Enter your email Address

Salı, Şubat 3, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Amed Malazgîrt: Gerîla wê bi serbikeve, dewleta tirk wê têk biçe

Ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Amed Malazgîrt destnîşan kir ku gerîla bi rengekî xurt li dijî êrişên dewleta Tirk têdikoşin û got, "Gerîla wê bi taktîk û rêbazên nû, dewleta Tirk têk bibe."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
30/08/2020 - 11:04
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Amed Malazgîrt: Gerîla wê bi serbikeve, dewleta tirk wê têk biçe
ParvekeTweet

BEHDÎNAN –  Ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Amed Malazgîrt tevlî bernameyeke taybet a Stêrk TV bû û li ser dagirkeriya dewleta Tirk û berxwedana li dijî vê dagirkeriyê axivî.

Malazgîrt destnîşan kir ku dewleta Tirk di siyaseta xwe de ya li ser Rojhilata Navîn bi ser neket û got, “Lewma ji bo xwe weke hêzeke bingehîn nîşanî dewletên rojavayî û Rojhilata Navîn bide giraniya xwe dan ser aliyê leşkerî.”

Malazgîrt diyar kir, çawa ku bi salan e bi rêbaza leşkerî dest li Kurdistanê werdide, niha jî bi heman rengî dest li Derya Spî û Lîbyayê werdide û wiha dewam kir: “Me berê jî got, dewleta Tirk çav berda dewlemendiya ser û binê erdê ya Kurdistanê. Bi heman rengî êriş bir ser Derya Spî û Lîbyayê. Dema ku me ev digot me belasebep nedigot. Ev yek gihand asta herî bilind. Xeyalên xwe yên Osmanî weke Mîsakî Mîllî pênase kir û berê xwe da wan xeyalan.”

Malazgîrt ragihand ku armanca dewleta Tirk dagirkirina gelek deveran e û ji aliyê siyasî ve jî PKK’ê weke hincet nîşan dide, bi vî rengî çav berdaye destketiyên gelan.

Amed Malazgîrt bi dewamî got, “Çawa ku dixwaze dagirkeriya xwe ya li Bakurê Kurdistanê rewa û qanûnî nîşan bide, heman tiştî li Lîbya û Derya Spî dike. Eger mirov bala xwe bide ser aloziya ku dema dawî bi Yewnanistan û hin welatên idn re derxist, wê bêdîtin; destpêkê rojevek afirand, weke ku hêza xwe şandiye nîşan da û nîqaşek da destpêkirin. Ji ber ku helwest li dijî wan nehat nîşandan, hingî hêza xwe şand. Dema ku li aliyê dijber helwest tê nîşandan hingî nerm dibe, lê dema ku bêdeng hebe hingî hişktir dibe. Ev yek jî taktîkeke hikumeta AKP-MHP’ê ye. Dewleta Tirk bixwaze li ku cih bigire divê tawîz jê re neyê dayin. Ji ber ku dema cihek dagir kir, dixwaze cihên din jî dagir bike. Dixwaze xwe li Rojhilata Navîn bike hêza esasî.”

‘XWEDÎDERKETINA LI ŞEHÎDÊN AZADIYÊ, WEZÎFEYA HER KURDÎ YE’

Fermandar Amed Malazgîrt bal kişand ser şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê dike û got, “Di nava du salên derbasbûyî de li qada Xakurkê şerekî dijwar hate meşandin. Dewleta Tirk xwest di ser Xakurkê re xeteke dirêj kontrol bike. Gerîlayên me yên li Xakurkê ji bo pêşî li pêşveçûna dewleta Tirk bigirin fedekariyên mezin kirin. Gelek çalakiyên bi bandor kirin. Ji ber vê yekê dewleta Tirk mîna ku plankirî bi ser neket. Gerîlayên me lid ijî leşkerên Tirk çalakiyên bi bandor kirin û hîn jî dikin.”

