Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Ji Pênûsa Gerîla – Ez ji nû ve diafiriyam

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
03/05/2021 - 0:03
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
Ji Pênûsa Gerîla – Ez ji nû ve diafiriyam
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –
Zozan Kobanê

Ji bo hemû şervanên azadiyê, hêvî û xeyalên herî mezin, dîtina Serokatî ye. Ev ji bo me hem hêviyek mezine hem jî, mafeke bingehîn ê têkoşeran e. Ji ber ku Serokatî ji bo me girêdan û baweriya jiyana azad e. Serok navnîşana rêwîtiya azadiyê ye. Hemû hevalên ku Serokatî nedîtine di dilê xwe de vê hêviyê wek birîneke

ku tucar dermana wê nabe hildigirin.Dîtina Serokatî, pêkanîna hemû xeyal û xewnan e.Mirov nikare vê birîn û êşê bilêvbike, lewre em dikarin bibêjin ku hêviya gîhaştina rêber APO, xeyalên têkoşerên azadiyê, yê herî mezin e. Tu tişt nikare hêza Serokatî, ji bo wê di vê cîhanê de tu rastî, weke dîtina Serokatî vê birînê nikare derman bike. Di hemû hevalan de mirov dikarê vê bi awayeke baş bibîn e. Em hindek milan de bi şens bûn. Hê destpêka beştariya partiyê de dîtina Serokatî, ji bo rêwîtiya mirov ronahiyeke mezin avadike. Ji bo mirov dibe hêza bingehîn a meşa azadiyê û dibe raperîna têkoşîn ê. Dibe hêza bingehîn a rêwîtiyê. Ji bo wê dîtina Serokatî, mirov nikare tucar bilêvbike. Her dem mirov vê kêmbûnê di xwe de dibîn in. Û wek kêmahî û nîvcomahiyeke mezin di jiyana mirovan de cîh digire. Çend gotin an jî çend peyv nikare evîna dilê şervanên azadiyê vegotin bike.

Ji bo min jî ev yek derbas dibe. Lewre tişta herî girîng heye ku, dîtina Serokatî tenê têrê nake. Ev belkû di gava yekem de pêngavêke. Lewre pêkanîn û kiryarikirina Serokatî rewşeke pir cûda ye. Ev erk û berpirsyariyeke herî mezin e. Û em hê têdikoşin ku xwe bigîhînin rastiya Serokatî û bibin hevalbenden wê. Ev jî serkeftin û bi mîsoger gîhaştina azadiyê ve girêday e.

Di destpêka beşdariya partîyê de em bi vê xeyal û hêviyê tevlî bûn. Tevlêbûna min hindek bi zor bû. Jiber ku rastya malbat û rastiya civakê astengiyekî mezin derdixist holê. Piştî ku min hemû astengan derbaskir û min xwe gîhand partiyê, ez derbasê qada perwerdeyê bûm. Di qada perwerdê de em hijmarêke zêde bûn. Ji bo wê hevalan me rêkir cîhekî nêzî Serokatî. Di wê pêvajoyê de akademiya Kurdî nînbû. Ji bo wê em li malên gel diman. Di wir de em ketin nav perwerdeyeke. Di perwerdê de em nêzî sêsed kes bûn. Di wê demê de agahî hat û ji me re gotin Serokatî were li gel me. Em pir kêyfxweş bûn. Jiber armanca me ya yekem ew bû ku, em Serokatî bibînin û bi wê re çend kêlî be jî derbas bikin. Ji bo ku me tucar Serokatî nedîti bû, ji bo wê me heycanek mezin jiya dikir. Me nedizanî emê çawa nêzî serokatî bibin. Ji bo wê hevalên berpirsyar der barê, -em çawa nêzîk bibin, çawa hewl bidin û çawa biaxifin- de hindek ezmûnên xwe ji bo me gotin û hindek hişyarî li me kir in. Piranî hevalên ku di wê demê de beşdarî bibû, emrê wan ji hivdehê jortir bû. Di nav hevalan de yê herî biçûk ez bûm.

