Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG: Amara, Dûnya û Avaşîn bi sekna xwe ya azadiyê re bûne çavkaniya xeta Apocîtiyê

HPG'ê 3 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn bi bîr anî û got, "Em soza xwe dubare dikin ku armancên wan bi serketina têkoşînê tacîdar bikin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
08/02/2022 - 13:57
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
HPG: Amara, Dûnya û Avaşîn bi sekna xwe ya azadiyê re bûne çavkaniya xeta Apocîtiyê
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – HPG’ê 3 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn bi bîr anî û got, “Em soza xwe dubare dikin ku armancên wan bi serketina têkoşînê tacîdar bikin.”

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de wiha hate gotin:

“Dewleta Tirk a mêtinger ji bo Kurdan qir bike 7 sal in bênavber êrişî gelê me û hêzên me yên gerîla dike. Li dijî van êrişên giran ên dijmin, di serî de Rêber Apo gelê me û tevgera me bi rengekî destanî li ber xwe dan û êrişên dijmin têk birin. Vê têkoşîna destanî û berxwedanê bi hezaran leheng afirand. Ji van lehengan fermandara me ya hêja Amara û hevrêyên me Dunya û Avaşîn sala 2016’an di şerê dijî dijmin de şehîd bûn. Em van milîtanên hêja yên têkoşîna azadiyê ya jinê û Kurdistanê di salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku armancên wan bi serxistina têkoşîna xwe tacîdar bikin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav. Amara Nazlican
Nav paşnav. Yeserîbe Kayra
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav. Nafiye-Sadik
Dem û cihê şehadetê: Sibata 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Dunya Rojhat
Nav paşnav: Muzeyyen Elînç
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Sacîde-Mehmet Şîrîn
Dem û cihê şehadetê: Sibata 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Avaşîn Cûdî
Nav paşnav: Çîmen Ogrû
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Kerîma-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: Sibata 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

AMARA NAZLICAN

Hevrêya me Amara li bajarê qedîm ê Kurdistanê li Êlihê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, di salên 1990’î de zext û zilma dijmin a li ser gelê Kurd ji nêz ve dît û şahidî jê re kir. Li ser vê bingehê fêhm kir ku yekane jiyana rejîma Tirk a qirker ferz dike koletî ye û ji bilî vê yekê mafê jiyanê nas nake. Hevrêya me Amara têgihişt ku heta li dijî van êrişên dijmin têkoşîn neyê meşandin jiyaneke azad û bi rûmet nepêkan e û bi vî rengî tevlî karê çalak bû. Salên destpêkê yên ku têkoşîn nas kir, tevlî nava karên gel bû û piştre jî bi bandora şehadeta hevrêya xwe Nesrîn û Komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêbertî, di sala 2001’ê de tevlî nava refên gerîla bûn. Hevrêya me Amara li gelek qadên têkoşînê xebitî û bi taybetmendiya xwe ya kedkar timî li pêş bû. Her kêliya jiyanê bi kedeke mezin xemiland, bedew kir. Fêhm kir ku jiyana azad a ku bi keda bêhempa ya hevrêyên şehîd û Rêber Apo hatiye afirandin tenê bi kedê, têkoşînê dikare bê parastin û jiyanek li gorî vê yekê danî pêşiya xwe. Bi vî rengî timî hewl da ku xwe nêzî Rêber Apo bike. Hevrêya me Amara bi perwerdeya ku li nava partiyê wergirtî, ji bo bibe milîtaneke jêhatî ya Rêber Apo û fermandareke şareza ya jinê ya azad gelekî hewl da. Ji bo bigihêje armancên xwe jî bi her awayî tevlî nava şoreşê bû. Hevrêya me Amara li gelek herêmên Başûrê Kurdistanê kar kir û li vê derê hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê rêxistinî ve bû xwedî tecrûbeyên mezin. Ji bo van tecrûbeyên xwe tevlî şer bike û li dijî dijminê qirker têbikoşe bêteredût seknek nîşan da. Bi vê sekna xwe bû fermandareke mînak a YJA Starê, bû yek ji mînakên herî baş ê pêşengiya jinê.

Hevrêya me Amara timî pêşniyar dikir ku li Bakurê Kurdistanê têbikoşe, ji bo vê armanca xwe pêk bîne derbasî herêma Botanê bû. Li vê derê jî weke milîtaneke jinê ya pêşeng bi fedakarî hêzî her wezîfeyê bû û hewl da bi daxwazeke mezin bi cih bîne. Dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo û şehîdan re bi sekna xwe û karê xwe yê pratîkî ispat kir û bi van taybetmendiyên xwe bû milîtaneke pêşeng. Herî dawî sala 2016’an li herêma Avaşînê di nava pêvajoyeke giran a şer de ma, li ber bi dehan êrişên dijmin rabû. Ji bo bibe milîntake pêşeng a jinê israr kir û têkoşîn bi her awayî mezin kir. Sala 2016’an di çalakiya Xapuşkê de şehîd bû û weke fermadanreke pêşeng a jinê cihê xwe di dilê hevrêyên xwe hemûyan de girt.

