Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KODAR: Li ser Kurdan metirsiya komkujiyan didome

KODAR’ê bi wesîleya salvegera komkujiya Helebceyê diyar kir metirsiya komkujiyan li ser gelê Kurd didome û got; “Ji bo em bikaribin pêşî li komkujiyan bigirin bi lezgîn pêdiviya me bi yekîtiya neteweyî heye. Pêşxistina Neteweya Demokratîk jehrkuja komkujiyan e.”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
16/03/2020 - 10:11
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
KODAR: “Tîbûna azadiyê şoreşa 1979’an derxist holê”
ParvekeTweet

Navenda Nûçeyan – Desteya Rêveber ya KODAR’ê bi wesîleya 32’emîn komkujiya Helebce ku di 16’ê Adara 1988’an de pêk hat daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya KODAR’ê wiha ye;

“Hêzên Dagirker yên Kurdistanê ku bi feraseta şovenîst ya netew-dewlet tunekirina gelan ji bo xwe kirin hedefa sereke, bi dehan komkujî û qirkirinên hovane û derveyî mirovahiyê pêk anîn. Em di salvegera 32’emîn ya komkujiya Helebçê de hemû şehîdan vê komkujiyê bi rêzdarî bi bîr tînin û didin diyarkirin ku dê tola hemû komkujiyan ji hêzên dagirker û hêzên hevkar û palpiştî jê re kirine, wergirin.

‘Komkujî bi piştgiriya hêzên navneteweyî hat kirin’

Bi dabeşkirina welatan û avakirina netew-dewletan ku xwe disparte feraseta faşîst û nîjadperest ewlehiya vê saziyê di tunekirin û qirkirinên fîzîkî û çandî yên gel û netewan de hate dîtin. Bi vê mebestê jî li her derê ku netew-dewlet saz bûn, mafê komkujiyê rewa hate kirin û hêzên dewletê ev komkujî di astên cuda de pêk anîn. Li Kurdistanê ku ji hêla çar dewlet-netewan ve hatiye dagirkirin, bi awa û astên cihê de komkujî li ser gelê Kurd û gelên Kurdistanê pêk hatine. Ji komkujiya Keldanî, Aşûrî heya komkujiya Ermeniyan, komkujiya Amedê heya Dersîm û Zîlanê, ji komkujiya Helebçê heya Sînemaya Amûdê û komkujiya Şengalê û herwiha komkujiya Sine û Qamîşlo, hemû encam û berhema heman têgihiştin û zihniyeta faşîst bûye.

Di sala 1988 yek ji komjiyên herî hovane yên rejîma demê ya Baas a Iraqê li bajarê Helebçeya Başûrê Kurdistanê bi çekên kîmyewî pêk hat ku di encamê de 5 hezar ji gelê me şehîd bûn, bi hezaran kes jî ji vê kîmyasalê birîndar bûn, bajar wêran bû û bandorkeke pir xirab li ser jeolojiya herêmê kir. Dema em dixwazin hesaba vê komkujiyê û kiryara derveyî mirovahiyê bixwazin, divê sedemê vê komkujiyê û hêzên planrêjî kirin, destûr dan û dane kirin jî werin dîtin û li beramberî wan jî têkoşîneke xurt û berfireh pêş bikeve. Wek gelê Kurd û Kurdistanî di sedsala 20’emîn de me êşên û birînên pir xedar jiyan û divê ji bo em pêşî li dubarebûna van komkujiyan bigrin bi feraset û têgihiştineke xurt nêzîk bibin. Hêzên navnetewî yên global ji bo Rojhilata Navîn bi rehetî birêve bibin û tim di nav krîzê de rabigirin û bixin jêr kontrolê saziya netew-dewletê ava kirin û pir caran jî bi tehrîk, komplo, provakasyonan ji bo parçekirina heyî kûrtir bikin, ew sor kirin ku êrîşê li ser netewan pêk bînin. Ji bo vê jî çek û hercure derfet jî pêşkêş kirin. Wek ku piştre jî derkete holê Sedam Hisên ji hêzên navnetewî yên kapîtalîst destûra komkujiyên Enfal û Helebçeyê wergirtibû, çekên kîmyasal jî ji hêla wan ve hate dayîn. Di rewşeke wiha de bi qasî rejîma Baas ya kujer, hêzên navnetewî jî tewanbar in û divê hesabeke dîrokî were xwestin.

‘Bi neteweya demokratîk emê tola komkujiyan hilînin’

Gelên me yên Kurdistanê bi hemû nasnameyên xwe ve, niha jî bi metirsiya komkujî û qirkirinan re rûbirû ne. Dewleta dagirker faşîst ya Tirkiyê ji bo şoreşa gelê Kurd bifetisîne êrîşê Rojavayê Kurdistanê dike, herêmên başûrê Kurdistanê dagir dike, komkujiyan li ser gelê em li bakûrê Kurdistanê pêk tîne, dagirkirina Kerkuk û herêma Germiyan jî beşek ji vê siyaseta kujer e, ji hêla din xeterî li Şengalê didome, êrîşên DAIŞ û çeteyên ser bi Tirkiyê li ser Kurdistanê dawî nebûye. Dewleta Îranê li ser gelê Rojhilatê Kurdistanê êrîşên pir-alî pêk tîne, rejîma Suriyê hîna jî bi feraseta înakarker nêzîk gelê Kurd û yên Bakûr-rojavayê Suriyê dibe, di rewşeke wiha de divê were zanîn ku metirsiya komkujiyê didome. Lewre jî ji bo em bikaribin pêşî li vê bigirin di serî de hewcehiya me ya lezgîn bi yektîtiya netewî heye û herwiha divê em gelê Kurd ji sîstema Netewa Demokratîk re pêşengtiyeke berfireh bikin. Di esas de ruh û feraseta Netewa Demokratîk panzehîra dewlet-netewa faşîst û qirker e. Ev jî erk û girîngiya xebatên di aliyê înşaya Netewa Demokratîk de dupat dike. Emê bikaribin bi vê sîstemê tola hemû kumkujiyan ji hêzên dagiker bigrin. Azadiya gelê me encex bi vî rengî misoger dibe. Em dubare hemû şehîdên azadiyê, şehîdên rêya têkoşînê bi bîr tînin û dubare dikin dê hemû hewldan û tevgera me li gor vê yekê birêxistin bibe.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Stewrê Newroz hat pîrozkirin

Nivîsa Pêş

HPG’ê nasnameya 3 Gerîllayên li Heftanîn Şehîd bûbûn eşkere kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
HPG’ê nasnameya 3 Gerîllayên li Heftanîn Şehîd bûbûn eşkere kir

HPG'ê nasnameya 3 Gerîllayên li Heftanîn Şehîd bûbûn eşkere kir

Ciwanên eşîrên Şedadê li ser banga seferberiyê tevlî Berxwedana Cenga Rojava bûn

Bersiv ji dagirkeran re hate dayin: 5 dagirker mirin

Manşet

  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.