Enter your email Address

Perşembe, Şubat 5, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Cenaze û bêrûmetiya li hemberî cenazeyê

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
10/08/2021 - 0:07
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Cenaze û bêrûmetiya li hemberî cenazeyê
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 
Mehmet Alî Ertaş Nivîsand
Di hemû bîr û baweriyan de cenaze nirxekî pîroz e. Di çanda hemû gelan de rêz ji cenezeyan re tê girtin û ji bo bîranîna wan şîn tê danîn. Li hin cihan 3 rojan, li hin cihan hefteyekê ango mehekê şîna cenazeyan tê girêdan. Lê li Tirkiyeyê ne wisa ye. Rayedarên ku Tirkiyeyê bi rê ve dibin cudakariyê dixin nava cenazeyan. Ji polîsan bigire heta dozger û dadgeran, ji wezîran bigire heta walî û qeymeqaman hemû rayedarên dewletê kesên ku ne li gorî fikra wan bin, hurmetê nîşanî cenazeye wan nadin. Heqaretê li cenazeyên wan kesan dikin. Destûr nadin ku malbat cenazeyê wan li gorî çand û kevneşopiya xwe defin bikin.

Di salên dawî de polîs û leşker destûrê nadin ku kurd cenazeyên zarokên xwe defin bikin. Dema destûr didin jî divê şev nîvê şevê û bi dizî defin bikin. Dîsa destûr nadin ku ji xeynî endamên malbatê kesên din tev li merasîma cenazeyê bibin. Di salên dawî de gelek gerîla dema jiyana xwe ji dest didin, cenazeyên gerîlayan dereng didin malbatan. Hin caran heta 2-3 salan bi hinceta testa DNA’yê ne diyar e cenaze nadin malbatan. Dema cenazeyê didin malbatan jî heqaretê li cenazeyan dikin û didin.

Dozger û dadger nûnerên darazê yên dewletê ne. Qaşo edalet, heq û hiqûqê diparêzin. Lê 2 mînakên dawî helwesta darazê ya li hemberî cenazeyan nîşanî me dide. Dozgerê Dêrsimê di du salên dawî de 2 cenaze bi kargoyê ji malbatê re şandin.

Herî dawî cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mahsûn Aslan ê di hezîrana 2018’an de li Dêrsimê di bombeberana TSK’de jiyana xwe ji dest da, bi kargoyê ji malbatê re şandin.

Di 10’ê nîsana 2020’î de jî cenazeyê Agît Îpek ê HPG’î ku di 23’yê gulana 2017’an de li Girê Xelasor ê Dêrsimê di şer de jiyana xwe ji dest dabû bi kargoyê ji malbatê re şandibûn.

Suheyla Çelîk (Nûda Sason) ku di 5’ê tebaxê de li navçeya Çildêran a Wanê di şer de jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê li navçeya Bismilê ya Amedê cenaze defin kirin. Polîsan destûr neda cenaze bi girseyî bê definkirin.

Endamê HPG’ê Suleyman Ozturk (Cîlo) yê di 5’ê tebaxê de li herêma Omeriyan a navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jiyana xwe ji dest dabû. Polîsan destûr neda cenaze bi girseyî defin bikin.

Endamên YJA-Starê Aynûr Ûlûgana û Sûna Taş, di 29’ê nîsanê de li gundê Zengesor ê navçeya Licê ya Amedê di encama êrîşeke hewayî de jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê Taş û Ûlûgana, piştî 93 rojan ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê radestî malbatên wan hatin kirin.

Di olên semawî û baweriyên li ser rûyê erdê de cihê vê nêzîkatiya li dijî cenazeyan tune ye. Pêxemberê Xwedê jî dema li ser milan cenazeyekî cihû derbas dibe, li ber cenazeyê radibe ser pêyan. Dema yên li derdorê jê dipirsin, bersiva ‘Ma ne mirov e?’ dide û hurmetê nîşanî cenaze dide. Dibêje; ‘Bêrêzî û bêhurmetiya li hember cenazeyan, bêrêzîya li dijî nirxên civakê ye.’

Piştî pêxember, di dema abasî û emewiyan de ev bêhurmetiya li dijî cenazeyan pêş ketiye. Nêzîkatiya li dijî cenazeyan a îro pêk tê jî hêj ji dema abasî û emewiyan tê. Tê zanîn dema Yezîdê zalim hezretî Hisên da kuştin, xwestiye serê wî jê bike û bîne Şamê. Ji Kerbelayê serê hezretî Hisên birine Şamê. Pêşkêşî Yezîdê zalim kirine. Di dema abasiyan de gelek tiştên wisa qirêj çêbûne. Ev nêzîkatiya li dijî cenazeyan di serdema desthilatdariya osmanî de jî heye. Çiqas padîşahên osmanî yên hatine ser hikum destpêkê, yan birê xwe yan kurê xwe yan jî biraziyê xwe kuştiye. Ev jî bi hinceta qaşo dibe ku ev kes ji bo selameta qesrê û seltenetê bibin xeterî, di paşerojê de bibin sedema nakokiyê, ji wan re kirine weke fetwayê. Bi vê nêzîkatiyê peyamekê didin civaka xwe û dibêjin, ‘Em ev qasî hov, zalim û xedar in. Tiştên em dibêjin eger hûn pêk neyînin, hûn li hemberî me rabin, hûn ê bên kuştin.’ Bi avakirina vê tirsê desthilatdariya împaratoriya Osmanî 600 salî dewam kir. Lê di encamê de hilweşiya.

Îro jî desthilatdarî û koalîsyona AKP-MHP’ê heman zihniyet û siyasetê dimeşîne. Bi vê kiryara ku li ser cenazeyan û goran dike peyamê dide civakê. Dibêje, ‘Ey civak, em neviyên wan Osmaniyên ku bira, kur û biraziyên xwe kuştine. Eger hûn serê xwe rakin hûn ê bên kuştin.’ Jixwe me ev di şerê xweseriyê, şerê berxwedana Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Hezex, Farqînê, Sûra Amedê de jî dît. Me dît bê çi anîn serê vî gelî. Lê çawa Împaratoriya Osmanî ku bûbû hêza cîhanê parçe bû, hêz û ferasetên îro jî vê zilmê dikin dê li hemberî mazlûman parçe bibin û tune bibin.

WELAT

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – “Her Şer Bû Jiyana Min”

Nivîsa Pêş

KALKAN: Pêngava şoreşgerî ya azadiyê ya Apoyî dest pê kiriye

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Kalkan:  “Dewleta Tirk a dagirker ji Efrînê heta Xakurkê dixwaze herêmê dagir bike”

KALKAN: Pêngava şoreşgerî ya azadiyê ya Apoyî dest pê kiriye

Li Binarê Qendîlê Tûrovaya Ciwanan a Fûtbolê

Li Binarê Qendîlê Tûrovaya Ciwanan a Fûtbolê

Manşet

  • Ji Aliyê TCŞ û YJK-E Ve Li Frankfurtê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Bi Hêz Ya Infostandê
  • Li Bajarê Torino Ya Îtalyayê Ji Aliyê Ciwanên Taxên Karkeran Ve Daxuyaniya Piştgiriyê Bi Rojavayê Re
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin
  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn

Herî zêde hatine xwendin

  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Abya Yala Heta Kurdistanê, Gel Ji Bo Şoreşê Serî Hildidin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK: Xwedîderketina Li Rojava Divê Daîmî Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.