Deng û gotinên Serokatî di destpêke de gîhişt me. Em gelek ketibûn di nava heycanê de. Em ewqas ketibûn nav heycanê de me nedizanî çawa rawestin û çawa biaxifin. Weke ku hemû gotin di mejiyê me de tunebûn. Weke ku tu hizir di ramanê min de derbas nebû ye. Di wê kêliyê de her tişt tune bibû, her tişt ji nû ve xwe diafirand. Wek ku ez jî ji nû ve diafiriyam. Ev di dema destpêka dîtinê de mirov encax dikarê bijî, nikare bi rêzikên peyvan bi lêv bike. Serokatî kete hundor, ji me hemû wan re yek bi yek silav da. Em ji bo ku Serokatî baş bibînin, nêzî serokatî bûn. Serokatî dest bi civînê kir. Di serî de ji bo me got; “Hûn hemû wek miriyan e. Rih di we de nîne. Şoreş weke agir e. Divê hûn jî di agirê de bişewitin. Berî ku hûn li dijî dijminê derve şer bikin, pêwîst e di yekem de hûn li hemberê dijminê ku di dil û mejiyê we de ye têbikoşin. Pêwîst e hûn nebin qûrbanê hin tiştan, di jiyan û têkoşînê de nebin berxik.” Li hember van gotinan ez matmayî mam. Min her çiqas perwerde jî dîtibû, min nedikarî gotinên Serokatî têbigîhij im. Piştre Serokatî gotinên xwe berdewam kir. Vê carê li ser rastiya şehîdan hin tişt bilêvkir û got; “PKK partiya şehîdan e. Li ser bingehê şahadeta Hakî Karer me partiya PKK ava kir. Îro roja şehîd bûna Hakî ye.” Civîn li ser van bingehan pêk hat e. Di wir de her çiqas mirov tam negîhîje jî grêdana Serokatî bi şehîdan re, bi nirxên têkoşînê re pir bala mirov dikişîn e. Piştî civînê hevalan şîrînahî belav kir. Serokatî hem bi me re dîalog pêşdixist, hem jî hemû nêzîkatiyên me dişopand. Gelek heval nekarîn şîrînahiyê xelas bikin. Hindekan di nîvî de hêştin. Li ser vê yekê Serokatî got; “Ger hûn nikarin bixwin, an jî xilas bikin, her yek yekê negirin, tucar tiştên xwe di nîvî de nehêlin. Hûn çiqas diwxin, bixwin, lê ev hemû nirx û rûmetê şehîd û gel e. Ji bo wê tu tişt xiranekin.” Ev helwest girêdana Serok a nirxên gel û şehîdan re destnîşan dikir. Ji bo ku me tu tişt fêm nedikir, her nêzîkatî û tevgereke Serokatî me di matmayînekê de dihişt. Ji ber ku ev dîtina me yekem bû. Piştî navbereke Serokatî gûftûgoyên xwe berdewam kir. Ev car herêm bi herêm ji hevalan pirs dikir. Kîşan heval ji kîjan herêmê ye di wê derbarê de nîqaş didomand. Taybetmendiyên giştî heremê destpê dikir, rastiya civakî dinirxandin û wisa di dawî de jî gihaşt asta kesayet. Bi taybetmendî û kevneşopiyên heremê ve girêdayî kesayeteke çawa dihat afirandin dinirxand. Ev yek ji bo me pir girîng bû. Dibe ku me di wê demê de fêm nedikir, lewre piştî ezmûnên kiryarî hê bêtir mirov dikeve giraniya wê.

Serokatî di dawî de got; kî ji kobanê ye. Min destê xwe ra kir. Serokatî bi min re ket nav dîalogê. Ji ecemitîya min, min nedizanî ez çawa tevbigerim. Li ser vê yekê Serokatî ji min re got; “bêhna şoreşgertiyê ji te naye.” Ji bo ku min nedikarî fêm bikim, ez pir bandor bûm, moralê min xira bû. Min jî got çima serokatî tişteke wisa ji min re dibêj e. Piştre min derxist zanebûnê ku ez bi rûniştî bersiv didam. Pêwîst bû ku ez rabim li ser xwe û wisa bersiv bidim. Lê bi taybetmendî û alimandinên civakî ve girêdayî ez wisa tevgeriyam.

Careke din perwerda me domiya. Bi dawî bûna perwerdê ve emê careke din biçûna li gel Serokatî. Ev car wê pir cûda bibana. Ev sozdayîn û ji Serokatî xatirê xwe xwestin bûn. Çûyîna me ya li gel Serokatî, careke din civîn çêbû. Bi awayeke kom me soza xwe da. Yek bi yek me xwe ji Serok re da nasîn. Wê demê ji me re got; “Niha rêxistina jinê hatiye afirandin. Êdî jin bi serê xwe dibe hêzeke bingehîn. Hûn jî biçin û wisa beşdarî bibin. Ev grûp wê hemû biçe Botanê. Herî kêm pêwîst e hûn di çiya de, pênç sal xebat bidomînin. Em bi demeke kin pêwîst e agahiya we ya şahadetê nebihîsin. Êdî hûn ne mala xwe ne. Hûn niha li malê gel in. Hûn mirovên partiyê ne.” Bi rastî jî felsefeya me ya ji bo çûyîna çiya divê bingehê de bû. Em zû biçin welat û navê me yê şahadetê bigîhîje Serokatî. Serok ji bo ku vê rastiyê baş dizaniya, van gotinan bikardianî. Ev gotinê Serokatî hişt ku em di welat de xwe biparêzin.

Dibe ku demeke pir kûrt bû, lewre wateya wê ya salan heye. Ez hê jî van dîalogên Serokatî dihizirim. Bersivdan encax bi gavavêtina azadiyê û serkeftinê ve girêdaye. Ji bo wê jî ez tucar jibîr nakim. Heta ku em bersiv nedin, xwedî gotin û soza xwe dernekevin, em tucar nikarin jibîrbikin û bisekin in. Ev yek ji bo min pir girîng e û qonaxeke mezin hildigire.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 3’YÊ GULANA 2021’AN

Nivîsa Pêş

Operasyon yekitiyê li kurdan ferz dike

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Dagirkeriya dewleta Tirk li Licê operasyona leşkerî destpê kir

Operasyon yekitiyê li kurdan ferz dike

Li Wanê de polês û tiryakfiroş bûn hedefa Yekîneyê

Li Wanê de polês û tiryakfiroş bûn hedefa Yekîneyê

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.