Enter your email Address

Perşembe, Şubat 5, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Kampa Holê ne tenê berpirsyariya me ye!

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
07/04/2021 - 0:06
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Hêzên Rojava li ser bêhna DAIŞ’ê ne: Serçeteyek Dîsa Hat Girtin

ANF Images

ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 
Kendal CÛDÎ nivîsand 
Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi desteka QSD’ê û Hêzên Antîterorê di 28`ê Adarê de li kampa Holê da dest pêkirin, careke din xetera hebûna malbatên çeteyên DAIŞ`ê, nexasim zarokên wan ên di kampê de, derxist holê.

Kampa Holê ya li kantona Hesekê, piştî têkbirina çeteyên DAIŞ`ê di sala 2019`an de li Baxozê, veguherî kampa herî xeternak a cîhanê. Piştî têkçûna “xîlafeta DAIŞ’ê” bi destê hêzên QSD`ê, pirraniya malbatên DAIŞ`ê û zarokên li Baxozê mabûn, li kampa Holê hatin bicihkirin.

Di kampê de, zêdetirî 60 hezar kesan hene, pirraniya wan malbatên DAIŞ`ê ne ku ji 57 dewletên Ereb û yên biyanî ne. Her wiha di kampê de, zêdetirî 30 hezar zarokên çeteyên DAIŞ`ê yên ku di kampê de li ser fikrên tundraw ên DAIŞ`ê tên perwerdekirin, hene.

Baş e, gelo çima kampa Holê bû xeternaktirîn kampa cîhanê? Bi têkçûna DAIŞ`ê li Baxozê re, çeteyên DAIŞ`ê cihê xwe yê herî dawî li rojhilatê Firatê ji dest da û êdî ti hebûneke xwe ya leşkerî ku jê herêman dagir bike, nema. Di pêngavên rizgarkirina herêman ji DAIŞ`ê de, hêzên QSD’ê û Rêveberiya Xweser malbatên DAIŞ`ê, nexasim jin û zarok, birin kampa Holê.

Ji sala 2019`an ve, êdî rewşa kampa Holê her ku çû xeternaktir bû. Ji ber ku jinên çeteyên DAIŞ`ê û şaneyên girêdayî wan di kampê de xwe bi rêxistin kirin û zarokên xwe li ser fikrên DAIŞ`ê yên tundraw perwerde kirin. Di gelek serdanên dezgehên çapemeniyê yên li kampa Holê de, ev yek bi awayekî eşkere derket holê û jinên DAIŞ`î digot, DAIŞ dê bidome û ew ne poşman in.

Her wiha di kampê de, malbatên DAIŞ`ê “dadgehên xwe û cihên xwe yên muhasebekirinê” jî ava kirin û kesên ku ji ser rêya DAIŞ`ê vedigeriyan, yekser dikuştin. Hema tenê ji destpêka sala nû ve, li gorî daneyên hêzên ewlekariyê, zêdetirî 47 kesan di kampê de ji aliyê malbatên çeteyên DAIŞ`ê ve hatine kuştin.

Hêzên ewlekariyê ji bo ku bûyerên qetilkirinê di hundirê kampê de rawestînin û şaneyên DAIŞ`ê bigirin, dest bi Operasyona Mirovî û Ewlehiyê kir. Di pêngava yekemîn de ku 5 rojan dewam kir, hêzên ewlekariyê bi civîneke çapemeniyê ragihand ku wan 120 çeteyên DAIŞ`ê, di nav de 20 berpirs, girtine. Wan da zanîn ku kampa Holê pirsgirêkeke navneteweyî ye.

Gelo kampa Holê tenê berpirsyariya Rêveberiya Xweser û QSD`ê ye û bi operasyoneke ewlekariyê dê ev pirsgirêk were çareserkirin? Yên ku difikirin ku rewşa kampa Holê dê bi operasyonên leşkerî çareser bibe, dê rastî encamên nedîtî werin. Berdevkê YPG`ê Nûrî Mehmûd ji ANHA`yê re axivîbû û hişyar kir ku di paşerojê de ji kampê terorîstên mezin dikarin derkevin; wî piştrast kir ku operasyonên ewlekariyê ne bes in ji bo berterefkirina vê tehlûkeyê.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD`ê, gelek caran bang li dewletan kir da ku welatiyên xwe yên DAIŞ`î ku li gel wan girtî ne, vegerînin. Lê heta niha ev bangên rêveberiyê û QSD`ê bê bersiv mane. Heger zarokên di kampê de baş neyên perwerdekirin û dûrî fikrên tundraw nekevin, dê di paşeroja herêmê û ya cîhanî de xetereke mezin çêkin. Nifşekî nû yê DAIŞ`ê dê were avakirin û cîhanê bi tevahî bixe nava xeterê.

Ji bo ku pêşî li vê diyardeya xeternak were girtin, pêwîstiyeke lezgîn a mudaxeleyeke navneteweyî heye. Heger dewletên ku bi hincetên cuda naxwazin DAIŞ`iyên welatiyên xwe vegerînin, qet nebe divê destekê bidin Rêveberiya Xweser da ku cihên taybet ji bo zarok û malbatên DAIŞ`ê werin avakirin û ji nû ve ev nifş were perwerdekirin. Ji ber ku xetera ku niha kampa Holê çêdike, ne tenê berpirsyariya Rêveberiya Xweser û QSD`ê ye. DAIŞ bûye belayeke cîhanî û felaket bi xwe re anî. Her çi qas QSD`ê cîhan ji xetera DAIŞ`ê rizgar kir û koalîsyoneke navneteweyî hate avakirin jî, lê barê perwerdekirina malbatên DAIŞ`î gelekî giran e û pêwîstî bi koalîsyoneke din a herêmî û navneteweyî heye.

Heger di demeke nêz de mudaxeleyeke navneteweyî li kampa Holê neyê kirin, nexasim bi dewamkirina êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, nêzik ne dûr, cîhan dê bi nifşekî nû yê DAIŞ`ê re rû bi rû bibe.

WELAT

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – Arînek li Warê Egîdan

Nivîsa Pêş

TAYBET – Li çiyayên Sîsê rengê demsala nû xemilî

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
TAYBET – Li çiyayên Sîsê rengê demsala nû xemilî

TAYBET - Li çiyayên Sîsê rengê demsala nû xemilî

Ciwanên Ferqînê Rojbûna Rêberê Gelan Pîroz Kirin

Ciwanên Ferqînê Rojbûna Rêberê Gelan Pîroz Kirin

Manşet

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe
  • Ji Aliyê TCŞ û YJK-E Ve Li Frankfurtê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Bi Hêz Ya Infostandê
  • Li Bajarê Torino Ya Îtalyayê Ji Aliyê Ciwanên Taxên Karkeran Ve Daxuyaniya Piştgiriyê Bi Rojavayê Re
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Abya Yala Heta Kurdistanê, Gel Ji Bo Şoreşê Serî Hildidin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK: Xwedîderketina Li Rojava Divê Daîmî Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.