Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Rengekî din ê têkbirina komployê

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
17/02/2021 - 0:11
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Gel û ciwanên Helebê komplo şermezar kir
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN-
Kendal CÛDÎ nivîsand 
Komploya Navneteweyî ya li dijî rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 22`yan de ye. Helbet komplogeran dixwest bi dîlgirtina Ocalan, Tevgera Azadiyê tesfiye bikin û Ocalan bê bandor bikin, da ku planên xwe yên mêtingeriyê li Rojhilata Navîn pêk bînin. Lê tiştên ku wan dixwest hemû pêk nehatin.

Bê şik û guman, armanc ne tenê Ocalan û doza Kurd bû. Ocalan komploya li dijî xwe wekî zemîna destwerdana hêzên emperyalîst li Iraqê û tevahiya Rojhilata Navîn dinirxîne. Roj bi roj pêşdîtinên Ocalan ên der barê vê yekê de û bûyerên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku navenda xwe axa Mezopotamyayê ye, têne piştrastkirin.

Her wiha, Ocalan rola dewleta Tirk di vê komployê de tenê wekî gardiyan dibîne. Bi vê yekê asta komploya ku di cîhanê de mînakên wê tine ne, derdikeve holê. Ocalan dibêje, “Ez ne mehkûmê Tirkiyeyê me, ez mehkûmê komploya navneteweyî me.”

Lewra, nirxandina komploya li dijî rêberê Kurdan Ocalan, tenê li dijî kesayetekê yan jî li dijî tevgerekê, ev nirxandin wê aliyekî xwe lawaz bimîne û ne di cih de be.
Bi banga Ocalan a aştiyê, dema ku dîl hate girtin, hêzên komploger şaş man. Komplogeran texmîn dikir ku piştî Ocalan dîl werê girtin, wê fermana şerekî mezin bide û bi vê yekê wê keraseteke mezin ne tenê ji bo Kurdan, di heman demê de ji bo Tirkiyê û herêmê bi giştî bi xwe re bîne. Lê Ocalan kêliya ku dîl hate girtin bi asta qirêjbûna pîlanê hesiya û yekser banga aştiyê li Tirkiyê û Kurdistanê kir.

Kurd ji bo ku komployê têk bibin, li seranserî cîhanê daketin qadan û bi dehan ciwanên Kurd bi agirê bedena xwe, bûne xelekek ji agir li derdora rêberê xwe Ocalan. Bi vê helwêstê Kurdan, wefedariya xwe bi rêberê xwe re nîşan da û ji cîhanê re got “Êdî hûn nikarin rêberên me, ji me qut bikin.”

Niha ya girîng ji bo Kurdan ew e ka çawa komployê û dîlgirtina Ocalan a fîzîkî bi dawî bikin. Ji 15`ê Sibata 1999`an heta 15`ê Sibata 2021`ê, gelê Kurd her tim li ser piyan e û daxwaza azadiya rêberê xwe Ocalan dike. Di vê çarçoveyê de li Kurdistanê û Ewrûpayê û li tevahiya cîhanê, bi hezaran meş, çalakî, mîting, daxuyanî û hwd. pêk anîn. Di heman demê de, ragihandina Kurdî jî bi roleke sereke rabû ji bo keşfkirina komployê û hişyarkirina Kurdan.

Lê pirsa ku divê Kurd ji xwe bikin ev e; gelo ev çalakî têrê dikin ku komplo bi temamî têk biçe û Ocalan ji zindanê derkeve? Ji bûyerên li herêmê rû didin û guhertina sîstema cîhanê û bi taybetî piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, diyar dibe ku çalakî û xebatên ku me li jorê behsa wan kir, bi tena serê xwe têrê nakin. Keda ku tê dayîn cihê rêzdariyê ye û bingehê têkbirina komployê bû, ev xaleke esasî ye. Lê êdî di sedsala 21`ê de, divê Kurd ji bo azadkirina fizîkî ya rêberê xwe, li rê û rêbazên din ên bi bandor bigerin. Di vê çarçoveyê de, pêwîstiya Kurdan bi sê rêbazan heye:

a) Divê Kurd li pirraniya dewletên cîhanê û Ereban û nexasim dewletên xwedî biryar di cîhanê de yên wekî, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, Rûsya, Birîtaniya, Misr û Erebistana Siûdî, saziyên diplomatîk û “Lobiyên Kurdan” ava bikin. Bi rêya van saziyan, divê raya giştî ya wan welatan, rastiya rêbertî û çareseriyên wî yên ji bo jinê, ekolojiya, civakê û wekî din, nas bike. Bi vê yekê, zext li hikûmetên wan welatan dibe û êdî doza Kurdî wê nikaribin paşguh bikin

b) Divê rojnamevanên çapemeniya azad a Kurd êdî ji qalibê çapemeniya Kurdî derkevin û di çapemeniya Erebî û cîhanî de bixebitin, da ku doza Kurdî û komkujiyên li dijî Kurdan û komploya li dijî Ocalan ku di şexsê wî de Kurd bûn hedef, eşkere bikin. Ev xaleke girîng e, ji ber ku mixabin em Kurd tenê dizanin ji xwe re biaxivin, lê nizanin xwestek û derdê xwe bi gelên din ên cîhanê re parve bikin.

c) Naskirina Ocalan wekî ronakbîrekî li tevahiya cîhanê û Ewropayê. Di vê xalê de, Kurd gelekî lawaz in, me hîna rêberê xwe wek ronakbîrekî nedaye naskirin bi taybet ji kesayetên navdar ên cîhanê û peymangehên zanistê re.

Piştî Berxwedana Sedsalê ya Kobanê, êdî kêm zêde cîhanê rêber Ocalan û doza Kurdan nas kir û di cîhanê de Kurd bûne xwedî nav û deng. Lê wekî tê gotin ti kes mafê te nade te, divê tu bi xwe li pey mafên xwe bikevî. Derfetên îro di destê Kurdan de ji her demê zêdetir hene, Kurd êdî lazim e ji cîhanê re xwe bidin naskirin, ji cîhanê re binivîsin, ji cîhanê re behsa projeya xwe ya alternatîf a Abdullah Ocalan bikin. Lazim e Kurd êdî ji axaftina bi xwe re, derbasî axaftina bi cîhanê re bibin.

YENÎ ÖZGÜR POLİTİKA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Endama Kordînasyona KCR’ê Viyan Karox: “Serok Apo siyaseta pûçkirinê vala derxist”

Nivîsa Pêş

DGH’ê li Sûrê de polîsên faşîst da

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
DGH’ê li Sûrê de polîsên faşîst da

DGH'ê li Sûrê de polîsên faşîst da

LEZGÎN – Yekîneyên Tolhildanê li bajarên Tirkiyê û Kurdistanê çalakî kirin

LEZGÎN - Yekîneya Tolhildanê li Amed, Êlih, Îzmîr, Edene, Stenbol, Konya û Kayseriyê de çalakî kir

Manşet

  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.