Enter your email Address

Perşembe, Aralık 25, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ji Pênûsa Gerîla – Em çûne serdana goristana Şehîd Cîger

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
28/07/2021 - 0:03
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Ji PênÛsa Gerîla – Sorxwîn Her Di Bîra Me De Ye
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Ez û gurûpeke heval me berê xwe da Goristana Şehîd Cîger, warê hevalên şehîd bi hedar û aram e. Hemû heval ji bo yek dozê şehîd ketin e, lê belê çîroka her yekî ji wan a gerilayetî ji hevdû cûda ye. Li herêmên cewaz gerilayetî kirin e, bi bûyer û zehmetiyên cûda re derbas bûne, dibe ku hinek hevalên şehîd berî ku şehîd bikevin hevdû nasdikirin, niha jî li gel hevdû ne. Lê ya girîng hevalên ku gora wan li goristana şehîd Cîger e, hevalên gelekî kevn in û hinek heval van salên dawiyê jî şehîd ketin e hene. Ez hinek hevalan dinasim û min hevalên dîtir jî nû naskirin.

goristan sehidanEz gelek caran çûme wê goristanê, di her çûyînekê de hest û fikarên cûda bi min re hevalbend in. Heyecana her carekê ji cara dîtir zêdetir e. Kulîlkên wê, wêneyên wê, lênûsa wê, her tişt ji min re nû tê û ji dilekî germ ez silav didim wê goristanê. Bi fikara gelo ezê gora kîjan hevalê/î bibîn im, di serê min re derbas dibe, hestên xemgîniyê min dorpêçdikin, bîranînên ku min bi hinek hevalan re jiyankirine têne bîra min. Êdî ez bideng bi wan re naxivim, ezê di dilê xwe de silav bidim wan û di giyan de wan hîsbikim. Min gelekî bêriya wan kiriye, sîmeyên wan, rûkeniya wan û bîranînên wan ên berê di mejiyê min de ne.

Em gihîştin goristanê û di nava gurûpê de tenê min goristana şehîd Cîger dîtibû û nasdikir. Her yek ji me heyecaneke cûda dijî, ji milekî ve ew ciyê pîroz dîtin moralekî mezin bû, lê gora ew qas hevalan dîtin zehmet bû. Hevalên ku li wêderê dimîn in hatin pêşiya me. Ji hejmara me ya zêde hinekî matmayî man, texmîn nedikir ku em ew qas heval bi hev re biçin serdana wan. Em hemû heval bi hev re derbasî goristanê bûn. Ez destpêke çûme ser gora hevalê Leheng Qamişlo, Rojhat Kobane, Harûn Wan, Partîzan Mêrdîn û hevalê Alî. Ev her pênc heval sala 2011 an bi êrîşên hewayî şehîd ketin. Wexta ku şehîd ketin ez jî li wê herêmê bûm. Ew sê roj bûn min ji wan re gotibû ezê biçim li yekîneyên leşkerî bigerim û pişt re dîsa bîzîvirim ciyê ku ew lê dimîn in. Heta min ji hevalê Leheng re gotibû “ ka em xatir ji hevdû bixwaz in şer e, dibe ku em careke dîtir hevdû nebîn in,” wê demê hevalê Leheng keniya, em herdu jî ne di rastiya vê gotinê de bûn, û me mîna henekan girte dest. Kesek naxwaze kêliyên xatir xwestin bijî…..ji ber ku gelekî zor in. Min cara dawiyê ew nedîtin, ji ber min xebera şehadeta wan bihîst û ji min re gelekî giran hat. Berî ku ez ji herêmê cûda bibim, dawiya sala 2011 an ez çûm ser goristana wan. Payîz bû, kesek heval li ber goristanê nebû, dar ketibûn şîniya Payîzê, herkesî xwe ji bo Zivistanê amade dikirin, lê belê Zivistaneke bê hevalê Leheng, Rojhat, Alî, Partîzan û Harûn wê derbas bikin. Wê rojê ji barîna baranê bêhna biyanîbûnê dihat, min nikarîbû wê bêhnê bikişîn im cergê xwe û nefesa min qutdibû. Lê belê vêcarê goristan bi kulîlkan xemilî bû û ava goristanê aza diherikî. Li ser goristana hemû hevalên şehîd kulîlk şînbibûn. Heval û gundî jî li goristanê hebûn, em hemû bi hev re li ser gorê hevalên şehîd digeriyan. Hinek gor bê nav bûn û kesek nizane ew cenazeyê kîjan hevalê/î ye. Gelekî zor e, dema ku mirov gorên bê nav dibîne, tu bixwaze nexwaze ew dîmen peyamekî cewaz dide dilê te û êşeke zirav dide canê te. Me yek bi yek li wêneyên hevalên şehîd meyzekir û hinek hevalan di lênûsa goristanê de nivîs nivîsandin. Ew lênûs xwedî nirxekî manewî ye, û bi wate ye, herkes dixwaze hestên xwe parvebike. Gelek hevalan di wê lênûsê de nivîsandibû.

