Enter your email Address

Salı, Şubat 10, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Mazlûm Heften: “Êdî dema sozdayinê û dema bihurandinê nemaye û çareyek bingehîn pêwîst e”

“Her çiqasî rejîm bi giştî rejîmeke îstixbaratî û leşkerî ye, lê kabîneya nû di vê aliyê de jî dozajê xwe cuda ye û taybet e. Wate guhertinên bingehîn çêdibin û bandor û berhemên vê bi demê re wê zêdetir xwe nîşan bidin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
06/11/2021 - 14:22
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
Mazlûm Heften: “Êdî dema sozdayinê û dema bihurandinê nemaye û çareyek bingehîn pêwîst e”
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Endamê Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Mezlûm Heften têkildarî guhertin û veguhertinên dawî yên li herêmê, rewşa ji derve û hundurîn ya rejîma Îranê, stratejiya nû ya Îranê ya piştî hatina serokkomarê nû Reîsî, rewşa civakê, nerazîbûnên gel û çareseriya pirsgirêkan ji ANF’ê re axivî.

‘ÎRAN DİXWAZE DENDIKA DESTHILATIYÊ YEKDEST Û QAWÎM BIKE’

Heften destnîşan kir hatina serokkomarê nû yê Îranê Reîsî li ser desthilatê girîng e û pêwîst e taybet were nirxandin û wiha pê de çû: “Rejîma Îranê piştî 40 salan xwe ji bo pêngava duyem ya şoreşê amade dike û li gor vê amadekariyan dike û gav diavêje. Hatine ser deselatê ya Serokkomarê Îranê Reîsî jî girêday vê mijarê ye. Wate rejîma Îranê girêdayî hesasiyet û qeyranên heyî xwe amade dike, lewma dixwaze xwe bi temamî yekdest bike û li gor vê yekê kesên ku bi temamî girêdayî pergala Wêlayetê Feqî nin bîne ser kar û di vî warî de naxwaze di nav xwe de hin rîskan bide ber çav. Dixwaze dendika desthilatiyê an jî saziyên pergalê bi temamî yekdest û li gor xwe qawîm bike. Ji bo vê jî beriya her tiştî bi wesaziyên li Qowêyê Qezaiyê (Dad), parlemento û hin cihên din wek hêzên çekdar û dezgeha îstîxbaratê hin amadekariyan li gor xwe çêkirin û bi anîna Reîsî ser desthilatê jî Qowêyê Mocriyê (Rêveberî-Hikumet) jî bi temamî bi rengê wêlayî (li gorî pergala Wêlayetê Feqî) çêdikin û damezrandin, li ser vî bingehî hema bêje yekdestiya xwe temam dikin. Rejîm bi vî şêwazî dixwaze bi yekbûneke navxweyî derkeve meydanê û wisa xwe ji bo pêşhat û guhertinên pêşerojê amade dike.

Reîsî di dema sondxwarinê de têkildarê çawatiya desthilata xwe hin tişt eşkere kir ku dikarin wiha rêz bikin:

-Esas girtina pergala Wêlayetê Motleqê ya Feqî

-Nêrandin û tevgera ber bi aliyê welatên rojhilatî wate Çîn û Rûsiye,

-Lêhûrbûna herêmî û esasgirtina danûstandinên bi cîranana re

-Domdar û bihêzkirina bandora Îranê ya li ser herêmê

-Ji bo navxweyî jî rewşa aborî ya gel û têkoşîna li hember gendelî û fesadiyê.

Bi hatina ser desthilat, li ser bingehê avakirina kabîneyek Wêlayî li gor parametrên îstixbaratî-leşkerî kabîneyek ya şer û ewlehî çêkiriye, hin kesayet û rayedarên îstixbaratî û girêdayî Sipahê Qods’ê yên wek wezîr, şêwirmend, walî û hwd erkdar kiriye û wê bike.”

‘KABÎNEYA NÛ DOZAJÊ XWE CUDA YE Û TAYBET E’

Heften di dewama nirxandinên xwe de bal kişande ser taybetmendiya kabîneya nû ya hikumeta nihayî ya Îranê û got: “Her çiqasî rejîm bi giştî rejîmeke îstixbaratî û leşkerî ye, lê kabîneya nû di vê aliyê de jî dozajê xwe cuda ye û taybet e. Wate guhertinên bingehîn çêdibin û bandor û berhemên vê bi demê re wê zêdetir xwe nîşan bidin. Rejîm bi awayeke cidî xwe ji pêşerojê re amade dike û ji bo vê jî çêkera xwe ya desthilatê qawîm dike û dixwaze tedbîrên navxweyî jî bi şêwazê ewleyî- leşkerî bigre ku bi dîtina xwe wê dilê wî ji bara nerazîbunên nava desthilat û rewşên nava civakê rehet be û wisa bikare li derve derkeve meydanê û armancên xwe pêkbîne. Bê guman wê çiqas bikare encam bigre û wisa ku hesab dike derkeve, mijarê nîqaşê ye.”

