Enter your email Address

Pazar, Şubat 8, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Dayîk bi hêrsin: Kêr gihişt hestî

Piştî serdana malbatê, girseya HDP'ê ber bi cihê ku Mîhraçê biçûk lê hatibû kuştin ve meşiya û dirûşma "Şehîd namirin" berz kirin. Di meşê de pankartê "Destên xwe yên qirêj, wesayîtên xwe yên kujer ji taxên me bikişînin, kêr gihişt hestî" û wêneyên zarokên ku heta niha hatine qetilkirin hatin hildan.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
05/09/2021 - 20:45
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Dayîk bi hêrsin: Kêr gihişt hestî
ParvekeTweet

ŞIRNEX – HDP’ê li cihê ku Mîhraç Mîroglu lê hat qetilkirin bibîr anî. Parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş got: “Ev kuştineke bi zanebûn e.”

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Hezexê serdana malbata Mîhraç Mîroglu yê ku polîsan maşîneya zirxî lê qeliband û ew kuştibû kir. Parlamenterê HDP’ê Hasan Ozgûneş, Hûseyîn Kaçmaz, rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeyan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê, Hunermendên Botanê yên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) û gelek kes beşdarî serdanê bûn. Girseya HDP’ê ji hêla malbatê ve hat pêşwazîkirin. Piştî serdana malbatê, girseya HDP’ê ber bi cihê ku Mîhraçê biçûk lê hatibû kuştin ve meşiya û dirûşma “Şehîd namirin” berz kirin. Di meşê de pankartê “Destên xwe yên qirêj, wesayîtên xwe yên kujer ji taxên me bikişînin, kêr gihişt hestî” û wêneyên zarokên ku heta niha hatine qetilkirin hatin hildan. Girseya ku li cihê bûyerê kom bû qerenfîl danîn cihê ku Mîhraç lê hatibû kuştin.

‘WESAYITÊN XWE JI TAXÊN ME DERXIN’

Pişt re li ser navê girseyê Endama Meclîsa Şaredariya Hezexê Elfesya Nas axivî. Nas, diyar kir ku bûyera ku di taxê de çêbû qetlîam e û wiha got: “Ger ew wisa bifikirin ku jiyanên me yên bêqîmet hene ku em ji bo wesayîtên zirxî feda bikin, ew xelet in. Em baş dizanin ku ev hemû bûyer ji berxwedana me û israra me ya di têkoşîna demokratîk de derdikevin û ev rêbaza cezakirinê ye. Cihê ku bûyer qewimî şeniyên taxê gelek caran di raya giştî de ajokarên wesayîtên zirxî di derbarê leza wan û ajotina xemsarî de hişyar kiribûn, her çendî giliyên pêwîst li cîhên pêwîst kiribin jî, bi tu awayî tedbîr nehatine girtin û jiyana gelê me paşguh kirine. Êdî bes e, aqilê xwe yê qirêj, destê xwe yên qirêj û wesayîtên kujer ji taxên me derxînin.”

JI BO MÎHRAÇ STRÎN

Piştî daxuyaniyê li ser navê hûnermendên NÇM’ê yên Botanê Abdullah Agav axivî. Agav, jî diyar kir ku sedemê zêdebûna van bûyeran necezakirina kujeran e ew dixwazin ku zarok êdî li kolanan de bi zimanê dayikê stranan bistrên.

Piştî axaftina Agav, hûnermendên Botanê ji bo Mîhraç strana ‘Goran’ strîn.

‘EV KUŞTINEKE BI ZANEBÛN E’

Pişt re Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozgûneş axivî. Ozgûneş jî bal kişand ser necezakirina polîsên ku wesayîtan li zarokan diqelibînin û wiha got: “Em nizanin polîsên ku ev komkujî pêk anîne girtî ne yan na. Me bihîstiye ku wan ji polîsên kujer re gotine werin, em ê dûşemê îfadeya we bigirin. Ger ev rast be, Walî, Qeymeqam û rayedarên dewletê nabêjin ku van çima ev sûc kiriye. Em dirûşmeyek berz dikin hûn 10 sal ceza didin me. Çima hûn van kujeran ceza nakin. Ev kuştinek bi zanebûn e.”

‘KÎ LI VAN BAJARAN DIJÎ?’

Ozguneş diyar kir ku maşîneyên zirxî tenê li bajarên kurdan zarokan dikujin û birîndar dikin û got: “Ez li vir ji midûrên polîs û polîsan dipirsim, kî li van bajaran dijî?”

Girse piştî daxuyaniyê çû serdana şîna ji bo Mîhraç li Mizgefta Xanî hatiye danîn.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Kongreya 24. ya Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê

Nivîsa Pêş

ROJEVA 6’Ê ÎLONA 2021’AN

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
ROJEVA 1 ’Ê ÎLONA 2021’AN

ROJEVA 6’Ê ÎLONA 2021’AN

Ji Pênûsa Gerîla – Heval Akîf

Ji Pênûsa Gerîla - Heval Akîf

Manşet

  • QSD`ê Nasnameya 8 Şehîdan Eşkere Kir
  • Komkûjiya Xirab Hişkê xwendekarekî bê lingan hişt
  • Li Endonezya Ciwan û Karkeran Li Ser Kesayeta Mîlîtanî ê APOyî Niqaşek Li Dar Xistin
  • JINNEWS: 15 Jin Hatin Kuştin, 11 Jin Bi Gumanbarî Mirin
  • Bayik: Rêber Apo Rêberê Pêşeng e Ku Dê Têkoşîna Me Ber Bi Serketinê Ve Bibe
  • Li Hannoverê Seferberiya Ji Bo Rojava Dewam Dike
  • Li Hamburgê Şeveke Fîlman Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD`ê Nasnameya 8 Şehîdan Eşkere Kir

    QSD`ê Nasnameya 8 Şehîdan Eşkere Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dayika Emîne: “Şehîd Lewend bi danûstandina xwe diket dilê her kesî”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Endonezya Ciwan û Karkeran Li Ser Kesayeta Mîlîtanî ê APOyî Niqaşek Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Tu Ji Çi Bawer Dikî?”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bayik: Rêber Apo Rêberê Pêşeng e Ku Dê Têkoşîna Me Ber Bi Serketinê Ve Bibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Sancaktepeya Stenbolê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bayık: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.