Enter your email Address

Perşembe, Aralık 18, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Li Başûr Pêşmergeyên Roj, li Lîbya Gurên Boz!

Navenda Çapemeniyê ya Artêşa Netewî ya Libyayê (LUO) diyar kir, ku çekdarên 'Roj' ên li Libyayê di nav 'Gurên Boz' de ne, ku ev bi ser îstîxbarata Tirk ve ne. Navendê got, "Kurd çawa û çima di nav vê avaniyê de em fêhm nakin, em şaş û metel mane.’’

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
14/04/2020 - 16:06
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Li Başûr Pêşmergeyên Roj, li Lîbya Gurên Boz!
ParvekeTweet

LÎBYA – Berdevkê Artêşa Netewî ya Libyayê Ahmed El-Mismarî got di nav wan çeteyan de ku dewleta Tirk şandiye Libyayê ew kom hene ku ji xwe re dibêjin, ‘’Pêşmergeyên Roj’’.

El Mîsmarî duh di daxuyaniya çapemeniyê de got, endamekî çeteyê bi navê ‘’Şakir Ferman Salih Bonciq Hîrkefê’’ li Başûrê Kurdistanê Hewlêrê li gel şervanên Roj perwerdehî ditiye.

Diyar kir, kesê navborî ji bajarê Tirbêspiyê yê Rojava ye, bi nasnavê xwe ‘’Hesen Cizîrî’’ ye,li Hewlêrê dewleta Tirk perwerde daye wan. Daxuyaniya navborî di nav raya giştî ya Kurd de deng veda.

Parlamenterê Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê Şêrko Azad Gelalî nameyek ji Seroktiya Parlamentoyê re şand û got,’’Avaniya bi navê Pêşmergeyên Roj navê Pêşmerge dilewitîne û divê ev avanî were tasfiyekirin.’’

‘BI RÊXISTINÎ HATINE ŞANDIN’

Navenda Çapemeniyê ya Artêşa Netewî ya Llibyayê ku ji bo agahiyên berfireh a derbarê hebûna avaniya navborî ya li Libyayê me xwe gihandiyê, got, ew lê difikiri ku, ‘’kesên navborî bi rengekî rêxistinî ji hêla dewleta Tirk ve ji bo herêmê hatine şandin.’’

Navenda Çapemeniyê ya Artêşa Netewî ya Libyayê her wiha got, ‘’Ti kesek bi serê xwe ji bo şer bike nayê Libyayê. Li gorî agahiyên bi destê me de ev bi rengekî rêxistinî anîne.’’

Navenda Çapemeniyê derheqê ka çawa hatine Libyayê ev agahî da: ‘’Cara pêşî nîvê sala 2019’an dewleta Tirk ji Sûriyê terorîst ber bi Libyayê ve şandin. Ên ku hatine êsîrkirin dibêjin di ber meaşê 2 hezar dolarî de ji hêla dewleta Tirk ve ew şandine herême.’’

‘JI XWE RE ‘GURÊN BOZ’ DIBÊJIN

Navenda Çapemeniyê derheê avaniya ku ji xwe re ‘Şervanên Roj’ dibêjîn got,’’Ên ji Sûriyê jî di nav wan de hene. Ji xwe re ‘gurên boz’ dibêjin. Li Hewlêrê îstîxbarata Tirk ew perwerde kirine. Diyar dikir ku 2 hezar dolar meaş didin wan. Rasterast bi ser îstîxbarata Tirk ve ne. Em jî şaş û metel mane bê ka Kurd çawa û ji bo çi di nav vê avaniyê de li vir in.’’

DUH Û ÎROYA ‘ŞERVANÊN ROJ’

Ev avaniya ku ji xwe re ‘Pêşmergeyên Roj’’ dibêjin lê li nav Kurdan ti hikmê wan nîne, beriya niha di êrîşên ser Rojava û Şengalê de gelek caran ketibûn rojevê.

Ev komên bi ser Konseya Netewî ya Kurdên Sûriyê (ENKS) ve, ya bi orjîna PDK’ê piştî ku li Rojava nekarîn bi cih bibin, reviyan Başûrê Kurdistane û li wir li kampan hatin perwerdekirin.