Tişta ku bala min kişand, tiştên hevalên şehîd bûn. Şe, eyne, pêlav û pênûsên hinek hevalên şehîd li pey wan mabû. Hevalan ew tiştên hevalên şehîd xistine ciyekî de û diparêz in. Di heman demê de hevalan wêneyê şehîdên ku cenazeya wan li goristanê ye û wêneyê hevalên şehîd ên dîtir jî bi odeya lênûs tê de ye daleqandibûn. Wexta tu derbasî wê odeyê dibe, mîna hemû hevalên şehîd te pêşwazî bikin û ji milekî ve tu gelekî kêfxweş dibe, ji ber şopên wan hevalan wenda nabe. Wekîdîtir li kêleka goristanê bexçeyê Rêber APO hebû. Hevalan sala 2003 an destbi çêkirina goristanê kirine, bexçeyê Rêbertî jî sala 2005 an çandin e. Darên wê gelekî gewr e bûne û ji siya wan mirov rokê nabîne.

Em nêzî du demjimêran li goristanê man, her perçek ji goristanê peyameka ji hev cewaztir dida mirov. Heyecan û kêfxweşiya mirov li goristanê dijî, dibe ku ti carî bi destê mirov nekev e.

Medya SÎDAR

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 28’Ê TIRMEHA 2021’AN

Nivîsa Pêş

Xeflet e, ne karê aqilan e

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Xeflet e, ne karê aqilan e

Xeflet e, ne karê aqilan e

Ciwanên Qamişlo li dijî hevkarî û îxaneta PDK’ê meşiyan

Ciwanên Qamişlo li dijî hevkarî û îxaneta PDK'ê meşiyan

Manşet

  • Îranê Cezayê Darvekirinê Li Ciwanekî Kurd Birî
  • Rêber Apo: Îslama Demokratîk Vegera Li Ruhê Peymana Medîneyê Ye
  • Desteya Ciwan û Werzîşê Civîna xwe ya Salane ya 2025’an Lidar Dixe
  • Ciwanên li Reqqayê Çanda Xwe Bi Hunerî Zindî Dihêlin: “Xweşikbûna Jiyanê di Hunerê de ye”
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ya Kantona Tebqayê Civîna Xwe ya Salane
  • Komxebatek li ser “Sosyalîzm û Azadî” ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li Hesekê hate lidarxistin
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Konferansa “Jin û Rêbertî” Lidardixe

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebatek li ser “Sosyalîzm û Azadî” ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li Hesekê hate lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Şahîn Cîlo, Demhat Dirbêsiyê û Zinar Hesekê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrişê li hemberî şehîdgeha Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li Reqqayê Çanda Xwe Bi Hunerî Zindî Dihêlin: “Xweşikbûna Jiyanê di Hunerê de ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Desteya Ciwan û Werzîşê Civîna xwe ya Salane ya 2025’an Lidar Dixe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Konferansa “Jin û Rêbertî” Lidardixe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwan Panel Pêk tinin: ‘Di Civaka Sosyalist de Rola Ciwanan’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Li Îstîklalê 20 Ciwan Hatin Binçavkirin’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Serdegirtinên Malan li Şirnexê: 3 Ciwan Hatin Binçavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.