Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 3 şehîdan parvekir

"20'ê Îlona 2021'ê di bombardûmana dewleta Tirk a dagirker de hevrêyên me Rustem Gabar, Azad Gabar û Warger Hêvî şehîd bûn."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
15/10/2021 - 12:32
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 3 şehîdan parvekir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“20’ê Îlona 2021’ê di bombardûmana dewleta Tirk a dagirker de hevrêyên me Rustem Gabar, Azad Gabar û Warger Hêvî şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Rustem Gabar
Nav paşnav: Devran Kaya
Cihê jidayikbûnê: Mersîn
Dayik-Bav: Gullu-Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: 20’ê Îlona 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Azad Gabar
Nav paşnav: Abdullah Baran
Cihê jidayikbûnê: Kerboran
Dayik-Bav: Fatma-Mehdî
Dem û cihê şehadetê: 20’ê Îlona 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Warger Hêvî
Nav paşnav. Emîn Demîr
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Şahiye-Nezîr
Dem û cihê şehadetê: 20’ê Îlona 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hevrêyê me Rustem Gabar li Mersînê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Malbata wî bi eslê xwe ji gundê Kerxurê yê navçeya Basayê ya Şirnexê ye. Lê belê gundê wan ji aliyê dewleta Tirk a mêtinger ve hate şewitandin û valakirin. Malbata wî jî ji ber vê yekê neçar ma ku koçî metropolên Tirkiyeyê bike. Hevrêyê me Rustem ji ber ku li nava malbateke welatparêz a li ser koka xwe mezin bû, rastiya dijmin hîn ji zarokatî ve dît. Weke ciwanekî Kurd ê welatparêz bi hesreteke mezin a li welatê xwe Kurdistanê û çiyayê Gabarê mezin bû. Ev hesreta xwe bi tevlîbûna li nava refên gerîla pêk anî. Hevrêyê me Rustem ku xwedî coş, kelecan û dînamîzmeke mezin bû bi rûketî û xebatkariya xwe zû hînî jiyana PKK’ê bû û ji aliyê hevrêyên xwe hemûyan ve hate hezkirin. Demekê bi yek ji fîlozofên çiyê şehîdê mezin ê partiya me hevrê Qasim Engîn re ma, dersên destpêkê yên şoreşgerî ji wî wergirt. Li Xakurkê, Qendîlê û Behdînanê li gelek qadan kar kir. Piştî şehadeta Qasim Engîn timî xwe deyndar dît û ev yek ji bo tevlîbûneke hîn xurtir ji bo xwe kir hincet. Hevrêyê me Rustem ku şoreşgekeî jêhatî, fedakar û dilnizm bû, wezîfeyên girîng zû da ser milê xwe. Wezîfeyên xwe hemû bi rengekî serketî bi cih anî. Hevrêyê me Rustem timî dixwest biçe çiyayên Botanê, xwe bigihîne koka xwe, lewma li ku derê kîjan wezîfe jê re dihate dayin bi daxwazeke mezin pêk anî. Hevrêyê me Rustem gelek karên stratejîk ên partiya me bi ked û hewldaneke mezin pêk anî. Di 20’ê Îlona 2021’ê de dema ku bi erka xwe radibû di bombardûmana dewleta Tirk de şehîd bû.

Hevrêyê ma Azad Gabar li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê li gundê Dîlanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Weke ferdekî eşîra Torî bi nirxên civakî yên gelê Kurdistanê mezin bû. Dilsoziya wî bi çanda kevneşopiya malbatî û eşîrî, dilsoziya bi xaka xwe û welatê xwe di heman demê de kir ku bi Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê re dilsoz be. Li ser vê bingehê hîn di zarokatiyê de rastiya dijmin dît û partiya me PKK nas kir. Ji bo rojekê bibe gerîla û rejîma qirker a ku li ser gelê me tê ferzkirin parçe bike, bi vê hêrsê mezin bû. Bi vê têgihiştinê tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku li çiyê rastiya jiyana komunal nas kir û hevrêtiya ku xwe ji hev feda dike dît, bi xurtî xwe li vê jiyana azad girt. Gelekî kete bin bandora îdeolojiya Apoyî ya ku mirovan têgihiştî dike, ruhê mirovan bi bask dike, zimanê mirovan bedew dike. Ji dil baweriya xwe bi azadiya jinê anî ku hîmê bingehîn ê felsefeya Apoyî ye û gihîşt wê baweriyê ku bêyî vê yekê jiyaneke azad nepêkane. Bi vê têgihiştinê di jiyana xwe de ti carî rê neda demên vala. Bi cidiyeteke mezin nêzî her kêliyê bû. Li gelek herêmên Kurdistanê bi eşq, daxwazeke mezin gerîlatî kir û tevlî çalakiyên bi bandor bû ku derbên giran li dagirkeran hate xistin. Hevrêyê me Azad ku bi wêrekiya xwe pêşengî ji çalakiyên leşkerî re dikir, dema ku bi vê erka xwe radibû di encama bombardûmanê de tevî 2 hevrêyên xwe şehîd bû.