DUNYA ROJHAT

Hevrêya me Dunya li Sêrtê li nava malbateke welatparêz ku gelek jê tevlî nava refên gerîla bû, ji dayik bû. Ji ber vê taybetmendiya malbata xwe partiya me PKK ji nêz ve nas kir û bi hişmendiya welatparêziyê ya derdora lê mezin bû û ji ber zextên dewleta Tirk a qirker biryar da ku tevlî nava refên têkoşînê bibe. Bi vê biryarê sala 2014’an beşdarî nava refên berxwedanê bû. Çanda berxwedanê ya ji derdora malbata xwe wergirtî û felsefeya jiyana azad a Rêber Apo gihand hev û bi vî rengî bû fermandareke şareza ya gerîla. Li gelek herêman wezîfe hilda ser milê xwe û ev wezîfeyên xwe jî bi rengekî serketî bi cih anî. Di rê û rêbazên gerîla de bû milîtaneke fedayî ya pêşeng. Li dijî dewleta Tirk a faşîst û tecawizkar, li eniya herî pêş a berxwedanê cih girt û di gelek branşan de bû pispor. Di heman demê de tecrûbeya xwe jî bi hevrêyên xwe re parve kir û hem ji aliyê jiyana gerîla hem jî li qada leşkerî ve perwerde kir. Di Îdeolojiya Azadiya Jinê ya Rêber Apo de xwe kûr kir, di şexsê dewleta Tirk a faşîst de li dijî zîhniyeta mêr a serwer ve her tim ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve têkoşiya. Bi biryardarî û îradeyeke mezin li dijî zîhniyeta serweriya mêr a paşverû li eniya berxwedanê pêşengî kir. Weke milîtaneke wêrek têkoşiya û di vê oxirê de xwe feda kir. Hevrêya me Dunay wê bibe meşaleyek ku têkoşîna me ya azadiyê ronî dike û her tim weke lehengekeke pêşeng a têkoşîna azadiyê ya jinê bê bîranîn.

AVAŞÎN CÛDÎ

Hevrêya me Avaşîn li bajarê serhildanê yê Botanê li Silopiyayê li nava malbateke dilsozê nirxên çandî û welatparêziyê ji dayik bû. Bi sekna xwe ya serhildêr a Botanê, li nava derdorek ku serî li ber zilmê natewîne bi heman çand û kevneşopiyê mezin bû. Rûyê rastî yê dewleta Tirk a qirker û dagirker li dibistanê nas kir û hîn di temenê ciwantiyê de ji bo têkoşînê kete nava lêgerînan. Di armanc û lêgerîna azadiyê de felsefeya jiyanê ya Rêber Apo nas kir û dît ku yekane rêya pêkanîna azadiyê berxwedana gerîla ye. Bi vî rengî sala 2015’an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Avaşîn pêvajoya perwerdeya bingehîn bi serketineke mezin qedand û di demeke kurt de şareza bû. Di meşa azadiyê de bi sekna xwe ya bi coş û bi biryar, di îdeolojiya azadiya jinê ya Rêber Apo de serwextî da ber xwe û ji bo têkoşînê her tim li refên pêş cih girt. Her tim xwest li qadên herî zehmet bimîne û ji bo bibe gerîlayeke şareza timî xwe bi pêş xist. Hevrêya me Avaşîn bi têkoşîna xwe ya bênavber û bi biryar wê her tim bibe çavkaniya sûdwergirtinê ji têkoşîna me ya azadiyê re û weke milîtaneke pêşeng a Têkoşîna Azadiyê ya Jinê bê bîranîn.

Hevrêyên me Amara, Dunya û Avaşîn bi têkoşîna xwe bûn milîtanên azad ên xeta partiya me PKK-PAJK’ê ku Dîroka Azadiya Jinê dinivîsîne û bi sekna xwe ya bi israr a di azadiyê de bûn çavkaniya sûdwergirtinê ji bo jinên cîhanê re. Di serî de malbatên hêja yên van hevrêyên me yên fedayî em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz û jinên berxwedêr re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku heta sedsala 21’ê bikin sedsala azadiya jinê têkoşîna xwe bi biryardarî dewam bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Girtiyên Panosê: Bi zanetî virusê belav dikin

Nivîsa Pêş

Malbata Şenyaşar 337 roj in li nobeda edliyeyê ne – “Em biheq in em ê bi ser bikevin”

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Malbata Şenyaşar 337 roj in li nobeda edliyeyê ne – “Em biheq in em ê bi ser bikevin”

Malbata Şenyaşar 337 roj in li nobeda edliyeyê ne - "Em biheq in em ê bi ser bikevin"

Ji bo hevdîtina Rêberê Gelan serlêdan

Ji bo çuyina Îmraliyê serlêdana parêzeran

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.