2011’an dema ku li Sûriyê krîzê dest pê kirî û li tevahiya welêt çalakiyan dest pê kirî weke çêbûna gelek koman li Rojava jî gelek komên cihê, bi navên cihê derketin holê.

DI NAV ÎHVAN Û EL KAÎDEYÊ DE XWE BI RÊXISTIN KIRIN

Xwe di nav Îhvani Muslim a ku ji xwe re digotin ‘Mûxalefeta Sûriyeyê’ û di nav komên El Kaîdeyê de birêxistin kirin.

Li herêmên Efrîn, Kobanê û Cizîrê bi navê Tabûra Azadî, Selahadîn Eyûbî, Yusif El Ezma û Tabûra Komele birêxistin kirin. Hedefa pêşîn a van koman Kurd bûn.

TEVLÎ NAV QETLÎAMÊN TIL ERAN Û TIL HASILÊ BÛN

Van koman li taxên Kurdan ên li Helebê çalakiyên provokatîf kirin û di sala 2013’an de tevî El Nusrayê tevlî qetlîamê Til Eran û Til Hasilê bûn.

Hin kesên ji nav koman tevlî civîna li Dîlokê ya piştî qetlîama Til Eran û Til Hasilê bûn. Li Efrînê di êrîşên Qastel Cindo de di nav refên OSO’yê de cih girtin.

Li Kobanê van koman li dijî Kurdan çek li endamên xwe belav kirin û hin komên wan ji bo OSO’yê bac kom kirin.

Li Cizîrê jî Tabûra Neviyên Barzanî, Tabûra Mîşel Temo û Tabûra Şêx Maşûq jî hatin avakirin û hedefa pêşîn a van koman Kurd bûn.

DI ÊRÎŞÊN SERÊKANIYÊ DE CIH GIRTIN

Di sala 2013’an de dema ku çeteyên El Nusreayê êrîşî Serêkaniyê kir beşeke endamên van koman çûn Serêkaniyê û beşek jê jî li bajêr li benda wan bû.

Lê piştî ku êrîşa li ser Serêkaniyê hate şikandin berê reviyan Serêkaniyê ya li ser xetê û piştre jî çûn Hewlêrê.

LI ROJAVA ÊRÎŞÊN BOMBEYÎ LI DAR XISTIN

Li Dêrik, Qamişlo û Tirbêspiyê li dijî bendên YPG’ê êrîşên bombeyî li dar xistin û hin endamên wan ê hatine girtin li xwe mikur hatin ku li Başûrê Kurdistanê hatine perwerdekirin.

LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ JI ALIYÊ DEWLETA TIRK HATIN PERWERDEKIRIN

Endamên wan li Başûrê Kurdistanê li kampên Bînaslawa, Xinis û Başîkayê ji aliyê artêşa Tirk û îstîxbarata wê hatin perwerdekirin.

Vê komê berê ji xwe re digot ‘Pêşmergeyên Rojava û piştre jî navê xwe kirin ‘Pêşmergeyên Roj’

TEVLÎ ÊRÎŞÊN LI DIJÎ ŞENGAL Û EFRÎNÊ BÛN

Di 3’ê Adara 2017’an de li Xanesora Şengalê êrîşî  Êzidiyan kirin. Wan bi xwe jî eşkere kiribûn ku bi qasî 6 tabûran ew tevlî êrîşên li dijî Efrînê bûne.

ÇavKanî: ANF

ERSÎN CAKSÛ

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – Ji HRE’yê li Şêrawa û Babê çalakî

Nivîsa Pêş

YBŞ’ê nasnameya 2 Şervanên xwe ên ku li Şengalê Şehîd bûbûn eşkere kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
YBŞ’ê nasnameya 2 Şervanên xwe ên ku li Şengalê Şehîd bûbûn eşkere kir

YBŞ'ê nasnameya 2 Şervanên xwe ên ku li Şengalê Şehîd bûbûn eşkere kir

Hejmara qurbaniyên virûsa Korona 27 hezar derbas kir

Li cîhanê bîlanço giran dibe, Enqere vedişêre!

Manşet

  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.