Enter your email Address

Cuma, Şubat 6, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK ê bi bone ya cejnê peyamek pîrozbahiyê weşand

KCK'ê Cejna Qurbanê pîroz kir û bang li Misilmanan kir ku li dijî desthilatariya AKP-MHP'ê ya ku ol bi kar tîne û zilmê li gelan dike, têbikoşin.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
19/07/2021 - 12:31
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
KCK: Wê hesab ji kujerên Cemîl û Demhat bê pirsîn
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bi wesîleya Cejna Qurbanê peyameke nivîskî weşand.

Peyama KCK’ê ya ji bo cejnê wiha ye:

“Cejna Qurbanê ya gelên Misilman pîroz be. Em hêvîdar in ku Cejna Qurbanê ya îsal ji bo Rojhilata Navîn, tevahiya alema Îslamê bibe wesîleya aştî, aramî, edalet û tenduristiyê. Bi hêviya ku bibe wesîleya xurtkirina dostanî û biratiya nava gelan, mezinkirina parvekirin û pitşevaniyê û bihêzkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê.

Cejna Qurbanê cejna roja qedexekirina qurbanîkirina mirov e. Li gel vê cejnê jî her roj li cografya Misilmanan bi dehan mirov têne kuştin. Berpirsyarê sereke yê kuştina van mirovan polîtîkayên hikumetên faşîst û netewe dewlet e. Tenê siyaset û zîhniyeta senteza Tirk Îslamê jî her roj dibe sedema kuştina bi dehan mirovî. Polîtîkayên mêtinger ên zîhniyeta Îslamê ya desthilatdariya Tirk, li Rojhilata Navîn bûye sedema rijandina xwînê, hilweşîn, xizanî û talanê. Yekî xwedî mejiyê senteza Tirk Îslamê di îmanê de minafiq e. Îbadeta xwe jî nerast e, ji bo nîşandanê ye. Dewleta Tirk olê bi kar tîne. Çand û zimanê Kurdî ku ji ayetên Xwedê ye, qedexe dike û jiyana Kurdan a bi Kurdîtiyê weke sûc nîşan dide. Bi vî rengî Xwedê înkar dike. Cihêrengiya mezhebî ya Kurdan jî ji nedîtî ve tê û zilmê li Kurdan dike. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi gotinên olî, bi teoriyên ji ber xwe avêtî, bi xurafeyan hewl dide gelê Kurd bixapîne. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê, seydayên Kurd ên ku di bin navê Îslamê de êrişên neteweperestiyê qebûl nekirin, destgîr kir û herî dawî neh ji wan jî girt.

Misilmanên hêja yên Kurdistanî û Tirkiyeyî,

Em di wê baweriyê de ne ku têkoşîna li dijî polîtîkayên faşîst ên rejîma AKP-MHP’ê bi qasî îbadetê xêr e. Wezîfeya sereke ya niha ya Misilmanên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên xwedî wijdan ew e, ku nebin hevparê rejîma AKP-MHP’ê ku Îslamê bi kar tîne û gunehan dike. Bi vê wesîleyê em bang li Kurdan, Tirk ên xwedî wijdan û Misilmanên ji xelkên din dikin ku neçin mizgeftên xutbeyên Diyanetê lê têne xwendin. Zext, tundî û zilm çiqasî mezin jî be, gelekî girîng e ku mele û seydayên Kurd îbadet û wecîbeyên olî hemûyan bi Kurdî bikin. Em bi bîr dixînin ku ev yek wê helwesteke Mûhammedî be û destnîşan dikin ku înkarkirin û bikarneanîna Kurdî înkarkirina yek ji ayetên Xwedê ye. Em dixwazin destnîşan bikin ku her helwest û nêzîkatiya piştgiriyê dide rejîma AKP-MHP’ê wê bibe dijberiya li Îslama Mûhammedî.

Kurdistaniyên hêja,

Di vê cejnê de jî divê serdana şehîdgehan bikin û duaya xêrê bikin. Serdana li hevrêyên girtî, piştevaniya bi malbatên wan re yek ji çanda cejnê ye. Em bi girîngî diyar dikin ku xêra xwe bidin kes û saziyên ku bigihînin Kurdistaniyên hewcedar. Em di wê baweriyê de ne ku alîkariya bi kes û saziyên dewleta Tirk a faşîst re bê kirin wê li gel Xwedê neyê qebûlkirin.

Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi van hest û nêrînan em Cejna Qurbanê li Misilmanên Kurdistanî hemûyan pîroz dikin. Em bang li gelên xwe dikin ku li dijî dewleta Tirk a înkarker û qirker hîn bi rêxistinî têbikoşin. Bi wesîleya vê cejnê em şehîdên têkoşîna azadiyê hemûyan, şehîdên 14’ê tîrmehê û şehîdên ‘Dem dema azadiyê ye’ bi bîr tînin, dilsoziya xwe ya bi bîranîna wan re careke din radigihînin. Em cejnê bi taybetî li seyda û meleyên Kurdistanî yên ji aliyê dewleta Tirk ve dîl hatine girtin û li malbatên xwe yên şehîdan pîroz dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

YPJ: Em erk û berpirsyariyên vê mîrateya dîrokî û berxwedana destanî bi cih bînin

Nivîsa Pêş

Hêlîn Umît: Ger hebûna gelê Kurd were qebûl kirin, ew ê bi naskirina rêveberiya xweser re be

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Helîn Umît:  Rêber Apo Xeta Serbixwe û Azad e’

Hêlîn Umît: Ger hebûna gelê Kurd were qebûl kirin, ew ê bi naskirina rêveberiya xweser re be

Malbata Şenyaşar: Di bin zilmê de cejnek çawa dibe?

Malbata Şenyaşar: Di bin zilmê de cejnek çawa dibe?

Manşet

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De
  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Sorxwîn û Azadî ji bo me xwedawendên pîroz in’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Artêşa tirk a dagirker gundê Erîşa topbaran dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.