Enter your email Address

Perşembe, Aralık 18, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 4 gerîlayan eşkere kir: ‘Rêya me ya serketinê ronî kirin’

HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên li qada Govendê şehîd bûn eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hevrêyên me Delîl, Nalîn, Rodî û Şoreş bi îradeya xwe ya xurt, bi têkoşîna xwe rêya me ya serketinê ronî kirin."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
31/01/2021 - 12:44
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 4 gerîlayan eşkere kir: ‘Rêya me ya serketinê ronî kirin’
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî 4 gerîlayên par li qada Govendê şehîd bûn daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

“4’ê Mijdara 2020’î li qada Govendê ya herêma Avaşînê di navbera hêzên me û dagirkeran de şer qewimî. Di vî şerî de hevrêyên me Delîl, Nalîn, Rodî û Şoreş ên ku derbên giran li dagirkeran dan, bi lehengiyeke mezin şer kirin û tevlî karwanê şehîdan bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Şoreş Têkoşer
Nav paşnav: Mehmet Bariş Kûrtûm
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Meryem-Ramazan
Dem û cihê şehadetê: 4’ê Mijara 2020 / Avaşîn

Nasnav: Delîl Bagok
Nav paşnav: Îlhan Bîlge
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Hediye-Abdûrrahman
Dem û cihê şehadetê: 4’ê Mijara 2020 / Avaşîn

Nasnav: Rodî Serhat
Nav paşnav: Tûncay Yaşar
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Kehrîbar-Abdulkerîm
Dem û cihê şehadetê: 4’ê Mijara 2020 / Avaşîn

Nasnav: Nalîn Zîlan
Nav paşnav: Nalîn Şehwan
Cihê jidayikbûnê: Dêrik
Dayik-Bav: Bedriye-Mahmût
Dem û cihê şehadetê: 4’ê Mijara 2020 / Avaşîn

Dewletên dagirker gelê Kurd bi salan ji rastiya xwe dûr xist, li ber hev rakir û bi vî rengî sîstema xwe ya dagirker û qirker heta vê demê anîn. Şoreşgerên ku bi salan hewl didin berxwedanê di asta neteweyî de pêk bînin, bûn hedefa sereke ya dagirkeran û çeteyên noker. Bi rê û rêbazên hovane û komployan şoreşgerên pêşeng qetil kirin. Çareseriya jinholêrakirina vê sîstema çete ya ku ji exlaqê bêpar e, bi fêhmkirina karakterê dagirkerî û nokeriyê, bi sûdwergirtina ji berxwedana rabirdûyê, bi têkoşîneke bêhempa dibe.

Yek ji sedemên bingehîn ên ku pêngava Rêber Apo di dîroka Kurd û Kurdistanê de bû mîladeke mezin û bi rengê berxwedaneke dîrokî bi rê ve çû, ew e ku dîrok rast xwend, karakterê kesayetî û civakîtiya Kurd rast analîz kir. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ya nîv sedsalî ku bi pêşengiya PKK’ê tê meşandin, nirxên mezin ên bêhempa afirand û bû nîşaneya herî mezin a meşa ber bi serketinê ve. Rêbaza têkoşînê û felsefeya jiyanê ya Rêber Apo ku li Kurdistanê bû gel û veguherî rastiyeke mezin, li Kurdistanê bû rêbaza jiyanê. Xeta berxwedanê ku roj bi roj tûj dibe, êdî li Kurdistanê bi sînor nema, di serî de Rojhilata Navîn ji bo gelên bindest hemûyan bû çavkaniyeke mezin a hêviyê, her wiha perspektîfa têkoşîn û serketinê pêşkêş kir.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku bi pîvanên jiyanê û rêbaza têk naçe ya PKK’ê têdikoşin, pêşengiyê ji doza me ya azadiyê ya esîl re dikin. Li dijî kiryarên qirkirinê û sîstema mêtinger û dagirker a li ser parçeyên Kurdistanê hemûyan tê ferzkirin, lehengên gelê Kurd li gel bêderfetiyan û şert û mercên giran tên têkoşînê, gelek caran dagirker têk birin, sîstema mêtinger û qirker pûç kirin. Bêguman ev berxwedana mezin di encama berxwedana efsanewî û biryardariya xurt a fedayiyên milîtan ên Apoyî afirî.

Yek ji deverên ku di dîroka têkoşîna Kurdistanê de destan lê hatin nivîsandin, lehengî lê afirîn û efsane lê pêk hat, çiyayên Zagrosê ye. Gelek berxwedanên destanî li Zagrosan  ji aliyê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ve afirîn ku xewn li dijmin jherimandin, tirs berda dilê dijmin, derûniya dijmin xera kiri û rêbaz û taktîka demê bi rengekî profesyonel xistin meriyetê. Yek ji van destanan jî ji aliyê hevrêyên me Delîl, Nalîn, Rodî û Şoreş ve li dîroka têkoşînê hate nivîsandin. Bi keda xwe ya li têkoşînê, bi performansa xwe ya li eniya berxwedanê, bi çalakiyên serketî yên di xeta gerîla dema nû de mırateyeke mezin a berxedanê ji hevrêyên xwe re hiştin. Weke şopdarên Reşîtan, Pîranan, Rojînan û Medeniyan bi lehengiyeke mezin daxwazên dagirkeran di ber wan de hiştin, bûn pêşengên têkoşîna me ya gerîla ya nûjen.

Hevrêyên me Delîl, Nalîn, Rodî û Şoreş ku pêşengî ji gelek çalakiyên li Zagrosan re kirin, çanda berxwedêriyê ya welatparêz a gelê Kurd bi rêbaza Rêber Apo di kesayetiya xwe de kirin rêbaza têkoşînê û veguherandin îradeya xurt. Hevrêyên me bi hişmendiya xwe ya têkoşîn û berpirsyarê, bi feraseta milîtaniya fedayî ya Apoyî wezîfeyên xwe hemû bi rengekî mezin bi ser xistin. Hevrêyên me Delîl, Nalîn, Rodî û Şoreş bi îradeya xwe ya xurt rêya me ya têkoşînê ya ber bi serketinê ronî kirin.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin, diyar dikin ku mîrateya têkoşînê û bîranîna şehîdên me yên leheng hinceta me ya jiyanê ye. Têkoşîna me wê heta serketinê dewam bike.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Hêjmara nû ya Kovara ‘Modernîteya Demokratîk’ derket

Nivîsa Pêş

Çeteyên Dîfaî Wetanî li pey provakasyona ye

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Çeteyên Dîfaî Wetanî li pey provakasyona ye

Çeteyên Dîfaî Wetanî li pey provakasyona ye

LEZGÎN – Ji Zarokên Agir bîlançoya meha Gulanê: Gelek wesayit, fabrîka û kargeh hatine şewitandin

LEZGÎN - Zarokên Agir 4 Bajarên Tirka Da li Ber Agir

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.