Enter your email Address

Perşembe, Aralık 11, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Hewldanên dîplomatîk pêş dikevin lê kurd çi dikin?

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
19/09/2021 - 0:07
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Hewldanên dîplomatîk pêş dikevin lê kurd çi dikin?
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –
Fehîm Işik Nivîsand
Ewil nûçe di Medya Newsê de derket. Tê gotin ku fermandarê HSD’ê (Hêzên Sûriyeya Demokratîk) Mazlûm Abdî û fermandarê CENTCOM’ê (Fermandariya Hêzên Navendî ya DYA) Kenneth McKnzie, di 10’ê îlonê de hevdîtînek taybet pêkanîne. Di vê hevdîtînê de çi hatiye axaftin naye zanîn. Lê çavkaniya nûçeyê aşkera dike ku di navbera aliyan de rewşa Rojava û helwesta Tirkiyeyê, bi taybet piştî vekîşîna DYA’yê ji Afganistanê jî bûye mijara hevdîtînê. Her çi qas neye bilêvkirin jî bi qasî ku em dibînin, di vê hevdîtînê de têkîliyên navxweyî ya kurdan jî mijarek din e. DYA, bi taybetî di vê sala dûmahî de, vê der barê de jî hatin û çûyîna dike û naxwaze nakokiya navbera kurdan mezin bibe û vegere şerekî. Ew di vî warî de xwedî ezmûn e û vê yekê berê jî ceribandiye. Kin û kurt, di şerekî navxweyî ya kurdan de niha tu berjewendiya xwe nabîne.

Kenneth McKenzie û Mazlum Abdî berê jî çend car hevdîtînan pêk anîn. Hin hevdîtînan Mazlum Abdî aşkera kir. Bi kurtî behsa naverokê jî kir. Lê ev car, ne hevdîtîn, ne jî naverok nehat aşkerakirin. Ji bilî vê hevdîtînê, çendî hewldan û hatin û çûyîn jî hene. Beşar Esed, berê xwe da Rûsyayê û bi serokê Rûsyayê Viladîmîr Putîn re rûnişt. Heyetek ji MSD’ê (Meclisa Sûriyeya Demokratîk) berê xwe da Rûsyayê û bi rayedarên Wezareta Derve re hevdîtînan kirin. Heman amadekarî ji bo çûyîna DYA’yê jî heye. Berî niha jî Beşar Esed, bi hin beyanan aşkera kir ku Sûriye êdî bi rêvebiriya navendî naye îdarekirin. Vê beyana wî wekî ku dixwaze derî li Rêvebiriya Xweser a Rojavayê veke, hat şirovekirin. Di serî de Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed, gelek rayedarên Rojava, vê helwesta Beşar Esad nirxandin û tu bersivek neyînî nedan. Ango derî li Beşar Esad venekin jî derî negirtin.

Li Iraq û başûrê Kurdistanê jî gelek hewldan pêk hatin. Piştî konferansa Bexdayê, serokê Fransayê Emanuel Macron çû başûrê Kurdistanê. Macron ji alî rayedarên Başûr ve bi awayekî xurt hat pêşwazîkirin.

Di vê navberê de hewldanên berbiçav ên Tirkiyeyê jî hene. Bi rêya îstîxbarata xwe geh li Misir û Lîbyayê, geh jî li Sûriye, Bexda û Tehranê hevdîtînan dike. Wisa xuya dike ku ew ê Îdlibê jî li ser daxwaza Rûsyayê, wekî Hema, Humus û Helebê dewrî rejîma Sûriyeyê bike. Tirkiye, tenê herêmên dagirkirî yên li rojavayê Kurdistanê bi paşve gav navêje. Li wan dera, demografî zêdetir xera dike. Ereb û tirkmenan li wan herêman bi cih dike. Di ser de jî kurdî qedexe dike. Ev jî bi me nîşan dide ku Tirkiye dixwaze di pêşerojê de van herêman îlhaq bike.

Êdî ji van hevdîtînan diyar e, meseleya esasî ya li Rojhilata Navîn, bi taybetî li Sûriye û Iraqê û her wiha li rojava û başûrê Kurdistanê, ne paşvekêşana DYA ye. Hin kes van herêman dişibîne Afganistanê û carina jî aqil didin kurdan. Lê ne ev herêmên binavkirî Afganistan e, ne jî hêzên li van herêman Talîban in.

Ji hemû hevdîtînan tiştek din jî diyar e. Hisabên Tirkiye û dewletên din jî hevdû nagirin. Tirkiye, li gor planên xwe tevdigere û di hemû planan de têkbirina hêzên bakurê Kurdistanê wekî rojeva esasî derdixe pêş. DYA, dijberiya vê helwesta Tirkiyeyê nake. Lê wisa xuya dike ku di têkbirina kurdan de wekî Tirkiyeyê nafikire. Ew, tenê piştgirî dide têkbirina PKK’ê. Tirkiye jî vê piştgiriya DYA û dewletên din wekî têkbirina hemû kurdan bikar tîne û derfet bikeve destê wê, ne Rojava, ne jî Başûr û Bakur dihêle, hemû dide ber xwe.

Di vê heyamê de em jî bizanibin ku rojeva me ya esasî divê têkbirina nakokiya navxweyî be. Kîjan hêz çi tawîz dide yên din nizanim. Her wiha bi kîjan dewletan re têkîlî ew ê bi çi rengî bimeşe, wê jî nizanim. Lê dizanim ku têkbirina kurdan rojeva dewleta tirk e. Dewletên din jî kurdên li gor berjewendiyên xwe digere. Kurd vê derfetê nedin neyarên xwe, nakokiyên xwe yên navxweyî çareser bikin, dikarin hemû pêvajoyê bigirin bin kontrola xwe. Heke vê nekin, ne tenê alîkî, ew ê hemû kurd winda bikin. Bi qenaata min rojeva me ya herî girîng divê ev be…

WELAT

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – Tev lo

Nivîsa Pêş

TAYBET – Festîvala Şehîd Stêrvan ya Kobanê bi coş û moral bi dawî bû

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
TAYBET – Festîvala Şehîd Stêrvan ya Kobanê bi coş û moral bi dawî bû

TAYBET - Festîvala Şehîd Stêrvan ya Kobanê bi coş û moral bi dawî bû

Li dijî tecrîde xebatên ciwana yên nivîsandinê

Li dijî tecrîde xebatên ciwana yên nivîsandinê

Manşet

  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin
  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.