Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê sê gerîlayên li Gabar û Herekolê şehîd bûn bi bîr anî

HPG'ê sê gerîlayên ku di êrişên hewayî de mehên Gulan û Tebaxê li Gabar û Herekolê şehîd bûn bi bîr anî.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
07/09/2021 - 12:10
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
HPG’ê sê gerîlayên li Gabar û Herekolê şehîd bûn bi bîr anî
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“17’ê Gulanê û 3’ê Tebaxê li qadên Gabar û Herekolê yên herêma Botanê, di bombardûmana artêşa Tirk a dagirker de ji lehengên gelê me hevrêyên me Agîd, Adil û Mûnzûr şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Agîd Timok
Nav paşnav: Kahraman Sûnar
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Fatma-Bedrettîn
Dem û cihê şehadetê: 11’ê Gulana 2021 / Gabar

Nasnav: Adil Botan
Nav paşnav: Metîn Tetîk
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Nebahat-Îdrîs
Dem û cihê şehadetê: 3’ê Tebaxa 2021 / Herekol

Nasnav: Mûnzûr Serhat Çirav
Nav paşnav: Serhat Esen
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Hakîme-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 3’ê Tebaxa 2021 / Herekol

AGÎD TIMOK

Hevrêyê me Agîd li Êlihê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Li Êlihê ku polîtîkayên şerê taybet ên dijmin bi rengekî giran lê tê meşandin, rastiya qirker a dewleta Tirk a mêtinger nas kir. Têgihîşt ku dewleta Tirk gelê me di statuya mêtingeriyê de jî nas nake. Ev polîtîkaya tunedîtinê ya li ser gelê me tê ferzkirin ti carî qebûl nekir û têkoşiya. Gihîşt wê baweriyê ku di nava şert û mercên Kurdistanê li dijî siyaseta qirkerî û mêtingeriyê, bi têkoşîna bi pêşengiya partiya me PKK’ê dijmin dikare bê têkbirin. Ji ber ku ev zemînê têkoşînê li nava PKK’ê dît, gihîşt wê baweriyê ku civakeke azad û wekhev tenê bi felsefeya Rêber Apo pêkane hevrêyê me Agîd tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Agîd ku piştî tevlî nava refên gerîla bû, mîna ku jinûve ji dayik bûye lê hat, xisarên ku sîstema kapîtalîst da kesayetiya têgihişt û gav bi gav ber bi kesayetiyekî azad ve meşiya. Bi perwerdeyên Rêbertî dîroka xwe, lewma xwe ji nû ve nas kir. Hevrêyê me Agîd her ku xwe nas kir, her ku di kûrahiya dîrokê de dîroka xwe hîn bû, ev yek kir hinceta têkoşînê, kîn û hêrsa xwe ya li dijî dijmin zêde kir. Ji ber vê yekê girîngiyeke mezin da perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk, ji bo bibe Gerîlayê Serketinê yê Serdema Nû kedeke girîng da. Hevrêyê me Agîd bi bendewariya Rêbertî, şehîdan û gelê me ya ji Gerîlayên Azadiyê ya Kurdistanê zanî bû, lewma her tim bi giraniya berpirsyariya xwe tevgeriya. Ji bo bersivê bide van bendewariyan, rêbaza Rêbertî ku kesayetiya çalak e, di kesayetiya xwe de bi cih kir. Ji rêbaza jiyanê heta rêbaza şer ev taybetmendî her tim li pêş danî. Hevrêyê me Agîd baweriya xwe bi wê yekê anî ku gelê me û Rêberê me tenê bi rêbaza Rêbertî dikare azad bibe. Heta kêliya dawî ji taybetmendiyên milîtaniya Apoyî tawîz neda; bi hevrêtiya xwe ya ji dil û rûkeniya xwe ya xwezayî wê timî di bÎra hevrêyên xwe de be.

ADIL BOTAN

Hevrêyê me Adil li Cizîrê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, ku li gel kiryarên derveyî mirovahiyê yên dewleta Tirk a qirker vê herêmê ti carî ji taybetmendiya xwe ya berxwedêriyê tawîz nedaye û berdêlên giran di vê oxir ê daye. Ji ber ku ji malbata wî şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hebû, bala wî çû ser têkoşînê. Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êriş birin ser Kobanê, ji bo parastina gelê me bike, tevlî nava refên gerîla bû.

