan azad bibe

Girtiyên ku nahêlin tazî ser wan werin sehkirin dixin hicreyan!

Zext û îşkenceya li zindanan - Li ser girtiyan qursa olê tên ferzkirin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.