‘JI PARASTINA PASÎV DERBAZÊ PARASTINA AKTÎF BÛYE’

Mezlûm Heften îşaret bi stratejiya nû ya Îranê û armanca wê kir û wiha dirêjî da nirxandinên xwe: “Ev demek e ku rejîma Îranê stratejiya xwe ya parastinê guhertiye û ji parastina pasîv derbazê parastina aktîf bûye, ev guhertin mijarêk bi bandor û girîng e. Rejîma Îranê bi hatina ser desthilat a Reîsî xwest zêdetir vê stratejiyê bixe meriyetê ku heya astekê jî ketiye meriyetê; alîkarî dayina ji bo hêzên paramilîter ên li herêmê, dewlemendkirina atomî û tetbîqatên leşkerî bi taybetî ceribandina fûzeyên dûravêj, diron û hwd îspatên vê yekê ne, lê belê li hember vê rewşê jî hin tevger li herêmê çêbûn. Rewşên ku li Efganîstan, Azerbaycan, Iraq û kendavê derketin ku heya astekê dikare hevsengiya li herêmê heyî biguhere.

Armanca esasî ya rejîma Îranê berfirehkirina sînorên şoreşê û xwe gihandina hikumeteke cihanî ya islamî ye. Ev mijar wate berfirehbûn û xwe belavê her der kirinê wek hedef ji bo pêngava duyem jî derbazdar e, lê ya ku di rastiyê de diyar dibe eve ku Îran li gor berê lewaz ketiye û niha hemû hewldanên wê ev e ku rejîmê biparêze, lê tiştê ku ji derve re nîşan dide pir ji rastiya wê mezintire. Bê guman Îran hem ji hêla navxweyî û hem ji hêla derwe li gor berê lewaz ketiye.”

‘BI SOZDAYINÊ DIXWAZIN GEL BIXAPÎNIN Û BER BIDIN GEL’

Endamê Meclîsa PJAK’ê Mezlûm Heften di beşek din a nirxandinên xwe de behsa rengdana polîtîkayên rejîma Îranê ya li ser debara gel kir û anî ziman: “Rewşa gel û jiyana wan roj bi roj zehmettir dibe, hejarî her ku diçe zêdetir dibe û rêjeyek zêde ya civakê di bin xeta hejarî de ne, bêkarî, buhabûn û bê îstîqrariya bazarê li gel bêedaletiya civakî û siyaseta cihêkar ya desthilatê  mijarên esasî ne ku civakê û jiyana gel ber bi qeyranê dibin. Sofreya xelkê roj bi roj biçûktir dibe û hin cûre xwarin ji menuya xwarinê ya hin malbatan reş dibe, kêmbûn û buhabûna hin pêdiviyên sereke ji sofreya gel û heta wisa bûye ku peyda nabin, ango hin tişt bûne pisgirêkek domdar û mayînde. Lewma ruxmê sozên ku hin berpirs didin, mirov dikare bêje ku hin pirsgirêk ber be qeyranê ve diçin. Rejîm wan rastiyan dizane û hewldide ku tedbîrê xwe bigre û ji bo vê jî serî li hin rê û rêbazan dide da ku bi rengekî demkî avê bi agir da bike û hindekî din temenê desthilata xwe dirêjtir bike. Piranî zextên ji derve û ambargoyê wek sedem nîşan didin û carna jî hin hikumet yên berê xwe an jî hin kesên di nava desthilat de wek sedemên pirsgirêkan didin nîşandan û bi sozdayinê dixwazin gel bixapînin û ber bidin gel, lê êdî gel piştê 40 salan rastiyan fêm dike û bi şeklên cûda cûda nerazîbûnên xwe nîşan dide.”

‘GENDELIYEK PIR MEZIN Û SÎSTEMATÎK DI NAV PERGALÊ DE HEYE’

Heften di dewama axaftina xwe de diyar kir ku di nava pergalê de fesadiyeke sîstematîk heye û wiha behsa helwesta gel ya li hemberî wê kir: “Gel baş dizane ku fesad û gendeliyek pir mezin û sîstematîk di nav pergalê de heye û yên ku dem bi dem wek kralên pere, kaxez, petrol û hwd derdikevin jî hemû kesên sereke yên pergalê ne û ev hemû derfetan bi rêya peywendiyên xwe yên bi rayedarên pergalê re bidest xistine. Wate av ji çavkaniyê qirêj bûye, ji ber vê êdî gel di vê hêlê de ji desthilat û sozên wê bawer nake û bi guman nêz dibe.”