Hevrêyê me Warger weke ferdekî ji eşîra Torî li nava malbateke welatparêz mezin bû. Hevrêyê me Warger ku bi eslê xwe ji Kerboranê ye li Hezexê mezin bû. Bi bîranîna apê xwe yê ku tevlî nava refên gerîla bû û piştre şehîd bû, di nava atmosfera civakî ya Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê mezin bû. Rastiya qirker a ku li ser gelê me tê ferzkirin nas kir. Rastiya dijmin û doza azadiyê ya gel nas kir û bi vê têgihiştinê weke ciwanekî Kurd kete nava lêgerînan. Sala 2015’an piştî ku rejîma dewleta Tirk a faşîst ‘Plana Têkbirinê’ li dijî Kurdistanê xiste meriyetê û dest bi êrişan kir, bajarên Kurdistanê jî bûn hedef. Ciwanên Kurd li dijî van êrişan dest bi berxwedana xwerêveberiyê kirin ku yek ji navendên vê berxwedanê jî navçeya Hezexê ya Şirnexê bû. Hevrêyê me Warger jî hîn di rojên destpêkê de tevlî Berxwedana Xwerêveberiyê ya Hezexê bû, têkoşîn li vê derê baştir nas kir, ked da û bi wêrekiyeke mezin şer kir. Li Hezexê ku polîs, artêş û çeteyên paramîlîter ên Tirk heta ji wan dihat êriş dikirin, weke komek ji ciwanên Kurd berxwedaneke dîrokî nîşan dan. Yek ji milîtanên pêşeng ê vê berxwedanê jî hevrêyê me Warger bû. Piştre bi rengekî serketî vekişiya û xwe gihand çiyayê Gabarê. Hevrêyê me Warger êdî weke gerîlayekî meşa xwe ya şoreşê dewam kir û piştî ku demekê li Gabarê gerîlatî kir, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Li akademiyên leşkerî tecrûbeya xwe ya li berxwedana xwerêveberiyê parve kir, ji taktîka serdema nû û îdeolojiya PKK’ê dersên girîng wergirt, weke fermandarekî bi wezîfeyên nû rabû. Li her devera ku lê dima bi dilnizmî û samîmî ked da, bi hevrêtiya xwe ya ji dil reng da jiyanê û her kar bi rengekî serketî bi cih anî. Li dijî dewleta Tirk a ku ji bilî qirkirinê mafê jiyanê nade gelê Kurdistanê, bi hêrsa tolhildanê di gerîlatiya modernîteya demokratîk û hunera leşkerî de xwe kûr kir û hewl da bersivê bide wezîfeyên serdemê. Dema ku bi erka xwe radibû 20’ê Îlona 2021’ê tevî hevrêyên me Rustem û Azad di bombardûmanê de şehîd bû.

Di serî de malbatên welatparêz ên hêja yên hevrêyên me yên şehîd, em sersaxiyê ji xelkê me yê Şirnex û Mêrdînê, ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soza xwe dubared ikin ku tola şehîdên xwe yên leheng ku nirxên herî mezin û rûyê spî yê paşeroja gelê me ye, hilînin û armancên wan teqez bi ser bixînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Karasu: Komplo bi giştî hate têkbirin

Nivîsa Pêş

Li Stenbolê qirkirina siyasî – Gelek kes hatin revandin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Li Edeneyê dema destgîrkirina 12 kesî dirêj kirin

Li Stenbolê qirkirina siyasî - Gelek kes hatin revandin

Gerîla dîsa lê da – Herî kêm 3 dagirker hatin ceza kirin

Gerîla dîsa lê da - Herî kêm 3 dagirker hatin ceza kirin

Manşet

  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.