Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Girtî bi erka xwe rabûn, îcar dora me ye

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
26/01/2021 - 0:20
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Girtiyên PAJK’ê û PKK’ê: Em ji 27’ê Mijdarê ve dest bi çalakiyan dikin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî KCK’ê 12’ê îlona 2020’î pêngava ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ da destpêkirin. Armanca esasî, li her çar parçeyên Kurdistanê bi dirûşmên xweser û girêdayî dirûşma esas a ‘Dem dema azadiyê’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Li ser vî esasî, hemû çalakî û xebatên bên kirin, ne ji bo hevdîtin û rakirina tecrîda li girava Îmraliyê, bi awayekî fizîkî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Di vê çaçoveyê de dê li seranserî Kurdistan, Tirkiye û cîhanê xebatên bên kirin li ser vê bingehê û bi vê hişmendiyê bin.

Di vê çarçoveyê de yek ji gavên yekem û xurtkirina çalakiyê, dîsa pêşengî ji gel re kirin, girtiyên ji doza azadiyê yên PKK û PAJK’ê girtin ser milê xwe. Li ser vê bingehê 27’ê Mijdara 2020’î ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê xwe û dawînîna binpêkirinên li girtîgehan girtî dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin.

Îro girtiyên azadiyê 2 meh in di grevê de. Min di nivîsên xwe yên berê de jî anîbû ziman, girtîgeh yek ji qada têkoşînê ya xurt a Tevgera Azadiyê ya Kurdî ye. Di nav her şert û mercê de bi rola xwe radibe û li gorî derfet û mercên heyî têdikoşe. Di roja îro de jî girtî bi heman rengî li erka xwe xwedî derdikevin û pêşengiyê ji çalakiyê re dike.

Ji bo wê girtî di sînorên girtîgehan de dikarin bi çalakiyên grevên biçîbûnê, dîsa bi dirûşm û şêwazên cihê bibin xwedî helwest û dengê xwe tev li dengê gelê kurd bike. Di vê çarçoveyê û van çalakiyan de pêşengî ji pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ kir û hê jî dike.

Nabe ku em kurdên derve xwedî qad û rêbazên cihê tenê bi çalakiyên grevê piştgiriyê bidin girtina û tev li pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ bibin. Qadên me yên çalakiyê derfetên me ji girtiyan sed qat zêdetir û bibandortir hene. Ji bo vê em dibînin roja îro li gelek cihan çalakiyên grevê hatine destpêkirin. Ev nayê wê wateyê ku çalakiyên grevê bêkêr, ne encamgir in. Lê em dixwazin pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ daxwaza fizîkî ya Rêberê xwe dikin, divê em asta çalakiyan xurtir bikin û berbelav bikin. Dîsa bilêv dikim; girtî di şertên girtîgehê de bi vî awayî tev li pêngavê dibin. Lê em dikarin bi çalakî û rêbazên xuliqkar tev li pêngavê bibin û barê girtiyan sivik bikin.

Eger em vê nekin wê girtî bi roleke mezintir mîna berê rabin. Wê demê em ê ji bin barê giran rizgar nebin. Ji bo wê ye ku em terz û şêwazên çalakiyên xwe zêdetir li ber navend û avahiyên hikûmetê çi li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê zêdetir bikin. Bênavber çalakî bê kirin û dengê xwe bigihînin her civakê; em ê bikaribin piştevaniyek xurtir a gel bigirin û wisa bikarin zextê li rayedarên hikûmet û dewletên desthilat bikin.

Ji bo em bikaribin pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ ku daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo dikin, divê em li gorî ruhê wê û dîsa demildest bikevin tevgerê. Ji ber ku dem her diçe dijberê me ye û lez diçe. Rewaşa Rêber Apo ya fizîkî jî em li ber çav bigirin û dîsa şertên giran ên Îmraliyê bigirin ber çavan; divê em bi bayê bezê û birûskê zend û bendan badin.

Girtî ev dîtin û bi ya xwe rabûn. Niha ya mayî li ser me ye. Em di vê mijarê de lawaz in. Ji her alî ve zext, êrîş û îşkence di serî de li ser Rêber Apo û hemû gel heye. Ji bo vê ye ku eger em bixwazin pêngav bi encam bibe, divê em dev ji gelek tiştên kesî û malbatî bidin berdin û bikevin nav liv û tevgerê. Mînak; rojek tenê jî be em bikaribin zexteke mezin li welatên Ewropayê, Konseya Ewropa, Parlementoya Ewropa û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê çalakiyek xurt û mezin bikin. Em ê bikaribin gaveke baş bavêjin. Wê demê em ê bikaribin barê girtiyan jî sivik bikin û dîsa di gihandina serketinê ya vê pêngavê de jî gavek baş û encamgir bavêjin.

Berovajiyê vê em bi vî rengî wiha, em ê nikaribin encamek baş bigirin. Dîsa barê girtiyan girantir bikin. Pêngav jî wê dereng bi encam bibe. Di wê pêvajoya encamgirtinê de jî em ê berdêlên pir mezin û giranbûha bidin. Di mercên îro de ji bo gihandina encama pêngavê, derfet û hêza me têrê dike ku em bikaribin gelek gav û pêngavên xurt bavêjin û xwe nêzî Rêbertiya xwe bikin. Her tişt li ser çalakî û bihêzbûna me ye. Em çiqasî bihêz û çalak bin, em ê ewqas bikaribin bi pêş ve biçin û xwe bigihînin Rojê. Ev di destê me de û bi hêza me ve girêdayî ye. Ji bo wê ye ku em terzê çalakiyên xwe biguherînin em ê bikaribin gavên baş bavêjin.

Hêvî û baweriya min ji her demê bêhtir xurtir e; meşa me ya azadiyê ji her demê zêdetir deng dide, kêliyên serkeftinê ji her demê zêdetir nêz in. Her gava em diavêjin nêzîktirî hesret û hêviyên xwe dibin. Ji bo wê ye; em bi vê erkê û sozê rabin em ê bigihîjin Rêber Apo…

WEYSİ TALLİ

ROJNAMEYA WELAT

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 26’Ê ÇILEYA 2021’AN

Nivîsa Pêş

Ciwanên Stenbolê li dijî tecrîdê li ser piya ne

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ciwanên Stenbolê li dijî tecrîdê li ser piya ne

Ciwanên Stenbolê li dijî tecrîdê li ser piya ne

Çalakiya ‘Nobeda Azadiyê Ciwanên Ewropayê dewr girtin

Çalakiya 'Nobeda Azadiyê Ciwanên Ewropayê dewr girtin

Manşet

  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.