‘ÊDÎ DEMA SOZDAYİNÊ Û DEM DERBAZKİRİNÊ NEMAYE Û ÇAREYEK BİNGEHÎN PÊWÎSTE’

Endamê Meclîsa PJAK’ê Mezlûm Heften di beşa dawî ya nirxandinên xwe de bal kişande ser hewldanên rejîma Îranê yên ji bo tepisandina nerazîbûnên civakê û got: “Tevî ku rejîm hewl dide bi hemû şêwazî pêşiya nerazîbûnên civakê bigire, lê diyare ku êdî civak biryara xwe daye û bi sedem û demên cûda cûda nerazîbûna xwe nîşan dide. Her çiqasê desthilat li hember daxwazên rewa yên gel hemû fikrandinên xwe li ser esasê bikaranîna şîdetê pêş dixe, lê mirov dikare bêje ku di nerazîbûnan de hin guhertinên di asta çawanî de çêdibin ku dikare rejîmê neçarê paşvekêşiyê bike, wek mînak berdewamiya nerazîbûnan, berfirehbûna wan û zelalbûna daxwazên gel û pêşwazîkirina bêtirs û bi serbilindî ya berdêlan wek girtin û şehadetê nîşan dide ku êdî tirsa civakê nemaye û ji bo ku mafên xwe bidest bixe rîskan dide ber çavan. Ev û hin mijarên din nîşan dide ku hem domdarî û mayîndebûna pirsgirêkan ber be qeyranê ve diçin û hem jî civakê biryara jiyaneke bi rûmet daye û êdî ti cûre bê rêziyekê qebûl nake; ji ber vê êdî dema sozdayinê û dem derbazkirinê nemaye û çareyek bingehîn pêwîste ku ev jî bi rêzgirtina ji civakê û esasgirtina daxwaz û îradeya hemû pêkhateyên wê re çêdibe. Her wiha bi demokratîk kirina destûra bingehîn ve misoger dibe.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Şahiya Ciwanan a li Stûttgartê

Nivîsa Pêş

Malbata Şenyaşar di roja 243’an de berxwedana xwe didomînin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Malbata Şenyaşar: Dayikek dilê wê şewitî ye 231 roj in têdikoşe

Malbata Şenyaşar di roja 243’an de berxwedana xwe didomînin

Li çiyayê Gabarê agir bi daristanê ket

Li çiyayê Gabarê agir bi daristanê ket

Manşet

  • Ciwanên Ku Beşdarî Seferberiyê Bûn Li Qeladizê Bi Girseyî Hatin Pêşwazîkirin
  • Xwendekarên Kobanê perwerdeyên alîkariya yekem didomin
  • Li Harburgê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meş
  • Ji Bo Protestokirina Êrîşên Dagirkeriyê Yên Li Ser Rojava Li Berlînê Standek Hate Danîn
  • Bayik: Pêşveçûna Pêvajoyê Bi Gavên Pratîk Ve Girêdayî Ye
  • Ciwanên Şoreşger li Hesekê Çalakiyek ji bo Bilindkirina Moralê Lidar Xistin: Parka Nergiz bi Ruhê Berxwedanê Tijî Bû
  • Dorpêça Kobanê Li Enqereyê Hat Protestokirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Bayik: Pêşveçûna Pêvajoyê Bi Gavên Pratîk Ve Girêdayî Ye

    Bayik: Pêşveçûna Pêvajoyê Bi Gavên Pratîk Ve Girêdayî Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Ciwanên Kobanê: Ciwanên Bakûr Tevlî Şerê Rûmetê Bibe !

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Protestokirina Êrîşên Dagirkeriyê Yên Li Ser Rojava Li Berlînê Standek Hate Danîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Ku Beşdarî Seferberiyê Bûn Li Qeladizê Bi Girseyî Hatin Pêşwazîkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di rewşa şer de xwendekarên Kobanê perwerdeyên alîkariya yekem lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger li Hesekê Çalakiyek ji bo Bilindkirina Moralê Lidar Xistin: Parka Nergiz bi Ruhê Berxwedanê Tijî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşandana Fîlmê bi Pêşengtiya TekoJIN Berlînê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dayika Emîne: “Şehîd Lewend bi danûstandina xwe diket dilê her kesî”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.