Ji kêliya ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve, ji bo hesabê komkujiyên ku dijmin li gelê me ferz dike, her tim hewl da ku ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve xwe bi pêş bixe. Li ser vê bingehê ji bo pejirandina pîvanên Gerîlatiya Serdema Nû û bûyîna gerîlayekî pispor bi baldarî tevlî dersên hunera leşkerî bû. Hevrêyê me Adil di encama van perwerdeyan de derfet dît ku rastiya xwe baştir fêhm bike. Her ku nas kir, rastiya gelê me, baweriya gelê me ya bi azadiyê fêhm kir. Ji bo bersivê bide daxwaza gelê me ya ji bo azadiyê, gihîşt wê baweriyê ku divê hîn bêhtir têbikoşe. Pê hesiya ku ev yek jî tenê bi pêşengiya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dibe. Ji bo vê wezîfeya xwe ya pêşengiyê bi rengê herî baş bi cih bîne, xwe bi her awayî xurt kir. Weke gerîlayekî şareza li herêma Botanê vegeriya û ji bo tola komkujiyên ku dewleta Tirk a qirker di pêvajoya Berxwedana Xwerêveberiyê de li Cizîrê û gelek herêman li gelê me kir hilîne, kete nava lêgerînê. Li ser vê bingehê bi taybetî sala 2020’î tevlî gelek çalakiyên li qada Herekolê bû û hêrsa xwe ya li dijî dijmin bi rengekî encamgir nîşan da. Bi taybetmendiyên xwe yên sade, cewherî û kedkar ji aliyê hevrêyên xwe hemûyan ve hate hezkirin û bû cihê hurmetê. Bi çalakgeriya xwe ya li qada şer bû yek ji temsîlê herî girîng ê xeta gerîla ya serdema nû.

MÛNZÛR SERHAT ÇIRAV

Hevrêyê me Mûnzûr li Sêrtê li nav malbateke welatparêz çêbûye. Weke hemû ciwanên Kurd polîtîkaya asîmîlasyon û qirkirinê ya dewleta Tirk a li ser gelê me qebûl nekiriye. Ji ber vê, hê bi ciwanî dest bi têkoşînê kiriye, hewl daye ji bo pirsên hebûn û azadiyê ya gelê me bibe bersiv. Bawerî pê aniye ku herî xweş li nav refên PKK’ê dikare vê pêk bîn û sala 2015’an tevlî nav refên gerîla bûye.

Hevrêyê me Mûnzûr ji tempoya şer û asta wê, ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên dijî dewleta Tirk a qirker hîkar bûye û ji bo ku bibe gerîlayekî zîrek pir hewl daye. Hêrsa xwe ya li dijî mêtingeran bi vî rengî aniye ser asta bîreweriyê, ji bo ku her gav derbê li dijmin bide xwe hazir kiriye. Bi tevlêbûna nav gerîla ji bo jiyana ku dest pê kirî watedartir bike, ji bo ku felsefeya Rêbertî nas bike û bibe jiyaneke hevtayê vê tim lêkolîn kiriye, bi encamên ku bi dest ve anî di kesayata xwe de şoreş li nav şoreşê kiriye. Bi vî rengî bûye Gerîlayê Modernîteya Demokratîk û tesîr li ser hemû hevrêyên xwe kiriye. Ji bo nûbûnên di kesayata xwe de kirî û tecrûbeya teorîk û pratîk a gerîlatiyê bide şerê azadiyê yê gelê me û dijmin ji welatê me Kurdistanê derxîne hewl daye ku li Bakurê Kurdistanê pratîkê bike. Ji bo ku polîtîkayên qirkirinê yê dijmin ê li ser gelê me bişike bawerî pê aniye ku asta şer a li bakurê Kurdistanê zêdetir were geşkirin û derbasî qada Botanê dibe. Li vir tevlî çalakiyên serkeftî yên dijî dijmin dibe, hewl daye peywir û berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Herêma Botanê ku yek ji navenda girîng a têkoşîna me ya gerîlatiyê ye, li nav dîroka me ya têkoşînê bi layiqî bi rola xwe rabûye. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku li dijî hemû êrîşên dijmin kozikên xwe yên li vê herêmê parastin, her wiha bûye qadeke wiha ku derbên giran li dijmin hatine xistin. Bêguman ev pêvajoyên berxwedanê bi pêşengiya şehîdên me yên leheng çêbûye. Hevrêyên me Egîd, Adil û Mûnzûr jî bune xelekên griîng ên van pêvajoyên berxwedanê, li nav dîroka me ya azadiyê cihê xwe girtine. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Egîd, Adil û Mûnzûr, serê tevahiya gelê me yê welatparêz sax be.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Her tişt ji bo şerê şoreşgerî

Nivîsa Pêş

Ji 3 jinên girtî re cezayê dîsîplînê ji ber govend hat birîn

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Ji 3 jinên girtî re cezayê dîsîplînê ji ber govend hat birîn

Ji 3 jinên girtî re cezayê dîsîplînê ji ber govend hat birîn

YPG: PDK dixwaze îftira bavêje me

YPG îdîayên dewleta Tirk ên derbarê êrîşa li ser Efrînê de red dike

Manşet

  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.