Enter your email Address

Perşembe, Aralık 18, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 3 şehîdên Zapê yên 2016’an ragihand

"Hevrêyên me Botan, Denîz û Agît, bûn mînakên ji milîtaniya fedayî ya Apoyî û bi lehengiya xwe cihê xwe yê bi rûmet di dîroka berxwedanê ya gelê me de girtin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Botan, Denîz û Agît em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin." 

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
24/02/2022 - 12:40
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 3 şehîdên Zapê yên 2016’an ragihand
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Dewleta Tirk a dagirker ji bo li hemberî tevgera me encamê bi dest bixe, sala 2016’an dest bi êrişên giran û berfireh kir. Armanc ji van êrişan li ser bingeha tasfiyekirina gerîla, biserxistina pêvajoya qirkirina gelê me bû. Lê belê, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku hay ji vê polîtîkaya dijmin hebû, bi îradeyeke awarte li dijî dijmin şer kirin û ev polîtîka têk birin. Di vê pêvajoya şerê giran de hevrêyên me Botan, Denîz û Agît bi canê xwe gelê me û destketiyên me parastin û li dijî dijmin heta kêliya dawî şer kirin, şehîd ketin. Hevrêyên xwe yên şehîd bûne, di salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna hevrêyên xwe yên leheng mezintir bikin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne

 

Nasnav: Botan Qelqelî
Nav paşnav: Serkan Yalçintaş
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Ayten-Feyrûz
Dem û cihê şehadetê: Sibata 2016 / Zap

 

Nasnav: Denîz Rêyarast
Nav paşnav: Alî Yaşar
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Fatma-Rahmî
Dem û cihê şehadetê: Sibata 2016 / Zap

 

Nasnav: Agît Amed
Nav paşnav: Firat Savûr
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Meryem-Yilmaz
Dem û cihê şehadetê: Sibata 2016 / Zap

 

 

BOTAN QELQELÎ

Hevrêyê me Botan li nava malbateke kedkar û welatparêz ji dayik bû. Li derdoreke berxwedêr mezin bû ku li gel êrişên dewleta Tirk a qirker bi keda xwe debara xwe kir û ji nirxên xwe yên çandî tawîz neda. Hevrêyê me Botan lehengiya Serhedê di kesayetiya xwe de şênber kir û bi bandora tevlîbûna ji derdora xwe, di temenê ciwantî de PKK nas kir û sala 2014’an tevlî nava refên gerîla bû. Bi çanda kedkar zû hînî jiyana gerîla û şert û mercên çiyê bû, bi baldariya xwe ya li ser jiyana gerîla timî bi pêş ket. Di demeke kurt de ji aliyê rêbaz û taktîka gerîla ve şareza bû û li eniya berxwedanê ji bo li refên herî pêş cih bigire gelekî hewl da. Hevrêyê me Botan ku li gelek qadan bi berpirsyariyeke mezin wezîfeyên cuda bi rengekî serketî pêk anî. Bi rêbaza xwe ya fedayî ya Apoyî ya pêşeng a li eniya berxwedanê, di nava hevrêyên xwe de bi kesayetiya dilnizm û kedkar dihate naskirin û heta kêliya dawî jî bû lehengekî jmezin. Hevrêyê me Botan wê di têkoşîna me ya azadiyê de bibe sembola rêbaza fedayî ya Apoyî û kedkariyê.

