Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Cemal Şerîk: Wezîfeyeke lezgîn e ku pêngava ‘Dema azadiyê’ li nava civaka Tirkiyeyê bê belavkirin

"Erk û berpirsariya ku me nekarî beriya darbeya faşîst a 12'ê Îlonê bi cih bînin divê were pêkanîn û em karibin civakên Kurdistan û Tirkiyeyê di armanca şoreşa yekbûyî de bigihînin hev."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
22/09/2021 - 9:19
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
ANALÎZ- Elimandin Xiyanet e!
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Cemal Şerîk destnîşan kir ku pêwîste civakên Kurdistanê û Tirkiyeyê di armanca şoreşa yekbûyî de bigihêjin hev û diyar kir, dema ku ev hate kirin wê desthilatdariya AKP-MHP’ê ku temsîlkarê vê demê yê faşîzma 12’ê Îlonê ye, ji holê bê rakirin.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk sala derbasbûyî ya pêngava ‘Li dijî tecrîd, dagirkerî û faşîzmê dem dema azadiyê ye’ ku 12’ê Îlona 2020’î hatibû ragihandin û sala nû ya têkoşînê ji ANF’ê re nirxand.

Şerîk anî ziman ku destpêkirina pêngaveke bi vî rengî roja 12’ê Îlonê û ragiahndina Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) di 12’ê Adarê de tesadûfî nîne û diyar kir ku ev yek xwedî naverokeke siyasî û îdeolojîk e.

Cemal Şerîk bal kişand ser têkoşîna ku ji 12’ê Adarê heta 12’ê Îlonê, ji 12’ê Îlonê heta vê demê û got, “Ev yek di heman demê de nîşan dide ku berpirsyarî û wezîfeyên şoreşgerî yên demê çi ne û divê teqez bi cih bêne anîn.”

Şerîk bi bîr xist, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema ku gava destpêkê avêt tenê bi berpirsyariya xwe ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ranebû, her wiha berpirsyariya Şoreşa Tirkiyeyê jî da ser milê xwe û destnîşan kir ku dema nêzîkatî bi vî rengî be wê armanca pêngavê baştir bê fêhmkirin.

‘DEMA BERIYA 12’Ê ÎLONÊ Û SERDEMA HEYÎ DIŞIBIN HEV’

Şerîk ragihand, bi rengekî eşkere xuya dike ku desthilatdariya faşîst a heyî ya li Tirkiyeyê nikare civakê bi rê ve bibe; di nava xwe de jî nikare xwe bi rê ve bibe û got, “Civak jî êdî rêveberiya vê desthilatdariyê qebûl nake û naxwaze di nava pergaleke wiha de bimîne. Lewma rojên beriya 12’ê Îlona 1980’î û pêvajoya heyî dişibin hev.”

‘DIVÊ BIGIHÊJE BERXWEDANA CIVAKÎ YA LI TIRKIYEYÊ’

Cemal Şerîk anî ziman ku darbeya 12’ê Îlonê nekarî berxwedana PKK’ê rawestîne; vê berxwedanê şoreşa xwe ya civakî, demokratîk û çandî li Kurdistanê pêk anî û wiha dewam kir, “Şoreşa ku li Kurdistanê pêk hat divê bigihêje berxwedana civakî ya li Tirkiyeyê. Ji bo bigihêje Tirkiyeyê jî potansiyela pêwîst heye. Hêzên li derveyî desthilatdariyê, hêzên şoreşger, demokratîk û çepgir hene ku li ber xwe didin. Eger Tirkiyeyeke faşîzma AKP-MHP’ê hebe, li hemberî vê jî Tirkiyeyeke hêzên şoreşger, demokratîk heye ku ev li hemberî hev e. Ya ku divê niha bê kirin ew e ku xwegihandina hev a civakên Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ ya PKK’ê rastiyeke bi vî rengî radixe pêş çavan. Şoreşa Kurdistanê tê wateya yekîtiya bi hêzên berxwedêr, muxalefeta sosyalîst, şoreşger û civakî ya li Tirkiyeyê. Di armanca xwe de ev yek heye. PKK’ê bi pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ nîşan daye ku ew ji yekîtî û şoreşeke yekbûyî ya bi vî rengî re amade ye.”

‘BERXWEDAN BÊNAVBER DEWAM DIKE’

Cemal Şerîk diyar kir ku li gel êrişên leşkerî û siyasî yên dewleta Tirk, bi berxwedaneke bênavber derb li artêşa duyemîn a NATO’yê hatiye xistin ku ev artêş bi piştgiriya NATO’yê tevdigere. Şerîk destnîşan kir ku ev artêş ji aliyê objektîf ve hatiye têkbirin û diyar kir ku civaka Kurdistanê, hêzên şoreşger û demokratîk ên Tirkiyeyê, rêxistiniyên li qada siyaseta demokratîk bi her awayî berdêl dan; bêyî ku serî bi tewînin li ber xwe dan.

Şerîk diyar kir ku têkoşîna bênavber nîşan da ku dewlet nikare encamê bi dest bixe û got, “Ev hemû ew rastî ye ku ji aliyê pêngava ‘Dem dema azadiyê’ ve sala dawî hatiye nîşandan. Pêngava ‘dem dema azadiyê’ herî zêde li nava gerîla hatiye temsîlkirin. Qada civakî siyasî jî bi neterikandina qadan û parastina çeperan bi rola xwe ya berxwedanê rabûye. Zindanan bi berxwedana greva birçîbûnê tevlî bûye. Bi heman rengî gelê Kurdistanê yê neçar hate hiştin ku li derveyî welat bijîn pêngav gihandin qada navneteweyî.”

Şerîk destnîşan kir, armanca pêngavê ku bi dirûşma ‘Li dijî tecrîd, dagirkerî û faşîzmê’ hatiye pênasekirin hîn jî nû ye û destnîşan kir ku dema ev bi cih hate anîn hingî wê berpirsyarî û wezîfeya vê serdemê pêk hatibe.

Cemal Şerîk ragihand ku wezîfeyeke lezgîn e ku pêngava ‘dem dema azadiyê ye’ bigihêje civaka Tirkiyeyê û wiha dewam kir, “Erk û berpirsariya ku me nekarî beriya darbeya faşîst a 12’ê Îlonê bi cih bînin divê were pêkanîn û em karibin civakên Kurdistan û Tirkiyeyê di armanca şoreşa yekbûyî de bigihînin hev. Dema ku ev hate kirin, nûnerê vê demê yê faşîzma 12’ê Îlonê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê wê ji holê bê rakirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Wefata M. Saît Uçlu û Îrfan Guler

Nivîsa Pêş

Êrîşên li ser girtiyan didome

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Koma 2’emîn dest bi girêva birçîbûnê kir

Êrîşên li ser girtiyan didome

2 Şehîdên Kurdistanê hatin oxirkirin

2 Şehîdên Kurdistanê hatin oxirkirin

Manşet

  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên NRW Li Ser Vegera Welat Nîqaş Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.