Enter your email Address

Perşembe, Şubat 5, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Zinar Qamişlo: Hedefa sereke ya pergala hegemon Kurd in

"Îdîaya me mezin e. Em êrîşê nabin ser kesî. Lê di rewşeke êrîşên dagirker de heta dawiyê em ê xaka xwe, gelê xwe û nirxên xwe biparêzin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
29/08/2021 - 10:23
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Zinar Qamişlo: Hedefa sereke ya pergala hegemon Kurd in
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Yek ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Zinarîn Qamişlo derheqê êrişên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê ku ji 23’ê Nîsanê ve didome, diyar kir ku konsepta êrişa berdest ne tenê li ser çiyayên Kurdistanê, gerîla an jî parçeyekî Kurdistanê ye û got, ”Konsepteke li dijî tevahiya gelê Kurd û Kurdistanê ye. Bi qutkirina hevdîtinê ya Rêber Apo bi parêzerên xwe û nehiştina ku ramanên Rêber Apo li cîhanê berbelav bibe giranî dane vê konsepta êrişê.

Armanca vê konseptê ew e ku Kurdan îmha an jî teslîm bigirin. Kurdên ku xwe difiroşin, bêvîn, rajerî dagirkeran dibin biafirinînin. Armanca vê konsepta berdest ev e. Naxwazin ku Kurd xeyal û projeya neteweya demokratîk û xwişk û biratiya gelan pêk bînin.

Ev konsepta ku hatî sazkarkirin bi êrişên li ser Rêbertî dest pê kiriye. Xwestin ku Rêbertî ji hêla ramanî ve jî êsîr bigirin. Lê Rêber Apo bi helwesta peyama, ”Kurd eger hebin wê bi azadî hebin’ da. Ji ber vê nehiştin ku Rêbertî parêzer û malbata xwe bibîne.”

Qamişlo bi berdewamî diyar kir ku piştî vê konsepta êrişê hatiye danîn, li ser çiyayên Kurdistanê êrişeke giran hatiye destpêkirin, her wiha li hemû parçeyên Kurdistanê û êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Şengal, Başûr, Iraq, Rojavayê Kurdistanê bi bîr xist.

Qamişlo hêla navnetewî ya vê konseptê jî destnîşan kir û têkilî armanca êrişan jî got, ”Dixwazin hişmendî û pergala xwerêveberî û rêveberiya xweser ku bi hişmendiya neteweya demokratîk û xwişk û biratiya gelan radibe ji holê rakin. Dixwazin pergala rêveberiya xweser a li ser xwişk û biratiya gelan ku alternatîfê netewe dewletê ye û vê fikrê ji holê rakin.”

Qamişlo bi berdewamî wiha got: “Ev êriş li ser vê fikir û modêlê ye. Dixwazin vê modêlê ji holê rakin û gelan li hev sor bikin, bi hev bidin şerkirin. Dema ku gel bi hev re bi azadî dijîn, bi xwe bawer dikin vê di berjewendiya xwe de nabînin, dixwazin di bin sîwana dewletê de bi hev bikevin, berjewendiya xwe di vê de dibînin. Rêber Ocalan danî holê ku gel bêyî dewlet jî dikarin xwe rê ve bibin. Niha ev modêl li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê heye.”

Fermandara YPJ’ê Zinarîn Qamişlo diyar kir, di navenda vê konseptê de Kurd hene, di şexsê Kurdan de tevahiya mirovahiyê dikin hedef û got, ”Hedefa sereke ya pergala hegemon Kurd in lê bi hedefgirtina Kurdan peyamekê didin hemû gelan. Dibêjin, ”Ez civakeke wiha bîrewer, bi xwe bawer, bi vîna xwe tevdigere, plan û projeyên xwe ava dike qebûl nakim. Gel wê girêdayî min bin, wê li gorî fikr û plana min bimeşin, wê girêdayî plan û projeyên min bin’. Ji ber vê em dibînin her gav şer dikin û giran dikin.'”

Qamişlo bi berdewamî diyar kir, li dijî vê yekîtiya gelan geştir dibe, li Bakur-Rojhilatê Sûriyê ev rastî derketiye holê, gelê Ereb li dijî êrişên dagiker bi hewlesteke girseyî radibe û got, “Li dijî êrişên dagirker ên bi pêşeniya Erdogan gelê Ereb, bi jin, rûspiyên xwe bi eynî helwestê radibin û dibêjin, ‘Wê nikaribin xwişk û biratiya gelan ji holê rakin. Em hay ji her tiştî hene, wê nikaribin gelan bi hev bidin şer kirin’. Kurd, Ereb, Tirkmen, Çerkez û gelên din ên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi hev re ev peyam dane dewleta Tirk a dagirker.”

Qamişo bal kişande ser ku heman demê Efganîstan teslîmî Talîban hatiye kirin û paralelî vê êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê hatiye zêdekirin û got, ”Jixwe qada hewayî ya Başûrê Kurdistanê beriya niha li dewleta Tirk hatibû vekirin.