Malazgîrt destnîşan kir ku şerê wan ê li dijî dewleta Tirk di asta bilind de ye û got, “Gel hemû û hêzên demokratîk ji bo têkbirina dewleta Tirk a dagirker dikarin li cem me cih bigirin. Yên ku ji dewleta Tirk digirsin û nikarin li ber wan rabin wê demê bila bêdeng bimînin û cesaretê nedin dewletê. Gelo çi bû ku ev dewlet ewqasî bi hovane zilmê dike. Bi taybetî çima kiryarên xwe yên li dijî Kurdan û gelê Kurdistanê ji xwe re weke mafekî dibîne. Em dibînin ku ji bilî PKK’ê û gelê me yê welatparêz kes li ber dewleta Tirk ranabe û tevî vê yekê jî hinek radibin û PKK’ê, gerîla sûcdar dike. Ti hesabekî şexsî yê gerîlayên PKK’ê nîne, tenê canekî xwe heye, wî jî feda dikin.

Xwedîderketina li van şervanên azadiyê wezîfeya her Kurdekî ye. Gerîlayên PKK’ê ji niha û pê ve jî ji bo planên dewleta Tirk pûç bikin wê bi fedakariyeke mezin çi ji dest tê bike. Wê destûrê nede ku dewleta Tirk bi hêsanî li xaka Kurdistanê be û dagirkeriyê bidomîne. Her kesên bi şeref û bi rûmet divê li cem gerîla cih bigire û xwedî lê derkeve, Divê dagirkeriyê qanûnî nekin. Hemû hêzên siyasî û leşkerî yên li çar parçeyên Kurdistanê divê zanibin ku eger PKK lawaz bibe wê dewleta Tirk êrişî hemû parçeyên Kurdistanê bike.”

‘GERÎLA WÊ BI SER BIKEVE, DEWLETA TIRK WÊ TÊK BIÇE’

Ji fermandarên Navenda Parastina Gel Amed Malazgîrt bi bîr xist ku li Dersim, Botan, Serhed, Gever, Şemzînan û Çelê her roj çalakî tên lidarxistin, leşker tên kuştin û got, “Tevî Gerîla TV dîmenên van çalakiyan diweşîne jî înkar dikin, windaniyên xwe eşkere nakin. Ya rast şerê me yê gerîla li Bakurê Kurdistanê ye, lê belê dewleta Tirk çav berdaye Başûrê Kurdistanê û bi israr vî şerî dixwaze li Başûrê Kurdistanê bimeşîne. Dixwaze şerê li ser sînor bi pêş ve bibe û xeteke nû ya sînor ava bike, vî sînorî jî tevlî xaka Tirkiyeyê bike. Ev ner ne şerekî ku em dixwazin.

Eger dewleta Tirk nekeve nava Başûrê Kurdistanê şer li vir naqewime. Em jî tevgereke Kurdistanî ne û li ku derê bi ser me ve bê, em ê li dijî dewleta Tirk a dagirker şer bikin. Bi propagandayên nepixandî û xeyalî wê ti carî nikaribin gerîla biqedînin. Eger bi ya wan bûya wê gerîla sala 2017’an biqediya. PKK û gerîla li Bakur-Başûrê Kurdistanê û her devera pêwîst heye. Ji her demê bêhtir hîn bi xurtî şer dike. Tevî ewqas teknîk û derfetên di destê dijmin de hene, dewleta Tirk ji aliyê leşkerî ve zehmetiyeke mezin dikişîne. Û yê bi ser bikeve wê teqez gerîla be. Yê têk biçe jî wê dewleta Tirk be.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

“Şehîd ji bo me xeta sor in”

Nivîsa Pêş

Bi rêya onlîne kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Bi rêya onlîne kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’

Bi rêya onlîne kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’

HPG’ê nasnameya 2 Gerîlayên ku li Heftanînê şehîd bûne eşkere kir

HPG'ê nasnameya 2 Gerîlayên ku li Heftanînê şehîd bûne eşkere kir

Manşet

  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mûrat Karayilan: Berdêla Xwe Çi Dibe Bila Bibe, Em ê Rojava Bi Tenê Nehêlin!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên li Dirbêsiyê Şoreşa Rojava Diparêzin: “Çeteyên Faşîst Dê Werin Têkbirin!”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.