DENÎZ RÊYARAST

Bajarê me Colemêrg ku bi dewlemendiya çandî û hişmendiya welatparêziya kûr tê naskirin, ji dîrokê û vir ve li dijî hêzên dagirker timî bi rengekî çalak li ber xwe da. Pîvana qebûlkirina li nava civakê û welatparêziyê, têkoşîna li dijî neheqî û dagirkeriyê ye. Berxwedan û têkoşîna li dijî dagirkeran bû kevneşopiyek. Ji ber vê yekê dewleta Tirk a qirker hewl da li dijî xelkê Colemêrgê polîtîkayên taybet bimeşîne. Bi taybetî giranî da ser polîtîkaya dûrxistina ji têkoşînê û dejenerekirina ciwanên Colemêrgê. Lê belê ev cografya ku xwedî dîrokeke delwemend a berxwedanê ye, xwedî pêşdîtin û îradeya pûçkirina polîtîkayên dijmin e. Hevrêyê me Denîz li nava malbateke welatparêz a Colemêrgê ji dayik bû, di heman demê de bi çanda berxwedêr mezin bû. Di temenê ciwantiyê de bi polîtîkayên taybet ên dewleta Tirk hesiya û li dijî van polîtîkayan dest bi têkoşîneke çalak kir. Bi baweriya ku bi pûçkirina polîtîkayên qirkirinê yên dijmin serketin nikare bê bidestxistin û ji bo serketina teqez baweriya xwe bi wê anî ku divê dewleta Tirk teqez bê têkbirin. Bi vê îrade û biryardariyê sala 2016’an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Denîz demeke kurt piştî perwerdeya gerîla ya bingehîn bû gerîlayekî şareza. Bi çanda berxwedêr a ji malbat û derdora xwe wergirtî, li gel îdeolojiya Rêber Apo bû xwedî îradeyeke xurt. Her tim li çeperên berxwedanê cihê xwe li refên herî pêş girt û ji dema tevlî nava gerîla bû heta şehîd bû bi fedakariyeke mezin li dijî dagirkeran îradeyeke ji pola ya Apoyî nîşan da. Hevrêyê me Denîz wê bi îradeya xwe ya xurt û sekna fedayî ya Apoyî her tim di têkoşîna me de bê bîranîn.

AGÎT AMED

Hevrêyê me Agît li Amedê ji dayik bû, li nava derdoreke dilsozê nirxên welatparêziyê mezin bû. Di şerê dewleta Tirk a dagirker de ku ji bo qirkirina gelê Kurd idmeşîne, hevrêyê me Agît hîn li dibistanê dest bi têkoşîneke çalak kir. Biryardariya têkoşînê û tolhildana ji dewleta Tirk a qirker her roj mezin bû. Hevrêyê me Agît fêhm kir ku ji bo paşerojeke azad, ji bo serxistina têkoşînê divê berxwedaneke xurt bê dayin û bêteredût xwe ji her cûre fedakariyê re amade kir û tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Agît li nava jiyana gerîla bi performansa xwe ya serketî, dilnizmî, kesayetiya xwe ya kedkar dihate naskirin. Ji Botanê heta Zagrosê li gelek refên berxwedanê cih girt. Di demeke kurt de guhertin û pêşketinên mezin di şexsê xwe de afirand û bû gerîlayekî şareza. Di îdeolojiya Rêber Apo de xwe kûr kir û bi kedeke mezin pêwîstiyên milîtaniya fedayî bi cih anî. Ji roja ku tevlî bû heta şehîd bikeve bi rengekî bêeman li ber xwe da, bi rêbaza milîtaniya fedayî ya Apoyî li dijî dijmin têkoşiya. Kesayetiya milîtan a Apoyî bi berxwedana bêhempa nîşan da. Hevrêyê me Agît bi kesayetiya xwe ya fedfayî û berxwedana xwe ya bêhempa wê her tim di nava lehengên Zagrosê de cih bigire.

Hevrêyên me Botan, Denîz û Agît, bûn mînakên ji milîtaniya fedayî ya Apoyî û bi lehengiya xwe cihê xwe yê bi rûmet di dîroka berxwedanê ya gelê me de girtin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Botan, Denîz û Agît em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Yekitiya Jinên Ciwan li Hesekê perwerdeya leşkerî da jinên ciwan

Nivîsa Pêş

Ciwan li Parîsê ji bo azadiya Rêberê Gelan meşiyan

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Ciwan li Parîsê ji bo azadiya Rêberê Gelan meşiyan

Ciwan li Parîsê ji bo azadiya Rêberê Gelan meşiyan

Dewleta Tirk a dagirker vê carê li Dirbesiyê li wesayîtekê xist

Dewleta Tirk balafirên bê mirov ve êrîşê sivîlên Rojava dike - 4 welatî birîndar in!

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Amara Şehba: Modela Rojava Rê ji Jinan re Nîşan Dide

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga xwedîderketina gerîla Hatem Ozdemir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.