Li Şengalê fermandarê YBŞ’ê û biraziyê xwe bi ‘SÎHA’yên Tirk şehîd bûn. Hema di pey re balafirên Tirk li nexweşxaneyekê dan. Li vê nexweşxanê gel dihate tedawîkirin. Leşkerên Iraqî jî li vê nexweşxanê tedawî dibûn. Her wiha hêzên berevaniyê yên Şengalê lê tedawî dibûn.

Ev rewş nîşan dide ku fermana li ser gel ji holê ranebûye. Heta ku dewleta Tirk hebe wê DAÎŞ hebe. Gelê Şengalê ev xweş tespîr kir û anî zimên. Dayikên me yên Şengalî li ber kamerayan gotin, ‘Heta ku Tirkiye hebe wê DAÎŞ hebe’. Ev peyama dijî komkujiyan rastiyek e û me ev peyam fêhm kir.”

Qamişlo her wiha êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê Zirgan û Til Temirê bi bîr xist, got li aliyê din li wesayitên gaziyan dan ku di şerê dijî DAÎŞ’ê de birîndar bûne û got, ”Ev hemû parçeyên konsepta nû ya êrişê ne. Li aliyê din Efganistan teslîmî Talîban kirin, bi vê re danîn holê ku çawa rûpelek tundrew danîne holê. Pergala hegemon bi vê teslîmkirinê nîşan da ku ji niha û pê de konsept wê ew be ku tundiya ”Îslamî’ û komên desthilatdarxwaz ên çekdar zêdetir bi kar bînin.  Peyameke wiha hate dayin: ‘Eger em bixwazin Iraq, Sûriyeyê teslîm bigirin em ê van hêzên çekdar bi kar bînin. Eger em bixwazin Îranê sînodar bikin, ango ne li gorî me be di dest me de ev kom weke gefekê hene’.

Hegemonya di van nîşan da ku wê li Rojhilata Navîn siyaseteke çawa bike. Siyaseta xwe jî siyaseta tundiyê, kuştinê ye.”

Têkilî bêdengiya DYE’yê û Rûsya yên li ser êrişên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Rojava yek ji Fermandara YPJ’ê Zinarîn Qamişlo got, “Me got ev aqil aqilekî hevpar e. Di rewşeke wiha ku ev du hêz li qadên me ne, eger li ber çavê wan û kontrola wan ev êrîş pêk tên, bêguman ev ne êrişên wiha ne ku bi tenê bi serê xwe dikin. Lihevkirinek heye û li ser vê lihevkirinê ev êrîş têne kirin. Armanca van êrîşan ew e ku pergala li qada me ji holê rakin. Ango DYE jî, Rûsya jî destekê nadin Kurdên xwedî vîn, bi xwe bawer û rêxistiniya xwe ava dikin.”

Têkilî gefên di medyaya Tirk û medyaya dijîtal de ku dibêjin êrîşên dagirker li ser Rêveberiya Xweser wê dest pê bikin û li hin qadan dest pê kiriye Fermandara YPJ’ê Zinarîn Qamişlo got, “Helbet li dijî vê dagirkeriyê berxwedan didome. Li dijî dagirkeriyê têkoşîna hiqû    qî, siyasî, dîplomatîk didome. Helbet gef û talokeyên li ser qadên me yên din jî ji holê ranebûne. Bi vê çarçoweyê hêzên parastina rewa her demê haziriyên xwe hene .Di rewşeke şer de em ê li ber xwe bidin. Helwest, bawerî û israra me diyar e. Îdîaya me mezin e. Em êrîşê nabin ser kesî. Lê di rewşeke êrîşên dagirker de heta dawiyê em ê xaka xwe, gelê xwe û nirxên xwe biparêzin.”

Yek ji fermandarên YPJ’ê Zinarîn Qamişlo herî dawî got, “Li dijî van êrîşan gel divê xwedî helwesteke hevpar û bi yekîtî bin. Tevlêbûna gelan a li merasîma cenazeyên heval Sosin, heval Rênas û hevalên me yên din ku hatine qetilkirin, xwedîderketina li wan bersivek li van êrîşan bû. Xwedîderketina bi vî rengî nîşan da ku wê vîna gel nayê şikandin, wê rêxistiniya jinê qels nebe û hêrsa gelan a li dijî dagirkeran û dagirkeriyê kêm nebe.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Berxwedana Zindana Didome – Malbat bang dikin!

Nivîsa Pêş

HPG’ê nasnameya 3 şehîdan parvekir

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
HPG’ê nasnameya 3 şehîdan parvekir

HPG'ê nasnameya 3 şehîdan parvekir

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku li Amedê Şehîd bûbûn eşkere kir

LEZGÎN - Gerîla 3 dagirkerên Tirk dîsa ceza kir

Manşet

  • Li Hesekê 3 Şehid Hatin Oxirkirin
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin
  • Li Dêrikê 3 Şehîd Hatin Oxirkirin
  • YPJ: Hevrê Hêvî Amûdê Şehîd Şû
  • MKG: Meha Çileyê 5 Rojnamegerên Jin Hatin Binçvakirin
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.