Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YJA-STAR: “Emê bi berxwedanê bi ser bikevin”

Bi navê Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê em dibêjin ku fermandar û şervanê me wê bi coşeke mezin, bi bawerî, dilxwazî û taktîkên serdema nû yên gerîla li ber vî şerê tunekirinê rabin. Her wiha divê her çiya, her bajar, her kolanên Kurdistanê veguherin qada şer.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
30/04/2021 - 12:02
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
YJA Star: Bi têkoşîna Zîlanwarî em dikarin tecrîdê bişkînin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek da.

Daxuyaniya fermandariyê wiha ye:

“Dewleta Tirk a mêtinger û dagirker li gel çeteyên xwe 23’ê Nîsanê li qadên Zap, Avaşîn û Metînayê bi navê ‘Pençe-Yildirim’ û ‘Pençe Şîmşek’ dest bi operasyoneke tunekirinê kir. Li dijî van operasyonên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, gerîlayên YJA Star û HPG’ê jî bi navê Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê dest bi pêngavê şoreşgerî kirin. Artêşa Tirk hîn jî têkçûn û şoqa Serketina Garê ji ser xwe navêtiye, ku ew serketin bi fermandariya hevrê Şoreş Beytuşşebap hate afirandin. Niha jî li Zap, Metîna û Avaşînê bi rengekî dîrokî têk diçe.

EM Ê BI BERXWEDANÊ BI SER BIKEVIN

Beriya her tiştî em fermandar û şervanên xwe yên ku bi rengekî çalak tevlî van pêngavan bûne, berxwedana wan silav dikin; li pêşiya bîranîna hevrêyên xwe Ekîn, Asya, Çiyager û Dilşêr bi rêzdarî ditewînin û şehîdên xwe yên şoreşê bi minetdarî bi bîr tînin. Li Kurdistanê şer bi salane li her cihî belav bûye, veguheriye xaka şer. Li hezaran ciwanên me û gelê me koletî û qirkirin hatiye ferzkirin. Em; gerîlayên YJA Star û HPG’ê ji kevneşopiyeke welê tên ku li şûna koletî û bêîradetiya dijmin ferz dike qebûl bikin, mirinê tercîh dikin. Ji lutkeyên Zapê ku weke artêşa jinê me rehên xwe berdane nav, heta Metîna, ji wir jî heta quntarê Çiyayê Cîlo li her cihî em ji şehîdên xwe hînî jinmayinê, jiyana bi rûmet, hezkirina bi rengekî azad, berxwedan û şerê lehengiyê bûn. Mîna yên beriya me û mîna ku em ji dîroka xwe hîn bûn; em ê li ber xwe bidin û bi berxwedanê bi ser bikevin!

Li Kurdistanê niha şerê man û nemanê diqewime. Ev operasyon operasyoneke ji rêzê nîne. Hêzên me yên gerîla baş pê zanin ku ev operasyon operasyona qirkirina Kurdan e, operasyona tunekirina Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ye. Bi navê fermandar û şervanên YJA Starê, heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê ti carî dest ji berxwedana li dijî van operasyonên dagirkeriyê bernedin, em ê şer bikin û li vê xaka xwe rê nedin dagirkeriyê. Dost û dijmin bila her kes zanibin; Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê wê ti carî serî netewînin, wê dagirkerî û têkçûnê ti carî qebûl nekin. Eger hin derfetên dijmin hebin, ê gerîla jî dil û mejiyê xwe heye ku heta mirinê bi Rêbertî, şehîdan û îdeolojiya azadiyê ve girêdayîne. Şoreşger çawa ku dilê xwe li bedewiyên mezin û rastiyan vedikin, li êş û zehmetiyan jî vedikin. Me bi van zanîbûn û bi vî rengî me dest bi vê rêwîtiyê kir. Em rewşeke ji rêzê qebûl nakin, koletiyê red dikin û bêhêvî nînin. Bi navê gerîlayên YJA Starê me soz dan Rêberê xwe, gelê xwe û şehîdên xwe ku Kurdistanê azad bikin. Ji bo me soz rûmet e û em ê nehêlin rûmeta me bê binpêkirin. Dijmin çi dike bila bike wê nikaribe me ji rêya me vegerîne.

Bi navê Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê em dibêjin ku fermandar û şervanê me wê bi coşeke mezin, bi bawerî, dilxwazî û taktîkên serdema nû yên gerîla li ber vî şerê tunekirinê rabin. Her wiha divê her çiya, her bajar, her kolanên Kurdistanê veguherin qada şer. Divê şer êdî li Kurdistanê nehê hiştin, her kes çi ji dest tê bike û jiyanê li metropolên Tirkiyeyê li dagirkeran biherimîne. Ciwanên bûne baz, jin ên bûne baz, gel ê bûye baz wê bi hêzên gerîla yên bûne baz re têkoşîna xwe bikin yek û planên tunekirinê yên dijmin têk bibin. Sala 2021’ê wê bibe sala gerîlayên azadiyê yên ber bi serketinê ve dimeşin. Ji mêj ve serketin heqê Rêberê me û gelê me ye. Divê Kurdistan li faşîzmê bibe goristan, dagirker divê li çalên ku kolane bifetisin. Ruhê fedayî yê Apoyî yê Serketina Garê wê li Zagros, Zap, Metîna, Botan, Amed, Serhed, Dersim û Garzanê pêl bi pêl belav bibe û dike ku di sala 2021’ê de têkçûneke dîrokî bê serê dijmin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê em dubare dikin ku tevlîbûna me ya li sala 2021’ê wê li ser xeta hevrê Zîlan be, hêzên me hemû wê rêbaza jiyan û çalakiyê ya havrê Zîlan ji xwe re bikin esas û metirsiyên li ser Rêberê me û tevgera me beralî bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Berxwedana Zindana di roja 155’an de berdewam dike

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Gerîla TV çalakiya hewayî ya li dijî qereqola Kirya Reş parvekir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Gerîla TV çalakiya hewayî ya li dijî qereqola Kirya Reş parvekir

LEZGÎN - Gerîla TV çalakiya hewayî ya li dijî qereqola Kirya Reş parvekir

Gerîla dukuje, ew dibêjin întîxar kirî yê

Gerîla dukuje, ew dibêjin întîxar kirî yê

Manşet

  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.