Enter your email Address

Pazar, Şubat 8, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Reva ji welat ne çareserî ye!

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
03/11/2021 - 0:06
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Reva ji welat ne çareserî ye!
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 

Weysî Tallî Nivîsand
Di vê demê de ku ewqas şoreş û têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd geş û gûr dibe, zext û zilm zêde dibe; di serî de ciwan û malbatên kurd, ji şoreşê direvin û berê xwe didin rêya qaşo rizgariyê, lê dikevin ser rêya mirinê.

Bi taybet salên dawî li başûrê Kurdistanê ji ber nebûna xizmetgûzarî û bêkariya zêde, nepeydakirina nan, pirsgirêkên av, elektirîk, benzîn û gazê her wiha bê hêvîbûn û siberojeke di bin kepê dagirkeran de, reva ji başûrê Kurdistanê pir û pir zêde bûye.

Piştî êrîşên dagirkeriyê yên li qadên sînor û zexta yekcar a Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) û hêzên asayîş û çekdarên wê ya li ser xelkê Behdînanê û sînor pir zêde bûyî, kir ku ciwan pêl bi pêl, weke çareserî reva ji welat dîtin. Dema em dinêrin, hema bêje ji her malbatê kesek-du kes berê xwe dane Ewropayê. Pirî caran di nûçeyan de jî derketin holê ku ciwanên Başûr li ser rêya Ewropayê di Behra Spî û dîsa sînorê Yewnanistan, Polonyayê ji ber serma û seqemê; ji birçîna jiyana xwe ji dest dane.

Tevî ku ev yek pir aşkera jî tê zanîn, lê dîsa jî ciwan terciha vê dikin. Li vir pirsa gelo ma mayîn ji rewşa heyî pir xirabtir e ku ciwan terciha vê dikin, derdikeve holê. Esil rastiya li Başûr û sîstema heyî ya li ser wan tê ferzkirin tê nîşandan.

Li gel vê rastiyê jî, ji bo ciwan serî ranekin û li ber zext û zilmê ranebin, polîtîkayeke ya taybet ku berê ciwanan dide Ewropayê tê kirin. Dîsa şaneyên girêdayî PDK’ê yên li Ewropayê propagandaya vê dikin ku li Ewropayê jiyan aram e, sîstem ji bo mirovan dibe alîkar û jiyanek xweş bibe serî. Li gel jiyaneke sirgûnê heta çiqasî mirov wê bijî? Bê xak, bê welat û ziman; mirov wê çawa bikaribe li ser erd, nava netew û xakek din hebûna xwe biparêz e. Mixabin ev pir û pir zehmet e. Ev rêbazeke ya asîmîlasyona spî ye ku bi demê re ji rastî û cewhera xwe derketin e.

Reva ji welat ne çareserî ye, berovajî di ser de tunekirina xwe û piştre siberoj û civaka xwe ye.

Lê bila ew dûvik û nokerên alîgirên PDK’ê, sîstema ku ciwanan ji xaka wan didin revandin bizanin ku rastî û rûyê wan tu car nayê jibîrkirin. Ew berpirsê kuştina ciwanên li Behra Spî fetisîne, ew berpirsê ciwanên li ser rêya koçberiyê ji serma û birçîna dimirin in. Ew berpirsê revandina jin û ciwanên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ne. Ew berpirsê darvekirina ciwan, şoreşgerên kurd ên li Îranê ji ber doza heq a kurdbûnê tên darvekirin in. Ew berpirsê talan û qirkirina xweza û kîmyebarana li başûrê Kurdistanê ne.

Hûn hevkar in?

Ji ber ku hevkarî û bihevrebûna we ya li gel dagirkeran kir ku evqas dagirkerî, zilm û zext li ser gelê kurd û Kurdistanê tê kirin. Bêdengî û hevkariya we di serî de li Rojava, Başûr mirovên bê guneh hatin qetilkirin û sirgûnkirin. Mînaka vê ya ku tim weke deqekê li ser rûyê we be, Fermana 73’an a çeteyên DAIŞ’ê 3’yê Tebaxa 2014’an Şengalê li ser civaka êzidî pêk anî ye.

Dîsa bi peymanên we yên li pişt deriyan ku li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî tevahî Rojava kir ku bi sedan jin, ciwan bên revandin, destdirêjî-destavêtin wan. Her wiha bi hezaran darên zeytûn û xwezaya sererd û binerd a Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê talankirin û wêrankirin.

Dîsa li rojhilatê Kurdistanê ji ber bêdengiya we bi sedan ciwanên kurd li qadan bên darvekirin, ji ber ku tenê doza heq a gelê xwe diparêzin.

Eger ku evqas zilm û zordarî, mêtingerî û qirkirin tê kirin, ji çîna bûrjûwazî ya li gel sîstemê cih digire û ji dijmin re dibin çav û guh.

Bi destê van kesan, îro li çar parçeyên Kurdistanê bi reng û rêbazên cuda polîtîkaya reva ji welat, dûrketina ji doza heq a azadiyê tê kirin.

Di demek ku şoreş ewqas geş û gur de, xistina meriyetê ya van polîtîkayan aşkera ye ku ji bo bikarin armancên xwe bi ser bixin. Ji bo vê ye divê ciwan û taybet jin li ber vê polîtîkayê rabin. Rev nabe çareserî, rizgarî nîne. Rizgarî û çareserî li welatê xwe, li ser axa xwe li dijî zilm û zordariyê têkoşîna bi hev re ye.

Di serî de ciwanê Başûr dikare xwe rêxistin bikin û bikaribin dawî li vê hikûmranî û sîstema faşîst a PDK’ê bîne. PDK ne xwediyê axa Başûr e. PDK partiyeke. Ji bo wê ciwan dikarin weke çareserî xwe birêxistin bikin, partî be, sazî be, tevger û bizavek be ava bike û bikari be ciwanan bide dora xwe û pêşengtiyê ji azadiya xwe û civakê xwe re bike.

Îro tam dema wê ye. Gerîla li çiya pişta dijmin şikandiye. Gerîla îspat kir ku dijmin bi çekên kîmyewî jî nikare vîna serketinê asteng bike. Nikare biryardariya azadiyê tune bike. Ciwanên Başûr di serî de divê hemû ciwanên kurd vê ji bo xwe esas bigire û bi ruhê gerîla li nava bajaran li dijî sîstem û mêtingeriyê rabe. A çareserî bîne ev e, ne rev e. A aştî û azadiyê bîne, a siberoj û jiyaneke aram bîne ev e. Aramî û jiyana rast ne li derveyî welat li ser axa xwe û koka xwe dibe. A esas ev e. A rast û dirûst jî ev e. Derveyî vê çareserî nîne, tenê demkî ye.

Rabe zend û bendan hilde, serî rake, îro roja te-we ye…

WELAT

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – Hevalê Medenî li beramberî zoriyan tucarî xwe radest nekiriye

Nivîsa Pêş

Ciwanên Mexmûrê ji bo roja Cihanê ya Kobanê çalakî li dar xistin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Ciwanên Mexmûrê ji bo roja Cihanê ya Kobanê çalakî li dar xistin

Ciwanên Mexmûrê ji bo roja Cihanê ya Kobanê çalakî li dar xistin

TAYBET – Kampanyaya li dijî koçberiyê ya ciwanên herêma Firatê

TAYBET - Kampanyaya li dijî koçberiyê ya ciwanên herêma Firatê

Manşet

  • QSD`ê Nasnameya 8 Şehîdan Eşkere Kir
  • Komkûjiya Xirab Hişkê xwendekarekî bê lingan hişt
  • Li Endonezya Ciwan û Karkeran Li Ser Kesayeta Mîlîtanî ê APOyî Niqaşek Li Dar Xistin
  • JINNEWS: 15 Jin Hatin Kuştin, 11 Jin Bi Gumanbarî Mirin
  • Bayik: Rêber Apo Rêberê Pêşeng e Ku Dê Têkoşîna Me Ber Bi Serketinê Ve Bibe
  • Li Hannoverê Seferberiya Ji Bo Rojava Dewam Dike
  • Li Hamburgê Şeveke Fîlman Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD`ê Nasnameya 8 Şehîdan Eşkere Kir

    QSD`ê Nasnameya 8 Şehîdan Eşkere Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dayika Emîne: “Şehîd Lewend bi danûstandina xwe diket dilê her kesî”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Endonezya Ciwan û Karkeran Li Ser Kesayeta Mîlîtanî ê APOyî Niqaşek Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Tu Ji Çi Bawer Dikî?”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Sancaktepeya Stenbolê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bayik: Rêber Apo Rêberê Pêşeng e Ku Dê Têkoşîna Me Ber Bi Serketinê Ve Bibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bayık: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komkûjiya Xirab Hişkê xwendekarekî bê lingan hişt

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.